Serrûpel Nivîskar Awirxone

Awirxone

Belav bike

Xone ji pisîkê nêr ra tê gotin.

Pisîk dema nêçîra wî tê, yan jî xwe bavêje ser tiştekî xayîn xayîn dinihêre.

Tê bîra min, diya min dema kesekî nîyetxirab bidîta, ji bo me jê  biparasta digot: 

„Eman lawo xwe nêzîk mekinê ew meriveke/î awirxone ye!“

Serokdewlet, serokwezîr, wezîrên dewletên dagirker awirxayîn û xone ne. Hemû leşker û memûrên ber derê wan jî wisa. Ji bo çend parî nan, bi desthilat û mûxalefeta xwe va hemû awirxone ne. Gelên wan ên bi faşîzm û nijadperestiyê manûplekirî jî her wiha.

Ew berpirsiyar yan jî mûxalefetên dewletên dagirker, dema li ser meseleya Kurd û Kurdistanê bipeyivin, peyemek bidin bi awirên xayîn û xone, gefavêtî û erjeng dinihêrin, bi devekî kefikî û bi zimanekî çors ê pelesenk dipeyivin.

Li foto û dîmenên Recep Teyib, Ehmedî Necat, Bişar Esad, Nurî el Malîkî yên ku di dema axaftin û peyamên wan ên li ser mijara Kurd û Kurdistanê da hatine kişandin, binihêrin hemû mîna hev bi awirên xone û xayîn dinihêrên.

Çend psîkolog divê ji bo analîza fotoyên wan.

Van rojan yekê din li wan nav û fotoyan zêde bû:

Dr. Xelyûnê serokê muxalefeta Suriyeyê.

Dr. Xelyûn dibêje; „Kurdistana Suriyeyê tineye!“

Ji dudilî yan jî ji nezaniyê ye „rast“ dibêje.

Kurdistana Tirkiyeyê, Kurdistana Iranê, Kurdistana Iraqê, Kurdistana Suriyeyê tinene.

Ehmeqîyeke wiha nabe. Du welat bi hev ra nabin welatek. Hevkarî û paktan bi hev ra dikarin çêkin, lê her welat bi navê xwe dimîne.

Kurdistanê bikî hezar parçe jî, Kurdistanek heye û bi destên dewletên kolonyal ên rojavayî, li çar dewletên „çêkirî“ yên dagirker hatiye parvekirin.

Mîna her welatî çar aliyên Kurdistanê jî hene: Bakûr, başûr, rojhilat û rojava. Parçeya ku Dr. Xelyûn navê wî mendele dike jî: Başûrêrojavayê Kurdistanê ye. Ji Efrîn heta Dêrikê mîna dîlimekî dirêj a pasteyê hatiye jêkirin û wek diyarî ji siltan û qeralên ereban ra hatiye dayîn. Dewleta Dr. Xelyûnî jî daxurtandiye vê dîlimê.

Hin cûdayî û li gorî rêza parên mezin Tirkiye, Îran  û Îraq jî her wisa.

Dr. Xelyûn bi van kirinan, bi têlên dirî yên di navbera Kurdistanê da, bi serxet û binxetê baş dizane tabî. Armanca wî eynî mîna kekê xwe Teyib Erdoxan mendeleya navê Kurdistanê ye, lidijrabûna mefên rewa yên gelê kurd e.

Bi rik van tiştan hezarbare dibêjin daku hişmendiya dîrokê bi Kurdan bidin jibîrkirin.

Dr. Xelyûn di hevpeyivîna xwe ya di rojnameya Rûdawê da, tehemûla ji serxwebûna  Kurdistanê ra bihêlin li aliyekî, ji bo li dij otonomiyeke besît, yan jî federasyonê derê, hemû qabiliyeta xwe ya „doxtorî“ û „sîyasetmedariyê“ nîşan daye.

Ne ji çavnebariyê belkî ji gumanê çi navên bi tîtilên „Dr“ û „Prof“ hebin, hez jê nakim.

Heman rojnameyê di serrûpela xwe da resmekî vî doxtorî jî ku maska xwe derdixe di binî da rûyê Esad dertê çêkiriye. Îcar tu maska Esad ji rûyê wî vekî wê yê Erdoxan, yê Erdoxan vekî, yê Ehmedî Necat, yê Ehmedî Necat vêkî wê yê Nurî Malikî bixûyên.

Û wiha berdewam dike diçe.

Min di nivîseke xwe ya din da jî gotibû: Şoreş, bihar felan tineye li welatên rojhilatê.

Tenê desthilatek diçe ya din tê.

Şoreş, bihar; divê bi xwe ra di hemû mafan da wekhevî, demokrasî û aştiyê bîne!

Azadiyê bîne, tirsê bibe, wêrekiyê bîne.

Kanê?

Di kîjan mezbaxaneyê da gul vekir li biharê?

Tiştên ku li rojhilat dibin, jinûvadîzayînkirina dewlêtên van welatan e li gorî bazara hevbeş a cîhanê.  

Dewletên dagirker bi hemû hêz û hempayên xwe va li ser kar in ji bo kurd bi ser nekevin di vê pêvajoyê da.

Keyseke mezin û dîrokî derketiye ji bo Kurdistanê di nava vê jinûvadîzayînkirinê da.

Aqilane bikaranîna vê keysê di destê Kurdanda ye.

Em ê çi bikin?

Em ê çawa bikin? Ev girîng in!

Neku gotinên awirxoneyan.

Evdila Dirêj

25 avrêl 2012