Avestakurd – Piştî malpera Artêşa Azad ya Sûriyê der barê navnîşana xwe û hin belgeyên hebûna xwe ya li Tirkiyê de belavkir, aşkere bû ku navenda bingehîn ya Artêşa Azad ya Sûriyê Tirkiyê ye û navneda biryarên bingehîn bajarê Hatayê ya Tirkiyê ye.
Avestakurd – Hat zanîn, êrîşa li dijî Avahiya Ewlekariya Sûriyê ya li Şamê pêkhatî û di encam de gelek berpirsên bilind yên Sûriyê hatîn kuştin, li kampa Apaydin ya li Tirkiyê hatiye plankirin.
AvestaKurd - Parlementerê AKPê yê Kayseriyê û cîgirê serokê meclîsê Sadik Yakut, dixwaze ku cezayê dardakirinê şûnda were. Ji bo vê dipirse, "gelo ma dema şûnda anîna cezayê îdamê nehatiye?"