Inklusion
perwerdeya bi pirrengî, pirdengî û pirçeşîdî ya li ba hev û bi hev ra ye. Ji peyiva latînî includere der çûye û tê wateya hildana nava xwe, pejirandina nava xwe.
Di sîstema Inklusionê da, kesayet, reng, deng(ziman), reh, çeşîd resenîya xwe diparêzin û bi vê resenîyê bi yên din ra bi hev ra, li ba hev di pêvajoya perwerdeyê da cî digirin.
Inklusion hem di sîstema perwerdeya dibistanê da, hem di navbera grubên civakê, heta di nava malbatê da wek têgihîneke tevlêbûn û bi hev ra çalakîbûn (aktîv) û perwerdeyê tê bikaranîn.
Têgihîna perwerdeya Inklusionê (Inklusionsabbildung) ji alîyê psîkologê Swîsî Jean Piaget va derketîye holê. Ev têgihîn bi tevlêbûn û geşedanên zanistên din ra xwe gîhandîye îroj.
Ji destpêka salên 1990 an vir da bi navê dibistanên bi hev ra (Gesamtschule), li Almanyayê perwerdeya Inklusionê li kêleka metodên din ên perwerdeyê bi kar tê.
Neteweyên Yekbûyî (UN) di sala 2006 an da vê sîstema perwerdeyê, bi tevê ku kesên kêmendam(seqet) jî tev li vê pêvajoyê bibin, pejirand.
Di sîstema Inklusionê da dibistan, grub yan jî civak heterojen e.
Geşedana perwerdeyê, piştê çend pêvajoyan xwe digihîne dereceya Inklusionê. (Li şemaya jêrîn binihêrin.)
Têkilî û cûdahîyên di navbera van pêvajoyan da mijara nivîseke din e.
Asîmîlasîyon, têkilîyeke wê ya yekser û neyekser (direkt-indirekt) hebe jî, bi reng û metodên xwe va ji van her çar pêvajoyên jêrîn vediqete.
Exkulision, seperasion, integrasion û inklusion, di van her çar pêvajoyan da jî reng, deng, awa digel hin guherîn û hereketan ra jî dîsa resenîya xwe diparêzin.
Lêbelê asîmîlasyon, çi bi zorê ya dewlet û sîstemên civakê, çi ya xwezayî, rengê xwe diguherîne bi yek reng, yek deng û yek tîpê dixuyê. Ev bi rengeke xiravbûyî, dengeke şîlo û awayeke deşilqandî der tê holê.
Kîjan ol, kîjan dewlet, yan jî kîjan sîstem dibe bila bibe, heke zimanêkî qedexe û mendele bike, zimanê xwe li ser ên din ferz bike, miletekî bipêşêve û bixweze ji holê rake, dibe zalim, şoven, nijadperest, tundraw, komkûj û faşîst.
Hun dikarin hin navên kirêt jî li van navan zêde bikin.
Asîmîlasyona ziman, çand û neteweyan ji kîjan aliyê va dibe bila bibe, bi çi navê dibe bila bibe sûc e û darizandinê divê.
Millet û neteweyên di bin vê sîstema asîmîlasyonê da zûtirîn wext xwe jê rizgar nekin, çi sedemê nîşan bidin bila bidin, dibin hevkarên vê sucê.
Em rûxandina pêvajoyên asîmîlasyona dîrokî yên zimanê erebî, farisî û tirkî ya li ser zimanê Kurdî, bandor û encamên wê dayinin li alîyekî, tenê pêvajoya komara kemalîst û sîstema wê ya asîmîlasyonê hildin ber çav pîleya metirsîyê bi hemû rastîya xwe li sîren û zingila metirsîyê dixe.
Min di nivîsên berê vê da jî got: Em her roj bi hezeran zarokên xwe di aşên asîmîlasyonê da didin hêrandin û winda dikin.
Mamostayên kurd yan jî tevgera ziman a li Kurdistanê dikarin vê hejmara zarokên me yên pişavtî û windayiyên sîstema asîmîlasyona tirk, encam û fizîbîlîteya wê derînin holê, daku zûtirîn dem gavên piratîk bên avêtin ji bo xilasî û rizgariya ji asîmîlasyona dewleta tirk.
Dewletên tirk ji dema osmanîyan heta îro ji bo pişavtina zarokên kurd du sîstemên sereke yên perwerdeyê bi kar tînin: Perwerdeya turk-îslam û turk-kemalîst. Herdu hev temam dikin. Binihêrin li zarokên me yên ku bi sedsalan va bûne kodroyên turk-îslam, yan jî turk-kemalîst.
Hem jî kadroyên wan ên herî sadiq û jidil.
Bi dayîna nav û mînakan naxwezim dûr û dirêj biçim. Hun pê dizanin.
Dîsa dubare dikim: Rizgarîya ji sîstema asîmîlasyona tirk, red û resta wê ye.
Zûtirîn dem kilît li derê vê sîstema sûcdar nekeve, wê ti qîmeta nivîs, daxûyanî, civînên çapemeniyê, yan jî peyamên vîtirînwarî yên partîyan nemîne.
Berê hemû kesê rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd zarên xwe neşînin dibistanên tirk û serpereştîya milet bikin, wê ev red û resta asîmîlasyonê zûtir bi ser bikeve.
Şemaya pêvajoyên geşedana perwerdeya dibistanê