Serrûpel Nivîskar Tirkîya Stenbolê

Tirkîya Stenbolê

Belav bike


Serokê PYD Salih Muslim hevpeyivînekê da BBC beşê tirkî.

Min hevpeyîvîna wî di Rojeva Kurd da xwend.

Rêzdar S. Muslim hêz û fonksîyonên xwe tenê ji serokatiya partîyeke mîna PYD ye û piranîya piştgirîya gelê rojavayê Kurdistanê li pişt e, nastîne. Ew herwiha bi bersîvên xwe yên kin ên sîyasî jî bal û eleqeya dost û dijminan dikişîne ser xwe.

Di hevpeyîvîn û daxûyanîyên serokê PYD da li gel helwestên wî yên Kurdistanî, gelek peyîvên wî jî hene ku ew dewlet, hêz û kesên ku ti car qencîya kurdan naxwezin, bi her awayî dikarin ber bi alîyê xwe va bikişînin û jê mifayê bigirin.

Di dawîya hevpeyivînê da rojnamevan jê dipirse:

„Hun kurdê Sûrîyeyê ne, vê tirkîya xwe ya tekûz li kuderê fêr bûn?

S. Muslim: „Ez ji zanîngeha teknîk a Stenbolê der çûme. Ji ber vê tirkîya min tirkîya Stenbolê ye ne ya Rihayê ye!“

Ez yeqîn nakim ku S.Muslim vê hevoka dawî ji dil gotibe. Wek „henek“ dinirxînim.

Ev bersîva wî ya dawî „henek“ be jî ez nerihet kirim.

„Henekeke“ sar ku di nava vê germayîya azadiya gelê Kurdistanê da meriv dicemidîne.

Di salên 1950, 60, heta 70 an jî aşê asîmîlasyona dewleta tirk kurdan dihêrîya, lê dîsa jî tirkî ewqas bi pêş neketibû li Kurdistanê.

Dewlet bi tevê gef û zorê bi polîtîkayên hîlekar kurdan ber bi tirkîyê va dihewisand. Kurdekî ku hinek devê xwe xaromaro bikira û bi tirkîyekî şildim û bildim biaxivîya jê ra digotin:

„Maşallah çi tîrkîyekî diaxife tu dibê qey tirkîya Stenbolê ye!“

Ew kurd çiqas bi „tirkîya Stenbolê“ biaxifîya jî, li derekî dengê qirika xwe dida der. Nikaribû kurdîya xwe veşarta. Li şûna ku îftîxar bikira, şerm dikir.

Tirk jî, ji kurdên ku tirkî nizanibûya yan jî bi tirkîyeke xirab (şikestî „qirix“) a Rihayê, Amedê yan jî bajarekî Kurdistanê biaxifîya, ji bo biçukkirinê digotin „kirro!“ Dîsa bi wî gotina wan divîya em serbilindbana, em ber xwe diketin!

Ji wan salan heya îro jî, em hejmareke hindik dayînin alîyekî di meseleya ziman da em kurdên bakûr hîn jî baş bi ser xwe va nehatine. Hîn jî ji xewn û xeyalên tirkî tam hişîyar nebûne.

Bakûr ji ber ku parçeya herî mezin a Kurdistanê ye, bi vê rewşa xwe yê „asîmîlebûyî“ bi rêya partî, sazû û kesên  xwe bandoreke neyînî li parçeyên din jî dike. Vê nexweşîya xwe mîna vîrûs li wan deran jî belav dike.

Ji ber vê jî ez rêzdar S. Muslim zêde gunehbar nakim, herçiqas ew peyîva wî ez xemgîn kiribim jî.

Êşa ku em ji vî zimanê tirkî dikişînin, em anîne ber sekeratê.

Êşeke kûr e. Xwe berdide dema osmanîyan, heta selçûqîyan jî. Ku di wan deman da gelek esil kurd hizmeteke mezin dan zimanê tirkî.  

Zêde pêda naçim.

Hema ji mînaka birayên Bedirxanî Celaded û Kamûran dest pê bikim û çend mînakan bidim. Celaded û Kamûran Bedirxan bi tirkîya Stenbolê „Edîrnenin Sukûtû“ û tê da çend helbestên turk û osmanîperwer jî nivîsîn û heyfa xwe bi têkçûna dewleta osmanî anîn. (Edîrnenin Sukûtû, weşanên Avesta, Stenbol)

Gerçî paşê bêkû behsa wan demên xwe bikin, vegerîyan û hêzmetên hêja ji bo zimanê kurdî jî kirin û digotin; „kuro eybe şerme yan bi zimanê xwe biaxifin, yan jî nebêjin em kurd in!“ Lê edî dereng mabûn.

Çi sîyaset be, çi ziman û çand be, biryar di demê da pêwîst e.

Serokên partîyên me yên sîyasî bi tirkîyeke wisa diaxifin ku tu dibê qey TDK, sazîya zimanê tirk dîplomeyên taybet daye wan.

Rojnameyên wan partî û dezgehên me yên kurd, bi piranî tirkî dinivîsînin. Çend rûpel kurdî bixin navê jî kes qîmet nadê. Nivîskarên wan rojnameyan peyivên tirkî wisa bi hostatî bi kar tînin ku tirkan ecêbmayî dihêlin. Û ev nivîskarine ji bo şermê çend sal carek nîvîsek bi kurdî dinivîsin, yan jî navekî kurdî didin sernivîsa xwe.

Li ba rojnameyên me yên ku xwerû bi kurdî dinivîsînin jî îşekî pir seyir heye: Vana jî mîna ku li erdê zêrekî dîtibin hema her roj nivîsên nivîskarên tirkan vedigerînin kurdî û di malperên xwe da diweşînin.

Rojnameyên tirk „Hurrîyet, Millîyet“ û nizanim çi dayine alîyekî, rojnameyê wan ê herî „demokrat“ jî, ez rojekî rast lê nehatime ku nivîskareke/î kurd vegerandibe tirkî û di rûpelên xwe da belav kiribe. Heta nivîsên ew kurdên ku bi tirkî dinivîsînin jî hilnedane rûpelên xwe, ji bilî xirabkirinê.

Di bingeha van hemûyan da perwerdeya bi zimanê tirkî heye. Sedemê van hemûyan perwerdeya bi tirkî ye. Heta ev bingeh nekişe, nemiçiqe sîstem nahilşe.

Dewleta tirk 85 sal in di sîstema xwe ya perwerdeyê da kurdan dikûje.

Psîkolojîya civakî ya kurdan otomatîk xirab dike di wê sîstema tirkkirinê da.

Windayîyên me yên herî pir di dibistanên tirkî da ne, ne li çîya û kolanan.

Em her roj bi sedhezran zarokên xwe qurban didin wan aşên asîmîlasyonê.

Paşê em ê rabin bêjin: “Ez bi zarokên xwe ra kurdî diaxifim, ew tirkî bersîvê dide!” Ev tenê wê bibe gazinc û hercarê xwe dubare bike.

Berê hemû kesê zarok, kes gazincan ciddî nagire.

Banga min ji bo hemû dê û bavan:

Zarên xwe di aşên amîlasyonê da nehêrin, daku sibeyê dereng nebe!

Ev roj tam dema wê ye ku kurd yekîtîyeke hêja pêk tînin.