Serrûpel Nivîskar Remezanê ez vegerandim…

Remezanê ez vegerandim…

Belav bike


 
Ez piştî demek dirêj bêhvedanê, vegeriyam mala xwe. Li nav dilê min de, kelecan, xem û xweşiya tiştên ku min dît, heye.
Ji zarokatiya xwe heta niha cara yekê bû ez li meha Remezanê de diçûm Tirkiyê, ji ber wê jî min dixwest her deqe û dema ku li wir bûm, bi hestek kûr bijîm. Hinek tişt hatibûn guhertin û hinek tiştî mîna berê mabûn, ez li navbera wan de diçûm û dihatim.
 
Dengê dehola ku paşîvê lê didan, weke rîtmeke germ bû, dema fitarê jî, dengê bangdana ezanê mirov dilxweş dikir. Bi milyonan mirov bihev re bismillah digotin û fitara xwe vedikirin û vê yekê jî hêzek gelekî mezin dida mirov.
 
Dema ez zarok bûm, gelek caran diçûm nanê taybet yê Remezanê, ku jê re dibêjin “pîde”, dikirî, helbet çarîkek dima fitarê re em diçûn diketin sireya pîde. Bêhna pîdeyên nû herder digirt.
 
Ez vê carê jî di heman demê de derket derve û min dixwest hestên ku dema zarokatiyê de min dîtibû, dîsan bijîm. Ez derketim derve û min li derdora xwe nihêrî, trafîk gelekî tund bû, xelk bo fitarê bihev re ketibûn pêşbirkê.
 
Kelecanê ez girtim. Tiştên ku min didît zarokatiya min dihanî bîra min. hinek tiştên ku min dema zarokatiyê de nedîtibû, vê carê min baş didît.
 
Helbet divê ez vekirî baxifim; dema ez zarok bûm min zêde rojî nedigirt lê dema min rojî digirt, sedema wê ya herîm mezin ew bû ku bavê min ez xelat dikirim û ez diçûm kolayê ku qabê wan sûşe bû, şokolat û kêk dikirî. Ma mirov çi bike ji zarokatiyê! Niha jî ez nikarim ji ber problemên tenduristiyê rojî bigirim.
 
Lê vê havînê dîsa şansekî min yê dîtina bereket û xweşikbûna Remezanê peyda bû. Ez jî çûm ketim rêza kirîna pîdeya Remezanê. Min çavê xwe girt û bêhna bêhempa ya bereketa Remezanê, ku belav bibû, min kişand kezeba xwe û min di dilê xwe de got “waye jiyan!”. Zarok biçûk li derdora min hebûn û min got, gelo ev zarok dê îşev bo fitarê çi xelatekî wergirin?
 
Dor min hat, keçikek biçûk, pîde, ku germ bû û li ser rûyê wê hêk lê xistibûn û diberiqî, xist nav rojnameyekê û da destê min.
 
Hêdî hêdî kuçe û kolan vala dibûn, ez jî li cihekî rûniştim û min ji xwe re temaşey derdorê kir. Karkirên marketan li ber deriyê marketên xwe, sifreya xwe ya fitarê raxistibûn, hemû dikandarên kolanê li derve sifrên xwe raxistibûn. Nayê bîra gelo dema ez zarok bûm jî wiha bû yan na, ji ber ku wê çaxê dema min pîde distand, ez yekser diçûm  mal û li ser sifreya fitarê rûdiniştim û li benda wergirtina xelata xwe bûn. Lê niha ez dibînim ku meha Remezanê ji gelek rengên bedew û cuda pêk tê.
 
Gelek mirov û malbat li ser balkonên xaniyên xwe sifreya fitarê raxistibûn û li benda bangdanê bûn.
 
Jinişka ve min dît tu kes li nav kuçe u kolanê de nameye, heta yek erebe yan kesek jî nemabû. Ez tenê mabûm wê derê. Dema mele bang da, herkesî dest bi vekirina fitarê kir û dest bi duakirinê kirin. Hizûrek mezin ket nav dilê min.
 
Gelek kesan ez vexwendim bo fitarê lê min destê xwe da ser singê xwe û bi awayekî nazik vexwendina wan red kir. Ruhê min di aramiyeke wisa de bû ku mirov bi hezar evînî re nediguhert. Di wê demê ez li nav tişt û bûyerên kevin û nû de diçûm dihatim.
 
Piştî fitar û şîvê hêdî hêdî xelk derdiket derve. Kuçeya ku piçekî beriya niha vik û vala bû, dîsa tijî bibû û livînek keitbû nav xelkê.
 
Piştî saetekê, xelk li ber deriyê mizgeftan kom bûn û ketibûn axaftinên germ û diçûn nimêja terawîhê. Min di dilê xwe de got “çi hizûrek mezine”. Min xweziya wan kişand. Enqere heta paşîvê di livîneke xurt de bû, hemû dikan heta paşîvê vekirî bûn, herkes heta paşîvê li derve bû û li nav park, kuçe û kolanan de bû. Hizûrek mezin hebû li wir û van rengên bedew ez li nav vî bajarê mezin de mat kiribûm.
Min ji xwe re wiha got, “Divê ez li vir bijîm”. Helbet heke rewş û merc baş bin ezê mala xwe bibim wê derê lê van dîmenên Remezanê û rojên ez li Enqerê bûm, ev yek leztir kir.
 
Em li Ewrûpa, li hember kirya mal û çend qistan, 50-60 sal temenê xwe difiroşin! Ev pirs tenê yek bersiva wê heye û ew jî ev e: Mih hemû temenê xwe bo têrbûna zikê xwe firotiye li vî welatî. Ez dûr ji hizûrê dijîm, ji ber wê jî êdî dema vegerê hatiye!