Berî du rojan peyamnêreke Holendî ya kanala Aljazeera ligel wergêr û karmendekî ji bajarê Zaxo ku ligel wan kar dike bûne mêhvanê min. Piştî bixêrhatin û naskirinê, li dora sewikên Rojavayê Kurdistanê û qehweke ku bêhna civateke germ ji difore civiyan. Peyamnêra bejn dirêj, zerik a temen li dora 45 salî beramber Demhat Dêrikî yê pora wî tev toz, cilên wî tev di nava çîmento de mayî rûniştibû û ji awirên wê diyarbû ku pirs dike “kesekî rojnameger û nivîskar di nava vê bê serûberiyê de çi dike?” Min jî di nava ken de bersiva pirsa dilê wê de da û got “Li vê qoncika hewşê ku li ber çavê te diyare û mamoste Ziyad ku yê dîkor û sûlavan e, ji min re sûlavekê çêdike da ku ez jî car car li ber dengê ava wê rûnim û helbestina li ser esmera parçekirî binivîsîm. Ez jî niha alîkariya vî hevalê xwe dikim.” Peyamnêra Holendî berî bibe mêhvana min li gelek deveran geriya bû û dixwest dokmetekê der barê Kurdên Rojava de amade bike. Paşê civata me bi pirs û bersivdanê germ bû (Di nava axivitinê de kekê Yilmaz ku xelkê Amedê ye û ligel kanala Aljazeera weku wergêr kar dike gote min ‘mamoste welehî gereke ez werim cem te û perwerdeya wergerê bibînim’, heman van axivitinên xwe ji peyamnêra Holendî re dibêje” Di axivitina xwe de, min ji peyamnêra Holendî re da diyarkirin ku her gotineke ez dibêjim li ser navê min e ne ku li ser navê Kurdên Rojava yên li vir dimînin û ez weku Kurdek berpirsê hemû gotinên xwe me. Me behsa parçekirina Kurdistanê cara yek dibe du parçe kir û ez li ser parçekirina Kurdistanê ku bûyî 4 parçe û çawa desthilatdariyên Ewrûpa yên wê demê di vê parçekirinê de tawanbarin sekinîm. Bi çend gotinên kurt di nava dîroka Kurdan de bûne gerok û paşê em derbasî nava pêlên 12’yê Adarê bûn ku gelek malbatên Kurdan berê xwe dane Herêma Kurdistanê û heta bûyerên îro hatin. Bê guman li ser pirsên hatin kirin, min behsa çawaniya çêkirina sînoran ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatîn çêkirin kir. Lê pirsên wê bi dawî nedibûn û her ku diçû mijar kûr û dirêj dibû. Behsa mafê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hat kirin û çima Kurd nabin yek? Piştî min axînek kişand û got; mixabin di vê mijarê de neyarên Kurdan bi serketine ku Kurdan dûrî hev bikin, parçe bikin û berê wan dane siyaseteke parçekirî. Ev yek bandora sedê salane û divê em vê rastiyê jî bêjin ku bandora raman û siyaseta neyaran kariye Kurdekî parçekirî avabike. Îro ya li ser qada Rojavayê Kurdistanê dibe ev e. Raste gelek partî hatin cem hev yekîtiyek avakirin, ev ji bo Kurdan pêngaveke girîng û erênî bû, lê mixabin hêjkêmasî pirin, hêj di nava van partiyan bi xwe de nakokî hene. Di rewşa îro de pêdiviya Kurdan bi îdolojiyeke hişk, siyasteke ‘ji bilî min kesek rast nîne” tune ye, divê Kurd li dora stratêjiyekê, siyaseteke ku tenê mafê gelê Kurd bike armanc heye. Paşê, ango piştî pêk anîna vê armancê; PKK’ê be, PYD’ê be, partiyên din ên Kurdan bin dikarin herin ser sendûqan û dê wê demê gelê Kurd biryara xwe bide. Mixabin, ev yek nayê kirin û mxalefa Erebî jî mifayê ji xalên qels ên Kurdan dibîne û mafê Kurdên Rojava red dike. Lê, dîsa jî bi hêvîme, hêviyên min xurtin ku dê Kurd di rewşa niha ya Rojhilata Navîn de qonaxeke zêrîn bijîn. Bi taybetî divê keda Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê qonaxê de neyê ji bîr kirin ku di warê Yekîtiya Gelê Kurd de pêngavne girîng avêtin. Peyamnêra Holendî li min vegriya û pirs kir “Gelo rewşa Sûrî baş bibe tu difikire vegere Sûrî?” Min yekser bersiv dayê bê ku rawestiyayî bimînim; na! Ji bo min Duhok, Zaxo, Hewlêr..weku Dêrikê, Qamişlo, Amedê, Mehabadê şîrinin. Di navbera min û Dêrikê de du agvin, yan din jî divê êdî em Kurd di kûrahiya hestên xwe de fêr bibin xwe dûrî parçetiyê û herêmkiyê bibin. Ji bo min û mala min li kîjan bajarê Kurdistanê be ew welatê mine, ji ber ku Kurdistan yeke û bi darê zorê hatiye parçekirin. Li dawiyê peyamnêra Holendî got “Ger destûr bide dixwazim di nava van çend rojan de bi deng û reng hevpeyvînekê bikin?” Min jî, di nava ken de got; serê malê ya te ye û ber derî ya me ye. Di nava ken û keyfxweşiyê de xatirxwest.