Serrûpel Nivîskar Cumhurîyet-ANF, TRT-Rûdaw

Cumhurîyet-ANF, TRT-Rûdaw

Belav bike


Min nedixwest sernivîsek wiha req hilbijêrim; çapemenîya kurdî bişibînim a tirkî.

Lêbelê bi taybet helwest û rêbazên ragihandina çapemanîya ser bi PKKê û ya ser bi KDPê, ku faktor û bandora dewleta Tirk a li ser wan, van çend rojên dawîyê derketîye lûtkeyê, ez mecbûr kirim binivîsim.   

Bi giştî medyaya kurdî li ser gelek ked û cangorîyên giranbiha ava bûye, ji asteng û badîreyên erjeng filitîye gîhaye vê rojê. Ez vana dubare nakim.

Ev medîya hê jî xwe ji van tengasîyan rizgar nekiribe, rabe di bin bandora dewleta Tirk da (yan jî dagirkerên din) ragihandinê bide, kes û fîgurên kolonyal bipesinîne, payedar bike di medîyaya kurdî da, pir li zora min diçe.

Ev medîya, projeya dawî ya kolonyalîst a bi navê „Tirkîyeyîyê“ her carê bi awayek, di bin navek da li ser xelkên Kurdistanê manûple bike, wan gêj û sersem bike û berê wan bide vê projeya bêyom, pê ra sînorê tehammûla meriv diteqîne.

Çep û rast hemû medîyaya Tirk dijminê milletan e. Ji rojname û têlevîzyonên wan nijadpeterstî, şovenî û faşîzima Tirk difûre. Meriv yek ji wan bixwîne, lê guhdarî bike, divê meriv here dest û guhên xwe bi heft sabûn û avan bişo.    

Ji vana rojnameya „cumhurûyet“ a Turk-kemalîst ji damezirandina komara Tirk heta îro di bin maskeya „çep“ û „demokrat“ da netew-dewleta Tirk li ser xelk û milletên din geh bi armancên vekirî û geh bi teorîyên zirav manûple dike. 

Ev cumhurîyet jixwe organa resmî ya M.Kemal û partîya wî CHPyê bû. M.Kemal di vê rojnameyê da hîna jî „ulu onder“ (rêberê bilind, berze, bala, hezret) e! Ev rojname gelek nivîskar, aqilmendên sadiq gîhandîye ji dewleta xwe ya pînekirî ra.

Sernivîsarê vê rojnameyê kemalîstê navdar Îlhan Selçûk, Barzanî û Turkeş şibandibû hev di salên 70 an da ji bo çeliqandina mejîyên ciwanên Kurd ên „çep û sosyalîst“.

Hemû serhildanên azadîyê reş û ters manûple dikir. Serhildanên Kurdistanê derçerx îlan kir û bi kevneperestîyê îtham dikir. Ji pêşmerge ra got „eşqîya“ ji gerîla ra got „terorîst“.

Şagirtê Î.Selcûk, Hasan Cemal di dema vekişîna gerîlayan da, ku ev jî yek ji pêşxistina projeya “Tirkîyeyî” bû, çû Qendîlê û ji wir manşêtek şand:”Karanliktan çiktilar!” (Ji tarîyê derketin!)

Dema ez li ajansa nûçe ya Firat-ANF, li têlevîzyon û rojnameyên li derûdorê mîna Mednûçe, YOP, OG dinihêrêm ew rojnameya Kemalîst tê bîra min.

Ev medîya bi taybet ev 10-15 salên dawîyê bi ragihandin û nûçeyên xwe berê tevgera azadîya Kurd da projeya “Tirkîyeyîyê”. Bi manûpleya vê medyayê gelek ciwanên Kurd bûn kadro û propagandîstên vê projeya nû ya întegrasyonê.

Ew “çep û sosyalîstên” Tirk ên di quncikên qehwexaneyan da genîbûyî niha bûne qunciknivîs û nûçevanên vê medîyayê, eynî mîna rojnameya kemalîst a cumhurîyetê, berdewam tevgera azadîya Kurdistanê bi kevneperestîyê, derçerxîyê û nijadperestîyê îtham û tewanbar dikin.

Nûçe û peyamên sîyasetmedar, rêveber, parlamenter, rewşenbîrên Kurd ên “Turkîyeyî” yên li dijê dewletbûna Kurdan her roj mîna ku bi hev ra di pêşbirgeyê da bin, li manşetê ye di vê medyayê da.

Rêberê PKKê her roj wek “rêberê gelê Kurd”, bi awaya ku êdî hetka meriv dibe, bi têvê projeyên wan ên demokratîknetew ya întegrasyonê berdewam tên manûplekirin di vê medyayê da.

Pêşmerge çê, xirab îro li dijê metirsîya DAIŞê şerekî dimeşîne li seranserê başûrê Kurdistanê. Ji bo rêşkirina pêşmerge daxûyanîyên ku tên dayîn di vê medîyayê da ji çi ra xizmetê dike? Di vê pêvajoya dîrokî da ku yekem care destekeke navneteweyî peyda bûye ji bo Kurdan.

Hun wiha berdewam bin, çi cûdayî dimîne di navbera we û “cumhurîyetê” da?

Heyf e, hinek li xwe bifikirin! 

TRT-Rûdaw

Rûdaw bi nûjenîya xwe ji bo “bêlayanî û demokrasîyê” hêvîyek da di destpêkê da. Paşê navê tora medîya hilda û têlevîzyonek jî vekir Rûdawê. Li gel ên amator, bernameçêker û nûçevanên zîrek û çalak jî tê da cî girtin. Ev jî bûn cîyên pirrengî û kêfxweşîyê ji bo medîyaya Kurdî.

Ji ber têkilîyên stratejîk ên hukûmeta federal a başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk a mezintirîn hêza dagirker a Kurdistanê ra, Rûdawê jî di demeke kin da xist bin bandora vê têkilîyê. Li şûna ku rexnegir be li desthilatê, jê ra li çepikan xist!

Xesma ku piştê Rûdaw TV çû ser TURKSATê vir da, zêde najot bandora hukumeta turk-îslam a AKPyê xwe di Rûdawê da nîşan da. Projeya wê ya TRT 6ê tam bi ser neket, vêca dest avêt Rûdawê. Yan jî hukumeta federal vê derfetê jê ra vekir.

Bê ku lê birame ka ev turk-îslam pişta Kurdistanê çawa şikandîye. Fetullah Gulenê Tirkparêzê sextekar wek “alimê îslamê” nîşan da di rûpelên xwe da. Tora Rûdaw ankêtan da çêkirin ka gelo gel razî ye ji dibistanên îşiq (nûr) a cemaeta gulen? Ji wan “ankêtan” encamên ji %75 deranî(!) manûpleyên gel kir, mîna ku ev manûple li bakûr têr nekiribe!

Rûdaw sîyasetmedarên AKPyî, wezîrên dewletên dagirker ku bi pênc quriş nakin li borsaya navneteweyî, derdixe bernameyên xwe, û ew jî li nava çavên me nihêrîn û li dijê berjewendîyên Kurdistanê peyîvîn, kursîyên me li dijê me bi kar anîn!

Mîna ku li bakûr dagirtina 22 wîlayet, pênc ewqas bajar û bajarok, bi hezeran gund bi tevê êş û elemên wê va têr nekiribe, dewleta Tirk çeteyên DAIŞê derxist pêşîya çarenivîsa gelê Kurd li başûrê Kurdistanê.

Ev ne erdhej yan jî lehîye ku meriv wek karesat(felaket) bi nav û ji bîr bike. Ev dewama sûcên mirovahîyê ne li dijê gelên Kurdistanê ku di van rojan da tên kirin.

Rûdaw, tam jî di van rojan da çi dike? Bi awayeke zindî û bi demeke dirêj xwe bi Enqereyê va girê dide û ji wir kongreya AKPyê diweşîne. “Tirkîyeyîya nû” dipesinîne. Ku TRT 6 ewqas behsa wê kongreyê nekiribû!

Jixwe çapemenîya cîhanê ti pûte neda vê kongreyê.

Pir ez hêrs kirim ev helwesta Rûdawê.

Baş e madem hun cîranên hev in, TRT çima kongreyên KDP, YNK zindî naweşîne? Belkî yek-du rojnameyên wan di rûpelên dawîyê da çend hevok binivîsin derheqê kongreyên we da, ew jî ne ji xêrê ra!

Û bi sedan mînakên din.

Meriv dibê qey bi qasê tijekirin û şandina her keştîyek petrolê ra, ewqas jî jixwebawerîya we ji dest diçe!

Ev jî bi rêya turk-îslamê berê milet dide „Turkîyêyîyê“, ku di encamê da heman tişt e, bi turk-kemalîzmê ra..

Heyf e, hinek li xwe vegerin!

 

Berlîn, 07.09.2014

E.Dirêj