Serrûpel Nivîskar Projektên Werzişa Çavnebînan…

Projektên Werzişa Çavnebînan…

Belav bike

PROJEKTÊN WERZIŞA ÇAVNEBÎNAN JI BO HERÊMA KURDISTANÊ

Projektên Min Heft Beş in. Wan madeyan bi kûrtasî hatiye nivîsin.

1)    Li Qutabxana Koran Perwerdeya Werziş û Çend Beşên Wî

 

A)   Projektên min a yekem li ser qutabxana anko dibistana çavnebînan anku nabînayan e. Ev pojekt, werzişa perwerdekirina çavnebînan a şagirt û xwendekaran(student) e.

 

Pêşî perwerdeya laş û bedena çavnebînanê qutabxana tê kirin. Perwerdeya bedenê di çar beşê de temam dibe. Ew beşa jî wiha ne:

a)    Werzîş (sport)

b)    Jîmnastîk

c)    Lîstik

 

B)   Projekta bingeh beşek werzişê çavnebînanê “goalball/gogagolê” e. Di qutabxana koran de piştê perwerdeya bedenê fêrî gogagolê(goalball) tê kirin. Wan fêran digihije asta heta herî bilind.

 

Fêra goalballê ji polê 3 destpê dibe heta polê dawiyê. Sistema perwerdeya wan her polan cihê ye.

 

Not: Peydakirina hacet û ambûrîna gogagolê pir pêwîst e. Wekî mînak; goga goalballê. Ev gog, gogê bi zengil e. Di nav gogê de sê zengil hene da ku deng derxine. Amûrê din jî berçavk e. Berçavk ji bo astengkirina çavnebînan e. (çimke hin kor hene hinek dibîne.) Ji bo parastina çokan jî çokparastin hewce ye. Dawiyê dawîn herî girîng derwaze an jî qeleya goalballê ye.

 

C)   Football(topîpê-gogapê) û Futsal. Di nav werzişê koran de herî navdar goalball e. Lê gogapê jî navdar e. Ev beş jî di qutabxana de bê fêr kirin.

 

Dîvê çend ambûrên gogapêya futsalê jî peyda bibin. Goga wî wekî gogê footballê normal e. Lê yek hejmar pîçûktir e û di hûndir de jî çend zengil ji bo deng derxistinê hene. Wan ambûran ji ewropa tê xwestin. Heger bê xwestnin peydakirina wan hêsan e.

 

D)   Projekta din jî tevgeriya xweserî ye. Tevgeriya xweserî an serxwebûnî beşek taybet e. Dîvê qutabiyên çavnebînan ji bo aramiya jiyanê fêrî tevgeriya xweserî bin.  Wekî mînak; Meşa bi rêber. Nabîna bê rêber nikare bimeşe û bigere. Gelek teknîkên wî hene. Bi kûrtasî kesê rêber çavnebînê digerine.

 

Meşa bi gopal. Kesên ku çavnebîn nikare tenê bimeşe. Her gav jî nikare kesek rêber bibîne. Ji bo wî ligel gopal gav avêtin pir pêwîst e. Perwerdeya teknîkên gopal girtin gelek girîng e û bi cûr bi cûr e.  

 

2)    Danasîna Werzişa Goalballê

 

Berê her tiştê danasîn zor girîng e. Di qutabxane an jî cihek din de(komeleyên nabîna) danasîn û reklamên werzişên çavnebînan û goalball bidin dayin. Behs û danasîna wan ber bi rojnameger û kamirayên telewizyonan bê kirin. Belku bernameyek telewizyon de jî danasîna wan baş çêdibe.

 

3)    Di Kurdistanê De Damezrandina Kulubên Koran

 

A)   Damezrandina Kulubên Werzişên Çavnebînan. Di her welatê de mirovên %4-5 çavnebîn e. Di herêma kurdistanê de miheqek gelek kor hene. Dibeku komeleyên wan jî hene. Waye di nav komeleyên koran de jî kulubên werziş tê vekirin. Heger di deverekê de komel nebe jî pirs niye. Çimke tenê kulubên werziş jî tê vekirin.

 

Ji bo wî ligel serokên komeleyên koran civînek taybet bê amadekirin û di vê civînê de banga pêşniyariyên damezrandina kuluban bê kirin.

 

B)   Ji bilî qutabiyan –korên mezin- ji bo kesên çavnebînan ku endamên komeleyên koran re perwerdeya goalballê bê dayin.

 

Girîng: Damezrandina kulup û perwerdeya goalballê ligel piştgiriya wezareta werziş û lawan dibe. Ev beş karê wezaret e. Ji bo wî têkîlî û pêwendî dayin ligel wezaret gelek dîvê ye.

 

4)    Perwerdeya Coach(hîndekar) ê Gogagolê/ Perwerdeya Dawerên/Hekemên Gogagolê

 

A)   Perwerdeya Antrenor û Coacha Goalballê. Pêşî qorsek ji bo perwerdeya mamosteya goalballê vebe. (Ez di tirkiyê de mamostetiya perwerdeya coachan dikim.) bi giştî deh an bist kes beşdarî vê qorsî dibin. 3 an jî 4 roj perwerdeya wan didomin. Paşê destûrname tê dayin.

 

B)   Perwerdeya Dawerên(referee) Goalballê. Di vekirina qorsa dawerên de perwerdeya rêzikên goalballe ji bo hekeman fêrî dikin. Di 14 û panzdehê sibatê de di bajarê bursayê de qursa hekeman vedibe û ez jî mamoste me. Yanê qursa hekeman 2 roj didome.

 

Di vê warî de jî alîkariya wezareta werziş û lawan pir pêwîst e.

 

 

 

 

 

 

 

 

5)    Peşpaziyên Gogagolê Di Navbera Kulubên Werzişên Çavnebînan De

 

A)   Pêşbaziya goalballê navbera kuluban. Piştê perwerdeyan –coach, dawer, yarîzan- bi hêsanî ve pêşbazî diqewîme. Di wan kulubên çavnebînan de şampiyona kurdistan diyar dibe.

 

B)   Tevlî pêşbaziya goalballê navnetewiyan. Şampiyona tîmê netewî kurdistan dikare tevlî tournomenta taybet ya navneteweyan bibe.

 

Dîvê wan pêşbaziyên goalballê di nav armancên wezareta werziş û lawan de hebin.

 

Not: Wekî goalballê, pêşbaziyên futsalê çavnebînan jî çêdibe. Ew jî gelek balkêşiya mirovan dikêşine.

 

6)    Damezrandina Federasyona Werzişên Çavnebînanê Kurdistan

 

Dîvê ye bi destê wezaretê, federasyona werzişên çavnebînanê kurdistan bê damezrandin. Êdî xizmetên federasyon ji bo werzişên koran bidome.

 

7)    Di Kurdistanê De Çêkirina Pêşbaziyên Navneteweyî

 

Piştê çêbûyîna wan projektan, herî dawî bi destên federasyona werzişên çavnebînanê kurdistan ve taybet pêşbaziyên goalballê navneteweyi di kurdistanê de çêbibe.(ev ji bo danasina kurdistan pir baş e.)

 

Çimke federasyona werzişên koran ê venedik ji cihê itali her sal taybet pêşbaziya goalballê navneteweyî dike. Ez jî du car tevlî vê turnuvayê bûm. Yekî coachê tîmê netewiya tirkiyê bûm, ê din jî dawerê(hekem) goalballê bûm.

 

 

            Xwedî Projekt:    Metîn Kewê DILXÊRÎ(Metin A.)

    Mamostayê Werziş

    Hekemê goalballê navneteweyî û coachê goalballê

    Tirkiyê