Serrûpel Nivîskar Red û rest

Red û rest

Belav bike
Rêya rast a rizgarbûna ji sîstema asîmîlasyona dewleta tirk; red û rest a wê ye.

Ji roja ku ev sîstema mendele û tinekirinê xwe li ser gelê kurd ferz û misoger kir, yanê berê 70 û 80 salan ev red û resta vê sîstemê bihata dayîn, niha em dê ne di bin vê bindestî û koletîyê da bûna.   

Zarokên me bê nasname, bê kasayet dê bi wan nasnameyên sexte yên tirk nagihîştana.

Wê di wan aşên asîmîlasyonê da bi sedhezaran nehatana pişavtin û zêrandin.

Biryar tam di dema xwe da çêker e, heke merc û bingehên wê bên amadekirin.

Bengalîyan jî di salên pêncîyan da, demilûdest redda sîstema perwerdeyîya Pakistanîyan dan. Hemû derfetên xwe danîn holê, seferber kirin û resta serdestîya zimanê ûrdû dan, çûyîna dibistanên Pakistanîyan red kirin û di nava çend mehan da bi ser ketin û paşê jî wek tê zanîn gihîştin serxwebûna xwe.

Bang yan jî em bêjin daxuyanîya KCK a van rojên dawîyê ya di derbarê redkirina perwerdeya sîstema tirk da, rast e û bêguman di cî da ye.

Boykot yan jî çend roj protestokirina, neçûyîna dibistanên tirk, têr nake, ne çare ye ji bo rizgarbûna ji pişavtinê, ji sîstema perwerdeya dagirkerîyê.

Boykot; ji bo daxwazên çend guherînên di nava sîstemê da guncaw e, lê boykot ne çareserî ye, bi giştî azadbûna ji sîstema tinekirînê.

Par jî di meha îlonê da tevgera zimanê kurdî li çend bajarên Kurdistanê dibistanên dagirkerîyê boykot kir, zarok du-sê roj neçûn dibistanan. Ji bo ceribandina destpêkê baş bû. Lêbelê zarokên me dîsa çûn wan aşên asîmîlosyonê, hatin pişavtin û hêrandin!

Vaye dîsa îlon hat. Dibistanên dagirkeriyê ku di betlana havînê da bûn, dîsa vedibin li Kurdistanê. Ew ê dîsa tam kapasîte bixebitin ji bo pişavtin û hêrandina bi sedhezran zarokên Kurd.

Wê dîsa li çend bajaran banga boykotê bê kirin, belkî zarok çend roj neçin wan aşên asîmîlasyonê. Lê dîsa eynî tas, eynî hemam! 

Pêngava rast; red û resta sîstema perwerdeya dagirkerîyê ye. Bi berdewamî neçûyîna dibistanên kolonyalîstên tirk e. Banga KCK a di derbarê redkirina sîstema perwerdeyîya tirk da rast e, lê di heman bangê da ku dibêje; “bila ciwanên kurd berê xwe bidin çîya”, şaş e!

Tu nikarî bi sedhezaran zar û ciwanên kurd berê wan bidî çîyan. Şerê azadîya gelê kurd di lûtkeyên çîyan da bigirî û bitixûbînî.

Tevgera azadî û serxwebûnê di hemû qadên jîyanê da pêwist e.

Ev îş di her salvegerê da bi bangên sîyasî, bi slogan û hevpeyivînan nameşe.

Bi taybetî di qada perwerdeya kurdî da.

Pêdivî bi amadeyîyan, bi danîna bingehan heye.

Çi ne vana?

Damezirandina sîstema perwerdeya kurdî ye; li dijê sîstema perwerdeya kolonyalîst ku bi salan e profesyonel dixebite ji bo pêşavtina zarokên kurd.

Pêngava destpêkê ya ku hema bê avêtin; vekirina dibistanên destpêkê ye.

Ji bo vê jî divê materyalên dersê ji sinifa 1 heta 8 an bi zaravayên Kurmancî û Kirdkî bi tevê mamosteyên sinifan amade bin.

Bi vekirina dibistanên destpêkê ra di nava 7-8 salan da amadeyiyên girîng ji bo dibistanên lîse û zanîngehan werin temam kirin.

Berîya van hemûyan jî pêdivî bi polîtîkayeke neteweyî ya perwerdeya kurdî heye.

Ev polîtîka divê berîya hemû tiştî demokratîk be.

Geşedana kesayeta şagirt û xwendekaran di nava azadîyê da bidin pêş, neku mîna yên dagirkerîya tirk qarne û defterên zarokan bi resimê serokên partî û rêxistinan bixemilînin û bi parola û dirûşimên teng firênê bidin afirînerîya wan zarokan.

Reda sîstema asîmîlasyona tirk ne tenê barê KCK û PKKê ye.

Bi rêxistin, partî, sazî, malbat û kesayetîyên xwe va barê hemû kurdan e.

Hêza milletê kurd têra avakirina sîstema perwerdeya kurdî dike. Bes ku xwe bigihîne polîtîkayeke neteweyî ya demokratîk.

Milletekî ku nikaribe zarokên xwe ji pençeyên sîstema perwerdeya dagirkerîyê, ji zarîn, pişavtin û hêrandinê rizgar bike, mafê wî tineye behsa pêşerojê jî bike!