Serrûpel Nivîskar Serdana Serokê PYD’ê bo Herêm Kurdistanê

Serdana Serokê PYD’ê bo Herêm Kurdistanê

Belav bike

Di serî de dixwazim bêjim; vexwendina Herêma Kurdistanê bo Hevserokê PYD’ê Salih Mislim Mihemed û serdana wî bo Kurdistanê pêngaveke di cih de bû ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê. Ev tê vê wateyê ku Kurd dibêjin “Êdî bes e! Em ne yek bin ev kar naçe serî, dê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bibe qurbana nakokiyên ne di dema xwe de û dê bibe qurbana muxalefata Erebî ya Sûriyê ku dixwaze agirekî li bajarên Rojavayê Kurdistanê pêbixe û Kurdan di nava vî agirî de bişewtîne.” Ji xwe muxalefeta Erebî û Esed aşkere û bi dengekek bilind dibêjin “Em li dijî mafê gelê Kurd in!” Lewma ev hevdîtina îro li bajarê Selahedîn di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê PYD’ê Salih Mislim de pêk hatî girîng e û ji bo Kurdên Rojava jiyaniye! Çima girîng û jiyaniye? Li gor min, divê vê hevdîtinê di warê; siyasî, hêz, derûnî, erdnîgerî de bênirxandin. 1. Siyasî; em raman û nakokiyên xwe yên dibin egera encamên neyînî deynin aliyekî. Dema em tê re derbas dibin; yek helwestî, yek dengî, yek armanc, yek daxwazî ye. Em bigihin armancên xwe, paşê em di warê desthilatdariyê de, di warê avakirina hikûmetê de li ser qebûlkirina gel dikarin gavan biavêjin, ev jî navê xwe dengê gel in ku jê re dibêjin helbijartin. 2. Hêz; yekbûna hemû partî, rêxistin û komên Rojavayê Kurdistanê di dema niha de li dora siyasetekê ku gelê Kurd di bin banekê de kom dike û dibe eniyek xurt beramber hemû listikên li ser Kurdan tê kirin ku wan vale derbixe. 3. Derûnî; yek siyaset û yek hêz derûniya Kurdan rehet dike, moralê wan bilind dike, wan dûrî tirsa ji pêşerojê dike û li ser rêya daxwaza mafên xwe yên neteweyî germtir dike. 4. Erdnîgerî (Cografiya); erdnîgeriya Kurdistanê dorpêç kiriye, dema yek siyaset hebe, yek hêz hebe, derûnî di warê moralê bilind de be, wê demê dê siyaseta di berjwendiya gelê Kurd de vê çeperê bişkîne, dê Kurdên din jî nêzîkî hev bike ku ji wan re bibe rehetiyeke sînor. Ezmûna Herêma Kurdistanê li ber çave ku çawa di nava vê çeperê de siyasetê dike. Ev hevdtîna ku îro pêk hatî, li gor min dereng ma, pêdivî bû ji mêj de pêk bihatane. Lê, dîsa jî dema xwe ye, hêj rewşa Rojavayê Kurdistanê aloztir nebûyî, şerê navxweyî bi destê siyaseta derve rû nedayî pêk hat. Lê, rastiyek din jî heye ew jî ev e; divê hemû alî baş bizanin ku Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke zirav û nazik re derbas dibe. Ne PYD’ê ne jî partiyên din yên Kurdan bi propagandaya reşkirina li dijî hev, tewanbarkirina hev, bi siyaseta ‘ez tenê heme, siyaseta min tenê raste, tenê ez nûnerê Kurdên Rojava me’ ji bilî ziyanê tiştek din nade gelê Kurd. Divê hevguhdarkirin, hevqebûlkirin, rêzgirtin hebe û guhdarîkirin û ji hev ezmûn wergirtin hebe. Ne şaşe û ne şerme ku ji ezmûna Herêma Kurdistanê li gor mercên Rojavayê Kurdistanê bê wergirtin. Ev hevdîtina ku Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ligel Heyeta Rojavayê Kurdistanê pêk anî ku dê berdewamiya xwe jî hebe, ji bilî vê çarçoveyê nîn e ew jî; êdî yek helwesît bin!