Kurd ji „Tirkîyêyê“, ji dewletên dagirker neqetin, hîn gelek komkujî û ceribandinên komkujîyên mîna Roboskî, şengal, Kobanî, Amed, Varto, Siruc, Farqîn, Licê, Cizîr, Enqere û bi dehan ên din wê çêbibin.
Kurdistan dused-sêsed sal in xwîn û dem winda dike. Ev benîtî dîrokî ye.
Serhildanên azadîyê yên di vê dîrokê da hewl dan, didin, xwestin, dixwezin wan zincîrên benîtîyê biqetînin.
Ruh û gefên „ummetîzm“, „kemalîzm“, „jîyana bihevra „ û „Turkîyeyîzm“ vê zincîrê her carê, careke din dişidîne. Nefes li jîyanê dibire.
Gelek alî berpirsîyarên vê ne.
Dema meriv li dîroka têkilîyên Kurdan bi dagirkeran ra bide ber çav ev tiştekî ne ecêb e.
Ev têkilîyên han ên reben û qirêj bi dagirkeran ra wiha berdewam bin, dê şok li peyê şokê werin! Tenê hişmendîya neteweyî û li gorî vê hişmendîyê rêxistinkirina milletê Kurd dikare statûya parçekirina Kurdistanê ku herî dawî di salên 1920 an da mîna toqeke ji êgir xistin stûyê millettê Kurd ku wî ji holê rake. Heta ev statû ranebe mîna çem xwîna gelê Kurd wê birije!
Binîhêrên li dîrokê çiqas pêla nijadperestên Tirk, Ereb û Ecem rabûye, bi diruşmên xwe yên xwînî daketine kolanan xwîn rijandine. Kîjan dewlet û çeteyên wan li jêr kîjan navê be, ferq nake. Rijîyaye ev xwîn.
Nemaze dewleta Tirk ku serkêşîya vê parçebûnê dike û mîna kujereke bêar xwîn dirêje.
Dewleta ku bi destê artêş û çeteyên di bin kontrola xwe da ser jê dike, tecawuzê cenazeyan dike, ji hev parçe dike, di erdê ra kaş dike, li zarokên li pêsîra dayîkan nîşan digire, qetil dike, îro li peyhev ambargo datîne ser bajarên Kurdistanê, dorpêç dike, bi „allahûekberan“ ceribandinên komkujîyan dike.
Kurd daxwazên herî pûç û biçûk jî bixwezin, dê sibe zemînek, keysek bi dest bixe wê bi balafiran ne tenê çîya û gundan, bajarên Kurdistanê jî yek û yek bi jehrên kîmyayî bomberan bike. Bav û kalên wan kirin, ev jî dê bikin.
Li Dêrsimê, Zîlanê, li Helebçeyê nekir? Wê bike. Ev hîn lêlê ye. Lolo jî dê li pey were.
Ew deweletên qatîl vê wêrekîyê ji kuderê distînin. Tenê dewletên rojavayî vê wêrekîyê, vê zemîn û keysê dide wan? Naxêr!
Wêrekî, zemîn û keysa herî mezin partî û sîyasetên Kurd ên di bin navê “ummetîzm” , “Turkîyeyîzm”, hevkarîya bi “kemalîzmê” ra dide wan. Kurd dikin nakin nikarin ji van kemînên ku tê da ne, xwe rizgar bikin! Mîna nêçîrên birîndar dipirpitin tê da.
Çare û rê çi ye?
Yekane çare û rê qetîn e ji “Tirkîyeyê”. Ji hemû alîyan va.
Berîya hemûyan rûhî û jîyanî.
Li “Tirkîyeyê” sîstema parlamentoya demokratîk tineye. Ew „parlamentoya“ ku heye jî bi sembol û bernameyên xwe sazîyeke dewleta Tirk a nijadperest û faşîst e. Vateya wê sazîyê ji bo Kurd û Kurdistanê mendele, pişavtin, helandin û komkûjî ye.
Ji bo çesbandinê tenê carek vegerin rûpelên dîrokê bes e.
Tiştekî seyr û sosret e, kes û partîyên „Kurd“ kîjan demê bi awayek çûne wê parlamentoyê şabûne, dema nekarîne biçinê xemgîn bûne. Hêvîyên milletî jî pêra!
Di wê „parlamentoyê“ da prensîbên demokrasîyê tineye, ku heta behsa mafên demokratîk ên Kurdan jî di wê avahîya tirkperwer da were kirin. Ên ku hinek „wêrekî“ nîşandane behs kirine jî, yan ser û çavên wan bi kulm û boksan hatine werimandin, yan jî bi stûyên wan girtine avêtine zîndanê.
Bidestanîn û qezenckirina mafên Kurdan di wê xanîyê nijadperest da xeyalekî pûç û vala ye. Do wisa bû, îro jî wisa ye!
Helbet hun Enqereyê ji xwe ra paytext bizanin, berê millet bidinê û tê da govend bidin girtin, alayên wan di mitîngên xwe da bihejînin, wê bombe jî di nava we da biteqînin û wê sosretên hîn girantir jî bînin serê we. Hun çiqas xwe biçirînin bêjin: „Em Tirkîyeyî ne“ jî, rewş her ev e.
Hemû partîyên Tirk ên dewletê ne. Di hilbijartinan da kîjan qezenc bike, polîtîkaya wan ê dagirkerîya li Kurdistanê çi nerm û hîlle, çi hişk û şer ew dê bidome. Ev hilbijartina dawîyê jî wisa ye. Partîya bi navê AKP wê hîlle û şerê dagirkerîyê kurtir bike li Kurdistanê, ji bo ku keys û derfetên derketine di van salan da ji bo serxwebûna Kurdistanê, ji holê rake. Metirsîya vê partîya dagirker ne kêmtir e, ji yên berîya xwe…
Têgihînin „biratî“, „aştî“, „demokrasî“ li ti deverên cîhanê evqas qirêj û sexte nebûne mîna yên li „Tirkîyeyê“.
Ew kes û partîyên ku dibêjin em nûnertîya Kurdan jî dikin, dema diçin wê parlamentoyê û wê sonda tirkperwer a faşîst a parlamenterîyê dixwin, hemû tişt diqede. Dibin kadroyek wê sîstemê, wê dewletê.
Li şûna ku hun bibêjin, „ji rikê va aştî“ (înadina bariş), “ji rikê va biratî“ (înadina kardeşlîk) û nizanim çi gotinên sexte..
Bêjin; ji rikê va serxwebûna Kurdistanê. (înadina Kurdistanin bagimsizligi)
Heke Kurdistan ji dagirkerîyê rizgar û serbixwe bû, hingî meriv dikare hinek behsa aştî û biratîyê jî bike li herêmê. Ev peywireke namûs û wîjnadê ye. Ya nan û nemanê ye.
Ev peywir û xemxurî tenê ne ji bo çend kes, peywira hemû kes û partîyên Kurd e.
Di serî da jî ev peywira ew kesan in, ku ji xwe ra dibêjin em „Kurd“ in û hîna jî endamê parlametoya Enqerêyê ne.
Nemaze „HADEP“, divê zûtirîn dem dev ji wê nasnameya sexte ya „Tirkîyeyîyê“ berde û berê xwe bide paytext Amedê!
Yan na wê hê gelek bi namûs û rûmeta me ya neteweyî bên lîstin.
03.11.2015, Berlîn
E. Dirêj