Serrûpel Nivîskar Nijadperestiya bê sînor

Nijadperestiya bê sînor

Belav bike
  

Wezareta Daristan û Hawirdorê, çima ku di navên ajalan de, di lîteratûra zanistî a navneteweyî de “kurdistan” û “ermenistan” derbas dibe, vê “dabeşker” dibîne û ji bo aramî û bextewariya civakê nava diguherîne. 

Komeleya Bazîdê di sala 2005 an de kampanyayekê lidardixîne. Armanc, li wê herêmê cînsekî roviyan dijî û ew cînsê roviyan bi wendabûn an tinebûnê re rû bi rû ne, û komele dixwaze bi kampanyayê pêşiyê lê tinebûna roviyan bigre.

Roviyê ku pirranî li derdora Agirîyê dijî, navê wan di lîteratura zanistiyê de Vulpes Vulpes Kurdistanica’ye. Heta vira  her tişt normal e, lê a mirovan matmayî dihêle ji vir û wê de destpê dike.

Wezîrê Daristan û Hawirdorê yê wê demê Osman Pepe, ji bo vê dest bi xebatekê dike, lê ji ber ku di navê ew roviyan de  peyva Kurdistanê derbas dibe, û vê jî li dijî hesasiyeta civakê a dabeşker, rûxîner û cudaxwaz dibîne, di navê rovî de  Kurdistanê derdixîne. Êdî navê roviyê gevez tenê Vulpes vulpes e.

Bi vê jî nasekine û navê mîha kovî a Anatolyayê ku di lîteratûra zanistî de Ovis armeniaca derbas dibe, dike, Ovis orien anatolicus, navê şûl (karaca) Capreolus capreolus armenius jî dike Capreolus capreolus capreolus. Yanê ku di nave kîjan ajalî de “kurdistan” û “ermenîstan” derbas dibe, vê xetere dibîne û dibêje ev navana di nav civakê de wê nakokiyan derxînin, welêt dabeş bikin, birûxînin û aramiya civakê birevînin.

Ew bûyera sosret bi BBCyê re jî dibe mijara qerfan û nûçeyeke bi sernivîsa, “Tirkiye ajalên “dabeşker” nûve binav dike”  diweşîne, “sê ajalên ku li herêma Tirkiyê dijîn, bi hinceta, di navên ew ajalana de Kurdistan û Ermenistanê referans nîşan dide,  hat eşkere kirin ku navê wan ajalana tên guherandin!”   

Heta vira hûn şaş û mat man lê neqediya, hûnê niha jî zimanê xwe yê  biçûk daqultînin.

Li ser vê, wezaretê di sala 2005 an de gavên bingehîn avêtine û hîn jî li ser ev esasana xebat û lêkolîn dimeşin.

Zanyarekî ku bixwaze di mijara bîolojî, zoolojî an botanîkê de lêkolînan bike, pêwiste destûra wezareta daristan û hawirdorê bistîne.

Dema destûr tê standin, taahûtnameyekê didine ber zanyaran. Ew taahutname wisa ye:

“Li Tirkiyê lêkolîn û xebatên ku ez dike bikim û di encamê de cureyên nû yê ku ez dike kişf bikim, (ajal, gîha, yên darê  piştê tinene (bêomurga) tê de) ez taahhût dikim ku, li gorî hesasiyetên Tirkiyê nava bidimê, ji navên ku li Tirkiyê wê rê ji  înfialê veke ez ê birevim, yên, rûxîner, dabeşker, cudaxwaz, navên tenê nijadekê, mezhebekê, îdeolojiyeke siyasî, cudatiya reng û   cînsiyetê dike û aramî û bextewariya civakê direvîne, ez nadime ajalan û vê taahhut dikim. Ger ez li ser taahuda xwe nesekinim,  ez qebûl û taahhut dikim ku ez ê 1.000.000 Avro ceza bidime dezgeha ziviroka wezaretê.”

Belê, êdî hewcehî bi gotinê dike. Haaa, gelo zimanê we yê biçûk çi bû?   We daqultand.