Li hemû cîhanê giringî bi Aliyê tendirustiyê, têt dan. pispor û saziyên di vî warî da kar dikin, li gelek alternatîfan di gerhn lê alternatîfa ji hemûyan baştir li cem wan ewe ku di çarçovekê surştî da, herkes giringiyê bi tendirusitîya xwe bidet û ji hemû madeyên cigarê dorbkevit. berovajî wê çendê jî nêzîkî werzşê bibit, û hatin û çûna peyade û paysklê zêdetir lê bkit.
helbet li cîhana eviroke hewlên zêdetir têne dan dakû bişên heger ji navijî nebin lê bi kêmasî sinorekî bo cigarê danin. Da zîyanên wê li ser komelgeha mirovatiyê zêdetir lê nehên.
Ji bo vê demê li welatên pêşkeftî çareserî bi rengekî hate dîtin ku di nav malê da cigare nehête kêşan, daku bandora wê ya neyênî li ser endamên malê bi giştî û bi taybetî zaroka, nemînît, û zarok ji doman û dukêlê wê bihête parastin, û di heman dem da jî çav li kesên ji xwe mestir û serperştkarên malê nekin.
Ji aliyekê dîve di dema erkdariyê da anku li tevaya fermangehên hukûmî û parttî û saziyên sivîl di jor û cihên karkrinê da cigarekêşan ya, qedexeye lê di demeka guncay û li derveiy jora karkrinê di karin cigarê bi kêşin. herwesan li dever û cihên giştî û di nava balefir, şemendefir, otombêl, metiro, otopusan de, cigarekêşan ya qedexeye, lê bo nimûne li rawistgeha şemendefirê kû bi hizaran mirov di rêka wê da hatin û cûnê dikin û rêkeka bi sanahiye bo rêving û hejêkerên Torîzim û gozariyê û seredana dever û şunwarên dêrîn û mozexaneyên çand û keltûrî dken, di rawistgehê da dû cihên cigare kêşanê hatîne duristkrin. Lê ewjî ji ber kêmbûna demî kû gelek kesan delîva demî jî nîne nikarin sudê ji wan cihên taybet û azad werbgirin. Û herkesê serpêçîya qanûnê jî bikit dê bi gojmê diravî hête sizadan.
helbet ji bo jinavbirina vê dîyardê û van maddeyên kujnde sazî û Aliyên peywendî dar, hewlên xwe yên zêdetir lê kirîn û heta bihayê cigarê gelek yê girankrî da hemû kes neşên bi sanahî cigarê bidestvebînin. Ji ber pirensîp û pîverên hatîne xweyakrin cigarefiroş nikarît cigarê bi firoşîte kesekî, kû temenê wî li xwar hejde salî da bit.
Li gor îstatîkên nav neteweyî ya xweyabûy piştî fişarên xwînê sedema diwê cigarekêşane bo ji destdana endamên serekî yên hermirovekî. her di vî warî da ji (10) kesên li cîhanê jîyana xwe ji dest didin yek kes ji egera cigarê ye. her evê serkanyê zêdetir daye dîyarkrin û dibêjit: Di nav cigarêda zêdeî (4000) maddeyên kujnde hene û ji hemûyan bercavtir penceşêre, ankû (kansirê) bo mirovî çêdkit û dergehê nexwşiyên mezin li ser gîyanê mirovî vedkit.
Mixabin li kurdistanê kêm kes giringiyê bi Aliyê tenduristyê didin, ji ber hindê di piranîya fermangeh û cihên berpirs û seydayan da cigarekêşan ya berdewame, ji berku ew seydayê azade di jora xwe ya karî da bi kêşit, karmend û kadiro jî heman mafî bixwe didin.
Di gelek kombûn û civînên alîyan da berpirsîyar û rêvebirê yekê digel destpêka kombûnê cigarekê dişewtînît, û domanê bi ser hevalan da berddet, û hesta wî nalivît beramber çi hevalên xwe, ku dibit kesek ji wan tendirusitîya wî ya berhev nebit û domana cigarê bibite rêgir li henasekêşanê û hewayekê paqij.
Bêguman di vî warîda giringe daxwazê ji tevaya komelgeha kurdî bikim, ku dest ji kêşana cigarê berdin, û giringiyê bi tendurisitîya xwe bidin, werzşê bikin hatin û çûna bi pîyan zêdetir lê bikin, heger neşîyan vê pêkbînin jî bi kêmasî divêt weku min di nava malê da kêşana cigarê qedexe bikin.
helbet divê bîyavê da pêşinîyaza min ji bo wezareta tendurisitîya hukûmeta kurdistanê û saziyên peywendîdar eveye!, nehêlin hemû curên cigaran bêne di kurdistanê da, li cihên giştî cigare bêne qedexekrin, berovajî wê çendê giringî bi werzşê bête dan kesê dest ji cigarê berddet bête xelatkrin û mûçeyekê sembolîk bo bihête dîyarîkrin, heger ew kes biçîte melevangehekê yan di holeka werzşî da werzşê bikit nîva xerciyeta wî/wê bi stuyê xweve bigirit.