Serrûpel Nivîskar Malikî û Talabanî di senaryoya Brzezinski

Malikî û Talabanî di senaryoya Brzezinski

Belav bike


Stratejîst û kevneşêwirmendê Asayişa Neteweyî ya Emerîka Zbigniew Brzezinski di dawiya salên notî de sîmaya rewşa nû ya cîhanê bi awayekî pêşbînî kir, ku pêdiviya cîhanê bi cengeke din e daku nexşeyeke siyasî ya nû li gor rastiya balansê hêzâ piştî nemana komunîzmê bê dariştin, her di encama wê cengê de jî naveroka wan hêzan tê valakirin, ku ji ber bêîstiqrarbûna wan a di dema şerê sar de siya wan li wan mezin bûbû.

Her wî wextî wezîra derve ya Emerîka ya wê demê Medlin Olbrait jî got ku dê nave Cenga Sêyem a Cîhanê ‘’Cenga Terorê’’ be. Wek wezîra derve ya Emerîkayê amaje pê da, dê Cenga Sêyem a Cîhanê bi tevahî ji cenga yekem û duyem cuda be, meydana şer ne diyarkirî ye û beşê herî zêde dê veşartî birêve biçe, dema wê jî dirêjtir dibe, amûrên şer jî wek yên din dê ne tank û zirhpoş bin. Zêdetir dê zanyariyên sîxurî û manorayên siyasî role xwe bibînin.

Amajeyên nav axaftinên Olbrait û Brzezinski wê yekê pêşan didin ku tevgera wê cengê tenê dê di destê aliyekî de be, yê wî şerî bibe jî misoger her ew alî dibe, her ew bi xwe jî rê û rêbazê bûyeran control dike, arasteya lîstikan destnîşan dike, ka ber bi ku de dice? Çawa û kengî be?.

Di rewşa niha de Rojhilata Navîn bûye dika şanoya beşekî wî şerê ku nexşe jêre hatiye kişandin, ku bi mekanîzma û manorayên cuda cuda û lîstîkvanên cuda tê encamdan û rol tên dabeşkirin.

Milmilane û keşmekêşên vê dawiyê yên dosya lêxistina Malikî jî beşekî nav wê zincîra dirêj in, pirsgirêk jî bi awayekî konkrêt bi paşeroja rejîma Esed ve girêdayî ye, bi taybetî jî ku di vê dawiyê de hikûmeta Malikî bi awayekî eşkere piştgiriya rejîma Beşar Esed kiriye.

Div ê navberê de jî hevkêşeya herêmayetî û navdewletî ya dosya standina baweriyê ji Malikî bi ser du cepheyan de dabeş bûye, cepheyek Tirkiye, Qeter û Erebistana Siudî ye, û piştgiriya hewldanên pênc aliyên İraqî dikin bo xistina Malikî, cepheya din jî Îran û Sûriye ne ku Malikî nûnertiya berjewendiyên wan dike. Aliyên Kurdî jî ku di vê lîstikê de bûne du cephe, dive şabaşa yekalîbûna milmilaneyê yan ji Emerîka, Qeter, Siudiye û Tirkiyê wergirin, ku Barzanî, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî grevê li ser vê cepheyê dikin, an jî ji Îran û Malikî, ku Talabanî bi jiderbxistina projeya standina baweriyê ji Malikî ji xwe re misoger kir. Herwiha li ser dosya Sûriyê jî ev herdu cephe xwe didin xwiyakirin, Tirkiye dixwaze bi rêya Barzanî kontrola Kurdistana Sûriyê ya piştî Esed bike, Îranê jî hemû giraniya xwe xistiye tevgerê daku bi rêya PKK û heta astekî hinek xetên nav YNK-ê temenê rejîma Esed wek yê Malikî dirêjtir bike.

Tevgera Goran jî, bi hinceta boykotkirina hemû proseyê dixwaze helwêstekî hevşêwe di berjewendiya Malikî de werbigire, nikare xwe ji vêna veşêre, xweş be û tirş be, helwêsta wê di xaneya berjewendiyên Îran, Malikî û Sûriyê de ye.

 

Bootan Thaseen

Iraq- Kurdistan Region- Erbil

Versailles Co. Director

www.bas-news.net

+9647504555989

+96477-3642424