Serrûpel Nivîskar Serdana Serok Barzanî bo kampa penaberên Kurdên Rojava

Serdana Serok Barzanî bo kampa penaberên Kurdên Rojava

Belav bike

Îro (2/9/2012) rojeke cuda bû ji bo penaberên Kurdên Rojava yên li kampa Domîz-Duhok dimînin. Kampa ku niha zêdayî 1000 malbat lê dimînin hêj li demjmêrên sibehê xwe ji bo pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê amade kirin. Kesek ji penaberan neçû kar li benda hatina Serokê Herêmê man. Lê di çavê her kesî de coşek hebû, hêvî hebû, daxwazî hebû, daxwaza dîtinê hebû. Ev dîmen, ev tabloya li ser rûyên penaberên Rojava di wan demhjmêran de derketî ortê di awir, ken, keyfxweş û awirên penaberan de dibû zimanên xwe. Li demjmêr 9:30’an bi hezaran penaber herikîn ser rêka sereke ya kampê, bi hezaran Kurdên Rojava (Jin, zarok, zilam, kal, ciwan) meşa keyfxweşiya pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê li dar xistin. Di nava meşê de tenê yek deng hebû, yekîtiyek hebû, yek giyan û yek hest hebû ew jî dîtina Serokê Herêmê bû. Bê guman dirûşmeyên ‘bijî serok Barzanî, bi can bi xwîn em bi te re ne ey sero

k, pêşmerge Barzanî’ ji meşa penaberan kêm nedibû. Li demjmêr 10’ê sibê weke her car Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi cilên xwe yên Kurdewarî ji tirimbêlê daket, lê ma wê êdî kî penaberan bigire? Ji hezkirina xwe bi hezaran penaber bûne lehî û ber cenabê wî ve herikîn. Bi sedan polîs, ewlekarî, hêzên zêrevanî, pêrzvan nekarîn bibin bendav li pêşiya lehiya hezkirinê. Gelekan xwe gihandiyê gelek jî di rê de man ji ber bendava ku êdî gelek penaberan jî alîkariya bendava destpêkê kir ku ya dîwarê wê ji ber lehiya hezkirinê hilweşiyayî. Paşê Serokê Herêmê serdana çend malbata kir, kêliyekê di nava kampê de geriya û rewşa kampê bi çavê xwe dît û ferman da ku rewşa penaberan xweştir bibe. Gelo ev serdan divê çawa bê nirxandin? Berî her tiştî serdana Serokê Herêmê bo kampa penaberan xwedî wateyeke mezin e ku dê rojeke dîrokî be ji bo penaberên Kurdên Rojava. Serdana Serokê Herêmê peyameke xurt bû di rûyên hin hêz, kes, derdor yên dixwazin fitinê, cudabûnê, ji hev veqetînê bikin nava gelê Kurd. Êdî cenabê wî dixwest bi çavê xwe rewşa penaberan bibîne ka çi kêmasî di jiyana wan de hene, pêdiviya wan bi çi xizmetan heye û li gor wê fermana bicîh înana pêdiviyan bide. Ji aliyekî din ve, dîtina Serokê Herêmê ji aliyê penaberan ve moralek bilind e ku penaberên Rojava ne bê xwedî ne. Lê rastî ev e ku, li ser hemû zextên Bexda, zext û nerazîbûnên Nûrî El Malikî ku nedixwestin Kurdistan hemêza xwe ji Kurdên Rojava re veke, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her tişt danî ber çav û got ‘ev mala her Kurdekî ye’ û îro jî her ev gotin dubare kir ‘hûn li mala xwe ne, ev mala her Kurdekî ye’ û bi hatina xwe ya kampê peyama xwedî derketina li Kurdên Rojava da.

2/9/2012