Serrûpel Nivîskar “Siktir bin, bicehimin ji Kurdistanê”

“Siktir bin, bicehimin ji Kurdistanê”

Belav bike


Gotina min yekser ji dewletên Tirk, Ecem û Ereban ra ye, ku ev 1600 sal in ser jê dikin û Kurdistanê di gola xwînê da hîştine.

Bi taybet jî ji Tirk û Eceman ra ye. Nemaze ji wê dewleta Tirk ra ku bi hezar rû û hîlleyê van xelkên mezlûm ên vî welatî dizêrîne, dinalîne û xwîn pê vedireşîne.

Hemû sazîyên xwe yên dagirkerîyê, çek û cebilxaneyên xwe, tang û firokeyên xwe, wan îdolojî, allah û bawerîyên xwe yên zalim ku hun pê bawer in, hemû pût û hucreyên xwe yên perwerdeya nezanî û tarîtîyê, wan şêx, xoce û îmamên xwe yên ser bi şaşik û cûbbereş ên seksomanyaq, ku her roj xwelîya mirinê direşînin ser xelkê û bi mîlyonan gêj û sersem afirandine, bi xwe ra hildin û siktir bin bicehimin ji Kurdistanê!

Hun ne fêm ji sîyaseta „aştî“ û „biratîyê“ dikin û ne jî ji „jîyana bi tolerans“.

Hun ji aqil û gotinê fêm nakin!

Çi teba û mehlûqat in hun?

Hun celladên mirinê, zebanîyên dojehê, endezyarên goristanê!

We ne ar û rûmet hîştîye, ne namûs! 

Hun çi dixwezin ji jîyanê?

Ka bêjin!

Ji xeynê şilandin, talan, dagirtin, gef û kemîn û kuştinê we çi anîye Kurdistanê?

Kanê ew milletên ku we ew ji holê rakirin, ocaxên ku we ew vemirandin, li ku ne?

We sûreyan ji kitêba xwe ya „pîroz“ xwend, enfalan çêkir.

Do bombeyên we yên jehrî û serserî li Helebçe, Roboskî, Şengal û Kobanî û bi dehan bajarên Kurdistanê teqîya û wêran kir.

Îro Pirsûs bi hewar dişewite û kavil e.

Hun dixwezin hemû reng û kulturan bi reş bipêçin.

Lê vê baş bizanin, dawî li hîlle û tîranên we yên zalim hatîye. Hun xurifîne.

Lewma jî we evqas bombeyên serserî berdaye nav can û bedenên Kurdistanê.

Hun mîna cinên ji hesin bitirse, ji azadî û ronahîyê ditirsin.

Tirsa we bêfeyde ye! Hun qedîyane.

Ronahî û azadî dê were vî welatî.

Lewma jî wan bombeyên xwe yên serserî, murîdên xwe yên efsûnkirî, yên bi ruhên „Turkîyeyî“, „Îranî“ û „Erebî“ ra jixweçûyî, bi tevê wan ala û sembolên xwe yên xwînî û reş bi xwe ra hildin, siktir bin û bicehimin ji Kurdistanê.

Dizanim hêrs zirarê xwe ye.

Pir bihêrs im.

Dema sînorê tehemûlê beqede, hêrs derman e ji aramîyê ra.

Bi we ra di hewman keştîyê da bim, ez ê xwe bavêjim kûrayîyên deryayê.

Nabe bi we ra meriv di heman keştîyê da bijî, heman cîhanê par vebike!

Bes êdî bibin bela li serê jîyana mirovahîyê!

 

Berlîn, 22.07.2015

Ewdil Dirêj