Serrûpel Nivîskar Prof. Dr.

Prof. Dr.

Belav bike


Nizanim kî?

Behsa kîjanê bikim, kîjanê nekim?

Ewqas pir in ew prof. û doxtorên ku ji bo nav û tîtilên xwe dikarin hezar teqleyê bavêjin. Hinek ji wana yek têr nekiriye çend dr. bi nav û şanê xwe va kirine.  

Mîna Prof. Dr. Dr. filankes!  

Yek ji wan dr.an were jibîrkirin, neyê nivîsandin û gotin, wey delîl li halê we!

Wê bibe xerebalix û xirecira van zatîşahaneyên dîn û harên şanên xwe heta ku wî dr.ê jibîrkirî li pêş nav û şanê xwe bidin nivîsandin û gotin.

Zanîngeh jî bi awayekî sazî û dezgehên dewletê ne, sîstemê ne. Kêm ji wana hene ku xweseriya xwe parastine, parastibin di nava vê sîstemê da li cîhanê.

Kêsên ku payeya dr. û profiyê bigire, pêwist e pêşî têza xwe binivîse û di jêr navê “bêlayeniyê” da zêde têkilê berjewendiyên dewletê nebe, li dij ranebe, heta ku bikare vê payeya prof û doxtoriyê bisitîne, ji heyetazanist a zanîngehê, yan jî ji profeke/î wê.

Yanê bi gotineke din wê çavên xwe bigire, bikirpîne ji kirinên sîstemê ra, yan na wê nikaribe wê payeya profiyê, doxtoriyê bisitîne. Di quncek û hevokeke her têzadoxtorî û profiyê da çavkirpandinek heye ji sîstemê ra!

Yan na wê nikaribe wê tîtila bi “navûdeng” bigire. Heke çav nekiripîne, li ser sinciya zanist û rastiyê bimîne jixwe wê ji zanîngehê bi gotineke din ji akademiyayê bête qewitandin.

Ji Sokrates heye îro kesên ku dersîstem bûne, ji “akademiyayê” qewitîne pir kêm in. Mîna cewher in. Nirx, sinc û rêbaza zanistiyê jî ew cewher in. Neku memûrên sîstem û zanîngehê ku ji garanekî pirtir in. Di nava wê garanê da tektûk rêzdarên awarte hebin jî îstîsnayê xirab nakin.

Kêm înstîtûsiyon û zanîngeh hene li cîhanê ku kep û cûbbeyên “zanistiyê” li sîyasetmedarekî, heta li dîktatorekî nekiribe, fexrî doxtorî û profesoriyê nedabiyê.

Tenê ev mînak têr dike ji bo têkiliya sift û organîk a di navbera sîstemên dewlet û zanîngehan da. Dîsa ev mînak bersîveke têrker e di pirsa:

Ka zanîngeh çiqas xweser e ji sîyasetê?

Ji ber vê jî min hîç hez ji tîtilên prof û doxtoriyê nekiriye. Ne ji çavnebariyê, ji ber gumana min a li ser wan tîtilan ku ne xweser in ji sîstemê.

Min analîz û xebatên wan prof û doktoran her tim bi şik û di nava geloyan da xwendine.

Min piranî ji wan jî temam nekiriye, nîvçe mane xwendina têzên wan zatîelîyan.

Xwesma ku ew têzên wan di derbarê pirsa kurd û Kurdistanê da be, li ser ziman û kultûra kurdî be, heta dawî min nekariye temam bikim, heta xwendina hinek ji wan di çend rûpelên serî da mane.

Hê di pêşgotinê da bi eyarên zirav ketine nava hewldanên biçûkkirin û rûxandinê û di bin navê daneyên zanistiyê da dayîna dezînformasiyonan û bi saya van dezînformasiyonan xwestine kurdan întegreyê sîstema dagirkeriyê bikin.

Ev doxtor û profesorine çiqas xwestine û hewl dane ewqas jî xwe hetikanidine û tewîz dane ji rêbazên zanistiyê. Têz, xebat û zemanên xwe derxistine bazarê.

Biqasê firotin û bazarkirina raman û berhemên xwe qisimen yan jî temamen li ba sîyasetmedaran, ferq nake carinan jî li ba tîran û dîktatoran cî girtine.

Ne pêwist e ez behsa zenîngeh û prof. dr.ên tirk bikim, ku bûne milê pêncemîn a dewleta xwe, ku her carê bi têz û teoriyên sexte tên hewara dewleta di nava qeyranê da. Tu çiqas wan eşkere û rexne bikî, ne xema wan e, ne şerma wan e her qirçeqirça benîştê wan e!

Yanê tu tûfê rûyê wan jî bikî, ew dê dîsa jî bêjin: “Yarebî çok şûkur!”

Di gel zanist û prof.ên hêja,  gelek prof û dr.ên xwe radestê sîstem û dewletê kirine jî, hene li Ewropayê.

Wek ên tirk, lê bi cûdahiyeke mezin ku vana teoriyên xwe bi hostayîyeke zirav dihonin. Zûbizû meriv rast li defikên di nava hevokan da veşartî nayê, heta ku meriv careke din liwan hevokên rovîyane venegere.

Yek ji wan jî, Prof. Dr. Martin vanBruinessenê Hollendî ye.

Brussenesê ku wek „kurdolog“, „dostê“ kurdan tê naskirin bi salan e. Wek pispor tev li semînar û konferansên kurdî dibe û li ser van mijaran pirtûk û têzan nivîsandiye.

Ji bêçareyiyê ye, çi ye? Nizanim. Jixwe em kurd miletekî êcêb in. Xwesma yeke/î  biyanî  li ser me çend gotinên ku baş û dost dixuyên bêje, em wê/wî li ser postê hevirmîşli quncika herî sereke didin rûniştinê, rê li ber dikin otoban heta ku rojek tê ew çovê xwe li serê me dixe.

Prof. Dr. Martin van Bruinessenî berê bi çendekî di konferanseke kurdî da li paytexta başûrê Kurdistanê Hewlêrê got „Ez qisimen tevlê gotinên cîgirê serokwezîrê tirk dibim ku gotibû; `zimanê kurdî ne zimanê medeniyetê ye!´“

Meriv ji zimanekî ra bêje ew ne zimanê medeniyetê ye, pê îlim çenabe! Pêşînen wî zimanî reş û biçûk dike û ev nêzîkayî dibe nêzîkayîya kolonyalîstan. Min di nîvasa xwe ya li jêr navê „Zimanê barbaran“* da rexne li wan gotinên cîgirê serokwezîrê tirk kiribû.

Bi navê zanistiyê heke meriv rabe qisimen be jî, tevlê wan gotinan bibe, meriv qisimen dibe zanistê kolonyalîstan, paşê ha we dît temamen li cem siyaseta kolonyalîst cî girtiye!

Ez dê bi kitekit nekevim nava bersivdanê ji bo Prof. Dr. Martin van Bruinessenî.

Analîst û dr.ên hêja yên kurd jî hene ku bersîv didin û wê bidin Bruinessenî.

Tenê pirsekî min heye ji bo Prof. Dr. Martin van Bruinessen:

Zimanê hollandî berê 500-600 salan di çi rewşê da bû, îro di çi rewşê da ye?

Çima?

Li ser min ne peywir e, ji zanayekî ku tîtila prof. û doxtoriyê girtibe re rê û rêbazên zanistiyê dubare bikim.

Du bêjeyên 180 derence ji hev cûda hene di vê meseleyê da:

Yekem bêjeya: „Divê kosp, asteng, mendele û hemû cûreyên asîmîlasyonê ji pêşîya zimanê kurdî bên rakirin, daku bi vî zimanî ji perwerde, zanist û heta dewletê hemû tişt çêbibin.“

Duyem bêjeya: “Zimanê kurdî ne zimanê medeniyetê ye, pê îlim çênabe!“

Bêjeya yekem a zanistiyê, ya duyem a kolonyalîzmê ye.

Heke tu qisimen tev li yek ji wana bibî, qisimen diçî ser wê xetê.

Li gorî hewl û xîreta xwe jî ya temamen diçîser wê xetê yan jî jê vediqetî, li demdirêjiyê.

Yek ji gotinên zirav a Prof. Dr. Martin van Bruinessenî jî ev e, ku di konferansa navborî da dibêje:

“Kî xwe çawa hîs bike ew e.”  

Ji kîjan alî û rêbazên zanistiyê binihêrî rast e ev gotin.

Lê bi mercê ku kî çi be, ew be.

Yanê em bêjin şêr xwe wek şêr, ker xwe wek ker hîs bike rast e ev gotin.

Lê dema şêr rabe wek ker bizire, ker jî wek şêr biore, ev şaş e, berevaciyek, nexweşiyekî derûnî heye di vî îşê da.

Zanist pêwist e ne tenê şêrbûn û kerbûnê bîne bîra wan, divê wan sax jî bike.

Iro gelek kurd ji ber sedemên naskirî xwe wek “tirk” hîs dikin.

Li gorî gotina ziraveyarkirî ya Prof. Dr. Martin van Bruinessenî, ew kurdên ku xwe wek „tirk“ hîs dikin, “tirk” in.

Vaye ji we ra resen gotineke ku bi temamî bi gotina îdolojîya fermî ya tirk ra yekane bûye.

Çi dibêje îdolojiya fermî ya kolonyalîstên tirk ev 85 sal in:

“Her kesê ku xwe tirk hîs bike û wek hevwelatiyeke/î tirk bi ser dewleta tirk va be ew “tirk” e. Heta li gorî vê xurafeya îdolojîk tirkên heqîqî jî ew in; tirkên ji tirkan tirktir!

Di pişt vê perdeyê da jî ew sûcê giran a “tirkkirin” a dewleta tirk û wek “tirk xwe hîskirina hin kurdan hene.

Ji roja ku rojavayiyan destên xwe xistine nava pirsgirêka Kurdistanê heya îroj; ne ewawirên wan ên şîn ên sar û mat û ne jî ew gotinên wan ên ziraveyarkirî qet germayî ûbaweriyê nedane min.

Emaila min a nû:

evdiladr@hotmail.de
___________

*Evdila Dirêj, Zimanê barbaran,
www.gelawej.net