Serrûpel Magazîn Ji Kurdên ku Kurdî nizanin re mînakek!

Ji Kurdên ku Kurdî nizanin re mînakek!

Belav bike

Li Tirkiyê hema hema her Kurd Tirkî dizane lê, di nav Tirkan de kesên ku Kurdî dizanin, ji hezarî ne yek e jî. Her hemwelatiyekî Tirk, bi dehan peyvên Îngilizî, Fransî û Erebî dizane lê, pirr û pirraniyê wan, qet peyvek be jî, peyveke Kurdî nizanin.
Ji ber vê, dema keçeke Tirk dixwaze Kurdî hîn bibe, zêdetir bala me dikişîne. Fatma Tugcu ji wan yek e.
Fatma Tugcu, ji bo ku karibe bi hevalên xwe yên Kurd re bipeyive, dest bi dersên Kurdî kirin. Fatma Tugcu diyar dike ku, bi zorê Tirkî fêrî Kurdan dikin lê, ew bixwe dixwaze ku Kurdî fêr bibe, “Ger Kurdî bibe dersa bijarte, wek Tirkekî ez ê teqez dersa Kurdî bijêrim. Lê lazime kesekî Kurd qet dersa bijarte a Kurdî qebûl neke.”