Serrûpel Nivîskar Li Amedê sêdarên berbanga havînê

Li Amedê sêdarên berbanga havînê

Belav bike

Rastî miriyan dihatim

Kirasên spî kiribûn ala

Tev li sêdarên xwe dimeşiyan,

Axînên di dil de mayî

Dibûn topên bêdengiyê

Li ber bedenên te diteqiyan…

(Amedya.. R.D)

 

 

28-ê Heziranê…

Di berbanga sibê de

Kalekî 70 salî ber bi sêdara xwe ve dimeşiya..

 

Kurdekî welatparêz û muslumanekî ji dil bû. Şêxê neqşîbendî bû, bi hezaran murîdên wî hebûn. Serokê rêxistina Azadî Xalidê Cibrî bûrayê wî bû. Têkiliyên wan xurt bûn. Ew jî bibû endamê rêxistinê û beşdarî civînan dibû. Piştî girtina rêvebirên sereke yên rêxistinê Xalidê Cibrî û Yûsûf Zîya, rêxistin bê serî mabû.. Bar li ser milê Şêx Seîd mabû..

 

Rejima Îttîhat Terakiyê bi dû Şêx Seîd ketibû. Dixwestin wî jî wek Xalidê Cibrî û Yûsûf Ziya bê his û deng bigrin û wenda bikin. Şêx Seîd di wê hişmendiyê de bû. Loma nedixwest xwe bide dest. Teslîmbûnê qebûl nekir, xwe spart nava gel. Gelê Kurd li dora Şêx Seîd diciviya. Ev însanê rûsipî ji bo wan bibû nîşana serîhildanê..

 

Şêx Seîd hinceta nerazîbûna xwe ya ji rejima Îttîhatî Terakiyê re wisa vedigot:  “ Tiştê ku me û Tirkan bi hev ve girê dida bi tenê dîn mabû, hukmata Tirk dîn jî ji holê rakir û êdî tiştekî ku me bi hev ve girê bide nemaye.” Şêx Seîd him daw û doza mafên Kurdan dikir, him jî dixwest rejîmeke musluman saz bike. Yanî him li kurdbûna xwe xwedî derdiket him jî wek sîstem şerîetê diparast. Li ser rêya şerîetê dimeşiya.

 

Şairekî Tirk dibêje: “Li cem osmaniyan lîstok pirr in.” Mustafa Kemal jî ji nav artêşa osmaniyan derketibû, bi dek û dolabên osmaniyan gelek baş dizanibû.. Ji ber wê, berî ku Şêx Seîd amadekariya serîhildanê bike, di destpêka sibata 1925-ê de li Pîran provakasyonekê li dar xistin û serîhildan bi awayekî bê amadekarî teqiya.

 

Ne tevgereke bi rêk û pêk bû. Herkesî ji aliyek ve îsyan dikir. Koordînasyon qels bû. Ji ber ku birayê wî di hepisxaneya Diyarbekirê de ye, Salih Begê Hênî zor dide Şêx Seîd ku bavêjin ser bajêr. Lê li gorî Fehmî Bîlal ku sekreteriya Şêx Seîd dikir, ev ne tiştekî lezgîn bû. Gava biryara dorpêçkirina Diyarbekirê derdikeve, Fehmî Bîlal hêviya xwe ji tevgerê dibirre, ji wan diqete û berê xwe dide bin xetê. Dîrok fehmî Bîlal mafdar derdixe.. Şêx Seîd û hevalên xwe li ber sûrên Diyarbekirê têk diçin..  Eskerên Tirk gund bi gund navçe bi navçe, bajar bi bajar dest bi wêrankirina welat dikin. Bi hezaran kes tên kuştin. Bi hezaran kes di girtîgehan de dimînin. Bi hezaran kes surgunî bajarên Tirkan dibin û carek din venagerin.. Roma Reş bi zumla xwe careke din dîrokê dinivîse..

 

Şêx Seîd û hevalên pê re mabûn berê xwe didin serhedê. Dixwazin sînorê Îranê derbas bikin lê rejima Tirk ji her alî ve pêşî li wan digre. Hemû rê û dirb li wan hatine girtin. Ji bilî teslîmbûnê çareyeke din ji wan re namîne.. Di dawiyê de bi têkiliya hevlingê Şêx Seîd Bînbaşî Kasim, Şêx Seîd û hevalên pê re, di 15-yê Nîsanê de li ser Pira Evdirehman ya di navbera Mûş û Gimgimê de (Varto) teslîm dibin. 

 

Piştî rêwîtiyeke bîst rojî, di 5-ê meha gulanê de Şêx Seîd û hevalên wî di Deriyê Mêrdîn re dixin nav bajarê Amedê û heta Derê Serayê wan bi awayekî dest û ling girêdayî di nav xelkê re dimeşînin. Heta roja îdamê di hepisxaneya hundirê serayê de dimîne. Ji xwe di ser re zêde wext derbas nabe, di 28-ê hezîranê de, li derveyî Derê Çiyê sêdaran li dar dixin, li gorî ku tê texmîn kirin, li şûna Nexweşxaneya Alman ya niha ku heta demeke berê wek sînemaya yenîşehîrê dihat zanîn, Şêx Seîd û hevalên wî îdam dikin.

 

Li gorî tê qal kirin, piştî ku kindir dixin stûyê wî, berî îdama xwe bi Kurmancî wisa dibêje: “Ez ê niha xatir ji jiyana fanî bixwazim.. Min xwe ji bo gelê xwe feda kir, ez jê ne poşman im. Bitenê bila neviyên min, li hemberî dijminan min fedîkar dernexin.. ”

 

Hêvîdar im daxwaza wî bi cî were û nevî wî fedîkar dernexin..

 

Bila ruhê wî û hevalên wî şad be...