Serrûpel Nivîskar Şoreşa Kurda xwînê narijîne

Şoreşa Kurda xwînê narijîne

Belav bike


 

Rewşa Suriyê, dişibe rewşa heyama dawîn a Dewleta Osmanî. Niha rejîma Suriyê nikare têkilî Kurdan bibe, lê sibe ew jî pişta xwe rast bike,

wê berî her kesî ji ser Kurdan de were. Pêwiste Kurd vê rastiya dîrokî baş bibînin.

 

Kurd, ji pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Di pêvajoyeke ku ew sed sale, hezar sale ev derfeta nedaye Kurdan de. Bi taybet jî Başûr Rojavayê

Kurdistanê. Meşaleya ku li Kobanê geş bû, niha ji bo her bajarekî ku Kurd lê dijîn bûye çiraya rê nîşandanê. Piştî Kobanî, Efrîn, Amûdê,

Dêrika Hemko hat. Her roj ji bo Kurdên her perçeyekî kêfxweşiyên herî baş tên jiyandin. Belkî di dîroka Kurd û Kurdistanê de, piştî

Serxwebûna Kurdistana Başûr, ji bo hemû Kurdan şoreşa Rojava, xwebawerî bilindkiriye asta herî jor. Ji bo her gelên bindest, ji bo gelê

Kurd jî, ev şoreşa dîrokî ye, zêrîn e û bêhempa ye.

Li cîhanê ti şoreş, bê xwînrijandin pêk nehatine. Şoreja Kurdan an Şoreşa Rojava heta îro xwîn nerijandayî pêk tê. Ev jî taybetiya gelê

Kurd a aştîxwest nîşan dide. Ev nîşana tiştekî din e jî; Kurd tenê dixwazin xwe rêvebibin. Li ser xaka xwe a qedîm, a ku bi hezar salan e bi gelên cîran re,

di nav hev de jiyaye û çand û mal û warê xwe ji ew gelan re parve kiriye. Ev mafekî gerdunî ye. Mafekî herî pîroz û herî

ku nebe nabe ye. Li çar perçeyên Kurdistanê, çi Başûr û Bakur, çi Rojava û Rojhilat, Kurd, ligel her gelê Rojhilata Navîn, bi aştîyane û

biratiyê dixwaze bijî. Belkî ji ber vê ye ku îro li Başûr Rojavayê Kurdistanê şoreşek pêk tê û xwîn nayê rijandin.

Di vir de pêwiste karbidestên Kurdan, bi taybet jî karbidestên Başûr Rojava dersekê ji dîrokê werbigrin. Ne ji dîroka cîhanê, ji dîroka xwe

bigirin.

Di destpêka sedsala 20. de, Împaratoriya Osmanî perçe perçe bûbû. Her gelên di bin sîwana dewleta Osmanî de serê xwe hildan û pirraniyên

wan azad bûn. Wek Gelên Ereb, Ermen, Yewnan û yên din. Tenê gelê Kurd, bi gelê Tirk re hevaltî kir û serî hilneda û ji qelsbûn û ketina

Tirkan firsend negirt. Wek her gelekî sozdar û serbilind, di roja herî zor de, destê xwe dirêjî gelê Tirk kir. Ew destdirêjiya Kurdan, rê li ber

dewleta Tirkiyê vekir. Kurd, heta Çanakkaleyê bi Tirkan re çûn û canê xwe feda kirin. Lê kengî ku dewleta Tirkiyê derkete dûzê, Kurd înkar

kir, tine hesiband, ziman û çand û hebûna Kurd, xwest ji holê rake û di vê rêyê de, nêzika sed salî enerjiya xwe rijand. Ji bo Kurdan ev bûyer,

derseke dîrokî ye û teqez jê ders were girtin.

Rewşa Suriyê, dişibe rewşa heyama dawîn a Dewleta Osmanî. Niha rejîma Suriyê nikare têkilî Kurdan bibe, lê sibe ew jî pişta xwe rast bike,

wê berî her kesî ji ser Kurdan de were. Pêwiste Kurd vê rastiya dîrokî baş bibînin.

Îro karbidestên Kurdên Başûr Rojava, ji bo serxwebûnê an ji xaka Suriyê veqetandinê tênakoşin. Dibêjin ku, em dixwazin bi dewleta Suriyê re

bimînin û tenê an federasyon an jî xweseriyê dixwazin. Gelo, dewleteke ku heta niha tu layiqa nasnameyekê jî nedîtiye, sibe rabe ser linga,

wê berî her tiştî lingê te jêbike. Pêkan e ku mafê te radesta te bike.

Tirsa min ew e ku, sed sala şûnda Kurd, dîsa şaşiya sed sal berê bikin.

Ku çawa Kurdên Bakur Tirk tenê nehîştin û dûra her tişt anîne serê wan, heman taluke ji bo Kurdên Rojava îro xuya dike, ger têgeh nayê guherîn.

Em dîsa berê xwe bidine dîrokê. Çimkî a ku pêşerojê tayîn dike, paşeroj e, dîrok e.

Komara Mehabad ancax salekê dewam kir. Sedemên hilweşandina Komara Mehabad, pêwiste îro baş bêne sehkirin. Di sala 1945 an de, Kurd

bi Rusyayê xapiyan. Dûra Rusyayê, berjewendiyên xwe di hebûna dewleta Îranê a îro de dît û Kurd firotin. Kurdên ku bê destek man, di nav xwe de

yekitî jî çênekiribûn, çimkî di wê pêvajoyê de mixabin gellek eşîrên Kurdan, rû ji Qadî Mihemmedê nemir badan. Heta bi dijmin re bûne yek.

Di encamê de, li qada Çarçira sêdar hatin dayîn û rêberên Komara Mehabadê hatin dardakirin.

Her dewlet, nav çi dibe bila bibe, heta ku berjewendiyê xwe ji te de hebe piştgiriyê dide te. Kengî ku firsenda berjewendiyeke hîn mezin

bidestdixe, tavilê te difiroşe.

Dîroka jiyandî vê pisulayê dide ber Kurdan: Yekitîya nav xwe xurt bikin. Bi ti dewletê nexapin. Firsendên dîrokî baş bikarbînin. Xwebawerbin û hişyarbin.