Serrûpel Nivîskar Diyaloga li ser rê

Diyaloga li ser rê

Belav bike

Li perava vê jiyana bi valahiyê mişt, bi razên xeybê têr, du mirov li hevdu rast hatin. Her yek bi navekî cûda bû, bi reng û xuristiyên din bû, bi taybetmendiyeke xwezayî bû. Herdu di vê jiyanê de li tiştekî digeriyan; li hêviyekê, li evînekê, li armanceke mezin, ji bo xwe tê de bibînin, nasbikin. Ew weke du mirovên tiştekî xwe winda bikin, û di laberenta vê cihanê de lê digeriyan. Em dema wan nizanin, ne jî li ser kîjan zemînî hatin vê cihanê. Jiyangeriya wan ne diyar bû, ji berku ti carî li ser xwe nedaxifîn. Bê vîn bi hev re ketin rêyeke dirêj. Rêyeke dawiya wê xuya nedibû. Dibe ku tew bêdawî bû, lê ji dûr ve taristank xuyadibû. Mecbûr bûn bi hev re baxifin, berkî westa rê çîşkî li xwe sivik bikin, sixbûna ramanan di mejiyê xwe de sêrek bikin, û tirsa dawiyan li pêş xwe belavbikin. Wan li ser tiştekî tenê li hev kiribûn, ku diyaloga wan di razê de bimîne, bi wan re here gorê. Wan bi hev re digot, diyaloga me parçeyek ji raza me ye, xeyne me bi kesekî negereg e. Lê yek ji wan, ê bi navê Sergon bi rêve mir. Yê din, ê bi navê Dizgûn li ser peymana wan nema, û diyalog aşkere kir. Herweha, weke hûn giş dizanin, mirovên zindî xiyanetê dikin ne yê mirî. Dizgûn xiyanet bi hevalê xwe re kir, û ew diyaloga wan li nav zanan û nezanan weşand.

Xwendevanên hêja: Van diyalogan bixwînin, û li dawiyê yan hûnê nifiran li Dizgûn bikin. Yan jî hûnê wî efû bikin. Lê ji bo hûn bizanibin, ew bê mal e, bê edrês e. Ew li dervayî gund û bajarên we ye. Tew dibe ku êdî koçdawî bûbe.  

I.EVÎN

Sergon: Tu zanî.. evîn miroveke, em di giyanê xwe decpeydadikin. Loma em nikarin jê dûr kevin, heta yek caran em dixwazin li hember bimirin ji bo ew zindî bimîne.

Dizgûn: Raza evînê ya mezin, ew pirtûkeke kes nagihîje rûpela wê ya dawiyê. Ji ber ku bê dawiye.

Sergon: Tu ne bi min re yî dosto? Evîn.. me ji şer durdixe, ji gunehan pak dike?

Dizgûn: Belê.., evîndar bê guneh dimire, ji ber ku arê evînê yê di dilê wî de gunehên wî  dihelîne.