Serrûpel Nivîskar Malikî li Kerkûkê ye… Gelo Kurd li kû derê ne?

Malikî li Kerkûkê ye… Gelo Kurd li kû derê ne?

Belav bike

Malikî civîna hikûmeta xwe tîne Kerkûkê. Şiroveya herî kurt û bilez a ji bo vê pêngavê bê kirin, divê ev be: ev karek e ji bo acizkirina Kurdan e, ku Malikî di vê dema aloz de wê civînê tîne Kerkûkê. Pêwîstî bi bersivdaneke Kurdan heye. Lewra ez pêşniyar dikim ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jî civîneke xwe bibe Kerkûkê.

Aliyê kurd heta niha wekî ku navçeyên nakokî li ser û navçeya girêdayî Bexdayê bin, bi 43 ji sedî ji başûrê Kurdistanê danûstandiye, ku li gor destûra Iraqê dikeve çarçeweya madeya 140ê. Li gor wê destûrê jî navê wan “Navçeyên cihê nakokiyan e”. Ango li gor destûra hikûmeta Bexda, çend deshilata wan li Kerkûkê de hebe, pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwediyê heman deshilatê be. Herwiha pêwîst jî bû budceyek bi hevparî li ber destê Hewlêr û Bexdayê de bûya. Herwiha serweta petrolê jî çend deshilata Bexdayê li ser hebe, divê ewqas deshilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser hebe. Lê aliyê kurd bi tevayî ew xal û mafê xwe ji bîr kiriye û di meseleya mamelekirina ligel dosyeya navçeyên nakokî li ser û bi taybet jî Kerkûk kiriye şaşitiya dûyemîn.

Dibe ku li vê derê ev pirsyar bê kirin, gelo divê Bexda deshilatê li ser Mexmûr, Şêxan, Şengal û Xaneqînê de jî bigre? lê ew ne wisa ye. Ji ber ku li gor maddeya 140 a destûra Iraqê, pêwîst bû heta 31.12.2007an referandum li ser çarenivîsa navçeyên nakokî li ser encamdaban. Madem nehat kirin, xetayê hikûmeta Iraqê ye ne ku yê aliyê kurdan. Niha jî ne maqule ku ew navçeyên ku piraniya rûniştvanên wan kurd in, deng nedin hebûna navçeyên wan ên li ser Kurdistanê.

Şaşitiya dûyemîn ku min berê jî behs kiribû  û dûbare li vê derê bi bîrtênim, ew e ku kurdan şaşitiyek mezin kirin ku ew navçeyên welatê xwe xistin nava guftûgoyan. Ji ber ku hemû belgeyên dîrokî û coxrafî, Kurdistanîbûna wan navçeya îspat dikin. Şaşitiya ji vê mezintir jî ew e ku kurd wê demê ewqasî bi hêz bûn, di dewleta dezgeh û hêza hilweşiyayî ya Iraqê de, ji bo vegerandina wan navçeyan behsa demografiyê kirin neku coxrafiyê. Ango nehiştina sîstema bi erebkirinê û piştre jî vegerîna (Di rastiya xwe de ev ne vegerandine, belkî rizgarkirina xaka Kurdistanê ye) wan navçeyan a bo ser Herêma Kurdistanê. Meseleya demografî, derdor û xelkê resen, tiştek bû û li hestê Amerîkiyan dida. Ji ber ku Amerîkiyan bi xwe li Amerîka pirsgirêk ligel meseleya resen hene.  herwekî nivîskarekî Rojavayî di van demên dawiyê de di rojnameya Le Monde Diplomatique wiha nivîsandibû; “Şerme bê gotin dîtina Amerîka, ji ber ku berî Rojavayî biçin Amerîka, mirov û komeleya mirovan li Amerîka hebûn û dijiyan.”

Raste rejîmên Iraqê ji ber guherîna demografiyê, dixwestin sînorê coxrafîk ê Kurdistanê biguherînin, lê wê demê û niha jî ji ber wergirtina wan navçeyan a di warê coxrafî de, demografî wan navçeyan rast dike. Piştre kurdan pirsgirêk ligeh hebûna neteweyek cûda li ser xaka Kurdistanê nîne, belkî pirsgirêk ligel diyarnekirina sînorê welatê xwe hene. Ev jî ji salên 1960an heta niha kirokiya pirsa kurd e.

Pênaseya herî rast a ji bo dewleta Iraqê jî ev e, dewleta federalî ya Iraqê dewletek ji du welatan pêkhatiye: Kurdistan û Iraq. Pêwîst bû ev yek di destûrê de hatiban bi cih kirin, min jî weke netewperwerekê di dema nivîsîna destûra Iraqê de gelek behsa vê yekê kir. Lê ti kesekê guhdariya me nekir, encama wê jî pirsgirêkên niha û bê ne. (Ji Rûdaw)

* Sernivîskarê rojnameya Rûdawê