Serrûpel Nivîskar Têgîn û biwêjên Gogapê

Têgîn û biwêjên Gogapê

Belav bike

TÊGÎN Û BIWÊJÊN GOGAPÊ

Hewl û Hêrîş(Atack): Ji bo gol avêtinê, di nav rêzikên gogapê[1] de kirinên her çalakiyan e.

Derve(Out): Bi hêla gogvanên[2] dijberî[3] ve ji ser derwazê[4] an jî ji xêza derwazê heta xala qunc û qorînê davêjin derveyê. Ji piştê wan bûyeran gog ji qada[5] cezayê bi aliya derwazevan[6] ve an jî bi aliya gogvanek ve tevlî lîstikê dibe.

Parastin û Parêzvanî(Defence): Ji bo armanca parastina derwaze ye. Ligel vê yekê lîstin û taktîkên xwe ji bo tîma hember gol nevêje derwazê wan. Ango li gor rêzikên gogapê astengiyan gogvanên dijberî dike.

Ajotina Gogê(Ball Dripling): Bi pêyê hûndir û bi pêyên derve ve ligel lêxistinên bîçûk ve ajotina gogê ye.

Bi Dest Lîstin(Handball): Di gogapê de ji bilî derwazevan bi dest lîstin nîn e anku qedexe ye. Yanê heke werzişvanek[7] gogê bi li gor armancek, ji bo sûd wergirtin û berjewendiya tîmê xwe û guherîna gogê bi dest ve lêxe dawerê[8](referee) pêşbazî ligel fîqê xwe ve lîstikê dirawestîne û gogê dide tîmê ku mafê wî hatiye xwarinê. Ew tîm jî bi lêxistina serbest ve gogê dixe lîstikê.

Xeletî û Tevgêra Derveyê Rêzikê(Faul): Gogvanê dijber re tevgêra xeletî kirin e. Ne tenê tevgêra şaşîtî kirin e dibe ku bi tevgêra derveyê rêzikê ve nêzîkbûyîn e jî.

Avêtina Serbest û Friqîk: Tîmê ku dûçar bûna xeletî ma ye ji bo maf parastîna vê tîmê bi avêtina serbest ve destpêka lîstikê dike. Gogvanên ku xeletî kiriye, di dema avêtinê de dîvê 9.15 mitro dûrî ji gogê bibin.

Gol: Dîvê gog bi tevî ve ji xêza derwazeyê bikeve hûndîrê.

Qûncê û Qorînê(Korner): Ji aliya gogvanên parastinê ango ji hêla derwazevanê, ji xêzên tenîştê(xêzên derwazeyê) gava gog derkeve derveyê di vê encamê de ji aliya tîmê hêrîşê gog ji xala qûnciyê tevlî lîstikê dibe.

Gogdayînê û Goggihaştinê(Pas): Gogvan, gogavêj[9] û her lîstikvanê qadê, gogê di her teşeyê de dide, davêje û digêhîjîne hevalê tîmê xwe re. Derwazevan an zêrevan jî(ji bilî qada cezayê) dikare gogdayîn û goggihaştinê bike.

Avêtinek Têkûz(Penaltî): Gogvanên parastinê ango derwazevan di qada cezayê de gava tevgêriya derveyê rêzikê bike an jî lîstikvanên dijber yên golavêjan re xeletî were kirin li ser vê encamê cezayek penaltî tê dayîn. Ev ceza derwazê re avêtinek direct, rast û têkûz e. Golbûna vê avêtinê %50 û li serî gol dibe.

Avêtina Qeraxê(Touch): Bi gelemper gog ji tenîşta qadê û yarîgehê[10] ji aliya tîmek an werzişvanek derdikeve derveyê. Piştê vê yekê yarîzanek din(yarîzanê dijber) vê gogê di her dû destan ve ji ser serê xwe û li ser pêyan têdixe lîstikê.

Wole(Vole): Ew têgîn jî bi zimanê engîlîzî ye. Dibe ku wateya wî ev be; gava gog hê neketîbe qadê li hewayê dubare tê lêxistinê.

 

 



[1] Gogapê-gogalingan: football

[2] Gogvan: lîstikvan, player

[3] Dijber: reqîb

[4] Derwaze: qela,

[5] Qad: yarîgeh, seha

[6] Derwazevan: qelaparêz, zêrevan

[7] Werzişvan: lîstikvan, player, sportvan

[8] Dawer: hekem

[9] Gogavêj: kesê ku gog davêje hevalên xwe an pasavêj

[10] Yarîgeh: qad an jî seha