Serrûpel Nivîskar Dibêjin kê kiriye, nabêjin kî miriye

Dibêjin kê kiriye, nabêjin kî miriye

Belav bike

Rêya ferasetên hemû aliyan wê kengî bi ser gûndê Roboskiyê keve? Hele carê herin ji dayik û bav û bra û xûşkê qurbaniyan bipirsin, çiqas girînge ku îstixbarat ji Emerîkayê hatiye an çavkaniyên milî hatiye?
Qiymeta xwe çi ye? Xizmên qurbaniyan, ku îstixbarat ji çavkaniyên milî hatibe, dike çavên we ramûsin an tûka rûyê we yê reş bikin? Em bibêjin îstixbarat ji Emerîkayê hatiyê, dayika reben a ku bêsedem kûrê wê hatiye qetil kirin, dike ew destên we yên qirêt, ku ji ser serên gundiyan de bombebarandin, ma hûn dipên ku ên were efû kirin? Ma ku ew efû bikin jî Xwedê efû dike?
Çendake, li ser komkujiya Roboskiyê gengeşî sor dibin. Her alî yên din derewîn derdixîne lê hîn jî rastî derneketiye holê. Rojevê, mijara komkujiya Roboskiyê îşgal dike lê li ser esasekî rastîn nameşe.
Sazî û dezgehên ku berpirsyar xuya dikin, di vê bûyerê de rûreşiyên hev derdixine holê. Yanê dizê
encûra zivistanê derdikeviye holê. 
Niha ku mirin qewimî şûnda, ha wî kiriye ha êdin. Helbet ferq dike ku kê kiriye, dema ku berpirsyar hatin cezakirin bi wateye. Tenê te ew kir min va kir çira bes e? Yanê li vî welatî “edalet” tenê navê jinan e. Kengî ku feqîr û fiqareyek bê emrê Xwedê mir, hesabê were dîtin? Bi taybet jî kengî yên ku mir/in ku Kurd be jî wê edalet bê şopandin û heq bê tecelî kirin?

Kengî wê bê fehmkirin ku, 34 gûndî kuştin, ji çend sîle avêtina qeymeqamekî xirabtir e. Bi kuştina 34 xortan ti kes hîn nehatiye girtin, lê bi çend sîle avêtina qeymeqamekî, li gûndekî mêr nehîştin, girtin û hepiskirin.
Herin li Roboskiyê, vê rastiya dilsoj ji ew rebena re vebêjin, ku hîn çilkek wîjdana we maye. Hûn çi bi rojan, di her qadê de, di çapemeniyê de bigre heta kolanan li ser mijara binfilitî her diçe agir bi dilê dayik û bav û bra û xûşkên qurbaniyan dixin.
Li gûndê Roboskiyê her tişt pirr zelal e, tinê xwe mewestînin, me seh kir, derdê we av şêlî kirine lê hûn vê rastiyê zehf baş zanin, dema ço li nav av tevdanê kişiya, av bixwe, xwe zelal dike.
Va 146 rojin ku armanca we ne av zelal kirine, her tim bi tevdanê av şêlî kirine. Hûne kengî çoyê xwe ji nav ava Roboskiyê bikişînin ku ew ava zelal, wek eynikê ew rûyê we yê reş riya dinya alemê bide.
Tinê xwe mewestînin, rebenên gûndê Roboskiyê, hema li ser cihê ku hûn avê tev didin û şêlî dikin sekinîne.
Tevdana we, ava Roboskiyan a helal û zelal nikare şêlî bike. Rastiya jiyanê hîn avê berevajî naherikîne. Teqez roj wê bê, masûmiyeta 34 xortên Roboskiyî, wê avê li ser we bibire û we bimiçiqîne. Heta hûn xwe bi avê gihînin ku wîjdana we a tineyî neteqe jî, çavên we wê wek beqekî, wek bombeyê we li ser rûyê we biteqe.