Balyozê Emerîkî di hevdtîna ligel Serokê Herêmê de, pêşketin û destkefinên li Kurdistanê di bin Serokatiya Serokê Herêmê de bilind nirixand. Balyoz da diyarkirin ku “Ya balkêş serkeftina giyana mirovê kurd e div ê herêmê de ku, wê giyanê wisa kiriye herêma Kurdistanê senga xwe ya tatybet di Îraqê de hebe û hemû aliyên din li Îraqê jî hest bi bi wê rastiy bikin, di derfetên ti kesî de nîne wêneyê herêma Kurdistanê naşirîn bike. Ji ber hindê hebûna kurdistaneke wisa bala hemû welatan dikşîne ku ev jî ji bona zêdetir giringîdan bi herêma Kurdistanê baştirîn mîsogertî ye” Her weha di vê hevdtînê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Balyozê Emerîka James Jeffrey rewşa siyasî ya li Îraqê û qeyrana ku niha Îraq tê re derbaz dibe gotûbêj kirin.
Avestakurd