Serrûpel Nivîskar Şeveke bi Zebeş-Nan û Penêr ligel Nizamettin Ariç

Şeveke bi Zebeş-Nan û Penêr ligel Nizamettin Ariç

Belav bike

 

Dilbixwîn Dara

 Cara yekemîn min ew berî 16 salan li Berlînê dît.

Sal 1995 bûn.

Min xwest hevpeyvînekê ligel wî çêbikin, lê wî qebûl nekir.

Bêguman qebûlnekirina wî li zora min çû.

Lê min eşkere nekir, min got “ok, normal e”

Gelek kes hene ji hevpeybînan direvin.

Ji tecrubeya xwe ya rojnamegerî dizanim,

Hinek hene baş dikarin binivisînin, lê dema ku dor tê ser axaftinê nizanin-nikarin biaxifin, zimanê wan lihev digere.

Hinek jî hene bi seetan dikarin li ser hev biaxifin, lê nikarin çar gotinan bi nivîsandin bînin ser hev.

Nizanim ew ji kîjan cure kesan bû.

Texmîn dikim redkirina wî ya hevpeyvînê sedema wê ya sereke ew bû ku ne ji wan kesan bû ku her demê xwe di medyayê de bibîne.

Ew hunermend bû. Ne bi gotin lê bi kirin.

Huner di nava destê wî de dibû mîna hevîr.

Tevî her ji her aliyê wî huner difûriya jî, ew ji medyayê, ji kamera û objektîvan direviya.

Her çiqas ew di nava objektîvên kamerayan de bû jî, lê ew her demê ji wê dinyayê dûr disekinî.

Dinyaya magazîn û ragihandinê.

Li zora min çû dema ku got „bibore ez hevpeyvînan çênakim“

Her çiqas min dengê xwe nekiribe û rêz ji wê biryara wî re girtibe jî, lê hûn ya rast bixwazin ez gelekî êşiyam.

Min ji xwe re got, “xerîb e, hinek hunermend hene li pey rojnamevannan direvin, ev jî ji rojnamevanan direve!”

Piştî 6 salan min ew carekê li Parîsê dît. Min ji bo kanaleke televîzyonê dîsa daxwaza hevpeyvînê jê kir, lê min daxwaza xwe ya li Berlînê neanî bîra wî. Vê carê got, “Binêre kekê Dilbixwîn lêvên min kul bûne, ezê çawa derkevin pêşiya kamerayê, çend rojin grîpê ez perîşan kirime…” bi rast nexweş bû, bi şewbê ketibû.

Sal çi zû derbas dibin!

Berî 3 salan ez beşdarî konserteke wî û Delîl Dîlaner bûm.

Bi yek gotinê konserteke super bû. Şehane bû.

Hunermendê ez behsa wî dikim Nizamettin Ariç e.

Ew berê bi navê Feqiyê Teyran dihate naskirin.

Derhêner û serlîstikvanê fîlma “Kilamek ji bo Beko”

Ew pir bêdeng karê xwe dike. Kesek bawer nake ku ew kar dike. Gelek kes texmîn dikin ku wî dest ji hunerê kişandiye, xemgîn dibin dema ku dengê wî nabihîsin.

Lê e hew dît ji nişkê ve bi berhemeke nû derket.

Weke berhema wî ya dawîn „Azadî“

Nizametin Ariç hunermendekî mezin e. Gelekî bi rêk û pêk û profesyonel kar dike.

Li gelek enstrumenan dide. Bi serê xwe şîrketeke produksyonê ye.

Dikarim bêjin gelek hunermend di Nizametin Ariç de bi cih bûne. Di kesayetiya wî de gelek kes hene, bi tenê ê dîtin lê ne bi enê ye.

Berî çend rojan em li bajarekî nêzîkî Bonnê li mala kekê Yusuf Elo hev dîbînin.

Bi şev diçim.

Têne pêşiya min.

Nizamettin birnêtek daye serê xwe, dikene û tê derî vedike: „ooooo bi xêr hatî Dilbixwîn can!“ bi rastî gelekî kêfxweş dibim.

Nizamettin Ariç ê ku di serê min de kesekî pir jixwerazî, bi kesekî ne qayîl, difin bilind… ji min re pir sempatîk, rû liken û germ hat.

Em rûdinin, heta nîvê şevê suhbet dikin. Bêguman suhbeta me li ser hunerê ye, li ser karê me her du aliyan e.

Em dûr û dirêj diaxifin.

Ew li ser projeyeke xwe diaxife, ku têde gelek kes cih digirin. Naxwazim li vir behsa projeya wî bikim. Lê li gora ku ji min re got, karekî gelekî hêja ye, gelekî profesyonel e. Bawer dikim wê dengekî baş bide û bandoreke baş bike.

Hunermendekî ewqas hêja, haya Kurdan pir ji wî tune ye.

Dema ku li başûr bûm, min albuma wî ya nû bi çend kesan da guhdarîkirin, devê wan ji hev vekirî ma, lê belê nas nedikirin.

Mixabin ku hunermendekî weke Nizamettin Ariç heta niha baş nehatiye naskirin, ez behsa hunera wî dikin.

Dibe ku ew ji kêmasiya wî bi xwe tê, di nêrîna min de divê hunermend, yan jî kesekî ku di warê hunerê de kar dike, ji medyayê bi dûr nekeve. Pêwîste pir ji medyayê nêzîk be. Nêzîkbûna hunermend ji medyayê, dihêle ku ew ji gelek deran nêzîk be.

Bi qasî ku ez pê hesiyam, Nizamettin êdî nêzîkî me ye, yan em nêzîkî wî ne.

Germbûna pêwendiyan di navbera me de, ji me her du aliyan re baş e.

Em heta ku birçî dibin suhbet dikin.

Ew dixwaze biçe welat, lê belê ne weke mêvan. Mafê wî ye jî ku ne weke mêvan biçe welatê xwe, ew naxwaze weke gelekan biçe, bixwe, rakeve û vegere.

Di serê wî de proje hene.

Tê xwestin ku hinek alî xwedî li wan projeyan derkevin, piştgiriyê bikin û di pêkanîna wan de cih bigirin.

Ew dibêje, piştgirî tune be jî ez karê xwe berdewam dikim, heta niha bêyî ku ji tu deran piştgiriyê wergirim kar dikim, kar berdewam e.

Em birçî dibin.

Ez bixwe dema ku birçî dibim, sist dibim, serê min diêşe û çokên min dilerizin.

Yusuf dibêje zebeş heye.

Dibêjim, zebeş tenê ne bes e.

Kekê Nizamettin dibêje, lao, nan û penêr jî heye.

Wê şevê em her sê bi nan-penêr û zebeş têr dixun.

(Gulan 2012)