Serrûpel Nivîskar Projeyek Lîstika Atletîzmê

Projeyek Lîstika Atletîzmê

Belav bike


NAVÊ PROJEKTÊ: DI HER POLÊ QUTABXANEYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DE LÎSTÎKA ATLETÎZÎMÊ

 

ARMANCA PROJEKTÊ: Ji pole yekê heta şeşê dîvê her qutabî atletîzîmê hez bike. Yan jî di nêvengê polê û qutabxanê de sazumana pêşbazîyên bişahî û biperwerdeyî kirin e.

 

Bingehê hêman ya atletîzmê; hunera lezahî, pihêtî, avêtin/dehifandin û xwe hilavêtin in. wan huner dikare di nav lîstikên atletîzîma zarokan be. Hêza fizîkî ne hewce ye. Ji bo wî her zarok gelek hêsan dikare beşdarî vê leyîstinê bibe.

 

Hilbijartinê beşên lîstîka vê atletîzîmê bi îmkan û derfetên dibistan û qutabxaneyan ve diguhere. Bi gelemperî ji lîstîkên atletîzîmê ya Nailî Moran BEBESTADê dikarin çend beşan hilbîjêrin.

 

Wekî mînak:

 

Li Gor Polan Çend Beşa Atletîzîmê Zarokan

BEŞAN

PLAN

LÎSTÎKÊN BEZ

1. û  2.

3. û 4.

5. û 6.

Lîstîka Qengûrû(Beza Biastengî)

X

X

X

Lîstîka Kêvjal(Beza Slalomê)

 

 

X

Lîstîka Formula -1 (Asteng+Slalom+Beza Rast)

X

X

X

Lîstîka Bibeze Bibeze (Beza Bipêhitî, qayîmî)

 

X

X

LÎSTÎKÊN XWE HÎLAVÊTÎNÊ

 

 

 

Lîstîka Qewzde(Qewzdanê Bendê)

X

X

X

Lîstîka Xwe Hilavêtînê Pêş

X

X

X

Lîstîka kulî(Qewzdanê Pêş-Paş –Li Rast-Li Çep)

 

X

X

Lîstîka Pêpelka Lez (Ritma Beza Qewzdanê)

 

 

X

LÎSTÎKÊN AVÊTÎNÊ

 

 

 

Lîstîka Armanc Girtin(Texteyek Armanc re Roket Avêtin )

X

X

 

Lîstîka Roket Avêtin(Banandına Rimê)

 

X

X

Lîstîka goga pîtros, çavneqanê (Cot Mil Bi Paş Gog Avêtin)

 

 

X

Lîstîka hilwesîn, rûxîn (Li Ser Çok Bi Pêş Gog Avêtin)

X

X

X

Banandina Lak/disk

 

 

X

Hejmarê Berhev Lîstîkê

6

9

12

 

Yarîgehên wan lîstîkan dikare her der bibe. Wekî mînak; nêrîtandinê vê lîstêkên atletîzmê di qadên vekirî, parkurên rêveçûnê, yarîgehên werzişê, bexçeyên qutabxaneyan û yarîgehên jimnastîkan de bi hêsan dikare biqewime.

 

Çalakiyên Amadehî û Nêrîtandina Lîstîka Atletîzmê

 

Ji bo balê zarokan bikşine gelek tiştan dikarin çêbikin. Wekî mînak; cur bi cur reng bi reng kaxizên danasînê tê amadekirin û were belavkirin. An jî panoyek mezin ji bo wî were amadekirin û navûdengên yarîzanên atletîzîmê were danasînê. An jî çend nivîsa diruşme li ser atletîzîma zarokan were amadekirin. Ango hemî beşa lîstîkên atletîzîmê bi wêne û bi nivîsan ve were danasînê.

 

Pêwîst e ev lîstîkên atletîzîmê wek hewayê festîval û mihrîcanê derbas bibe.

           

 

 

Beşdarî Çawa Bibe

 

Bile beşdarvanê lîstîkê zêde bibe hevkarî ji mamosteyên her polê tê xwestin. Dîvê ye danasînê yekem vê mamsoteyan re were dayîn.

 

Mamosteyên wezişê jî hem ji bo beşdarîyan zêde bike û hem jî berpirsîyarîya nêrîtandina vê lîstîkê werdigre ser xwe. Dîvê her mamoste di vê lîstîkê de erkdar bibe. Mamosteya wezişê jî para erka belav bike.

 

Xelatkirin

 

Di encamê her dawîya beşê de xelat dayîn û diyarî dayîn ji bo temenê lîstîkê pêwîst e. Merasîma xelat ji bo jidil û cidîyeta lîstîkê dîvê ye. Di vê merasîmê de cûre bi cûre diyarîyan tê dayîn û navên xelatgirî jî di panoyan de were nivîsandin.

 

Rêgeza Damezrandina Tîman

 

Li gor min her tîm bi deh zarok ve pêk were gelek baş dibe. 5 keç û 5 jî law.

Pêşbazîyên bezin bi teşeya wek pêşbazîya al ve çêdibe. Di her lîstîkê de eynê demê 2 tîm tê hember hev. Pûanên yarîzanên tê berhevkirin û hemî pûan tê diyarkirin. Tîm û polê pûanên zêde karê pêşbazî dike.

 

Qada Pêşbazî û Dema Wî

 

Qadek(rêge, zemînek nerm, cihek bi çîmen) 20-40m. Têra pêşbazî dike. Nexwe cihek pîçûk jî çêdibe.

 

 

 

Xwedî projekt: Metîn Kewê DILXÊRÎ

Mamosteya Werzişê