Serrûpel Nivîskar Zîndana Amedê

Zîndana Amedê

Belav bike


Li Amedê du girtîgehên navdar yên ku ketine ser zar û zimanan hene.

Navê ya pêşîn di gelek stranên Kurdî de wek “Hepisxana Diyarbekirê” derbas dibe.  Di nav Kelaya Hundir yan jî bi naveke din Kelaya Biçûk de cî digre. Dîroka çêkirina wê gelek kevn e. Tê têxmîn kirin ku bi avakirina sûrên kelayê re ev girtîgeh jî hatiye çêkirin. Lewra ji aliyê herkesî ve baş tê zanîn ku desthilatdar ji bo berdewamiya îktîdara xwe, dest bidin ser kuderê, li wê derê wek karê pêşîn hepisxaneyan lê dikin. Ev girtîgeh jî heta salên 2000-î bi awayekî aktîf girtiyan dihewîne, lê niha ji bo wê bikin muze karên restorasyonê berdewam in.

Gelek navdarên Kurd di Hepisxaneya Diyarbekirê de mane.  Ji yên dema nêzik, Melle Mustafa Barzanî û dayika wî, Mehme Arif Cizrawî  û Şêx Seîd di vê hepisxanê de mane. Dîsa gelek ciwanmêr û mêrxasên Kurd di vê girtîgehê de salên dirêj razane, îşkence dîtine yan jî canê xwe dane. Meriv nikare dîroka vê girtîgehê ji dîroka Kurdan cûda binirxîne.

Navê Hepisxana Diyarbekirê di gelek stranan de derbas dibe lê strana ku herî zêde bi vê hepisxanê re bûye yek, strana “Saliho û Nûrê” ye. Ev stran ji aliyê gelek dengbêjan ve hatiye gotin.

Lê mijara me ya îro ne ev girtîgeh e. Mijara me Zîndana Amedê ya nû ye ku di dav xelkê de jê re dibêjin “girtîgeha 5 nolû.” Ev zîndan di sala 1980-yî de, piştî darbeya Kenan Evren ji bo girtiyên sîyasî hat avakirin û heta niha jî ji bo wê armancê tê bi kar anîn.

Girtîgeh wê çaxê gelek li derveyî bajêr, di nav rezên rojavayê Amedê de hatibû çêkirin. Lê ji ber mezinbûn û firehbûna bajêr, girtîgeh îro di nav navçeya Rezan de maye.  Wek abîdeyeke zor û zulmê hîn jî karê xwe dimeşîne.

Ya rast gava meriv navê vê girtîgehê dibihîze, rasterast Îşkence û zulm tên bîra meriv. Kemalîstên Tirk ji Hîtler û Mûsolonî çi hîn bibin qat bi qat lê  zêde kirine û li ser Kurdan ceribandine.  Dewleta Tirk ji bo îşkenceyên sîstematîk gelek eskerên pispor perwerde kiribûn û bi hemû hovîtiyên xwe hewl didan ku gelê Kurd li wê derê bêrûmet bikin..

Roma Reş rewşenbîr û serhilderên gelê Kurd li Zîndana Amedê civandibûn û bi zulm û zorê hewldidan ku pêşengên gelê Kurd li wê derê poşmaniya xwe bînin ser ziman ku carek din tu kes li doza gelê Kurd xwedî dernekeve. Ji ber wê jî hemû rê û rêbazên hovane yeko yeko li ser Kurdan dihatin ceribandin. Asta hovitî û îşkenceyan ewqas zêde bû ku ez ne di wê baweriyê de me ku tu nivîskar yan jî rojnameger bikaribe ew Îşkenceyên ku li wê derê hatin kirin bi gotinan bînin ser ziman.

Bi dehan kitêb li ser Zîndana Amedê hatine nivîsîn û bi dehan stran li ser Zîndana Amedê hatine gotin lê tu yek ji wan jî nikarin bersiva zûlm û zora li wê derê hatibû kirin bidin. Yê min bi xwe, çi wext yek bixwaze ku ez behsa wan rojan bikim, bitenê du dilop hêsir ji çavên min berjêr dibin, lewra behskirina wê derê tiştekî ji derveyî însaniyetê ye û tu dil nikare xwe li ber qalkirina wan rojan xwe ragire.

Ya rast Dewleta Tirk hewl da wê nifşa ku pêşengiya gelê Kurd dikir him wek fikr û raman him jî wek fîzîkî tune bike. Dewletê dixwest Kurd vêya bibînin û careke din doza Kurd û Kurdistanê nekin.  

Lê Roma Reş bi ser neket, gelek lehengên ku îro di dîroka gelê Kurd cî girtine, bi şewitandina bedena xwe, bi tunekirina canê xwe, vê zulmê qebûl nekirin û di dawiya sala 1983-yan de, piştî ku gelek şehîd li dû xwe hîştin bi serhildaneke mezin, ji vê zulmê re gotin bes e.

Ji bo ev zulm û îşkence hinek sivik bibe heta sala 1984-an girtiyan tam 32 cesed li Zîndana Amedê li dû xwe hîştibûn û ji ber îşkenceyan bi hezaran seqet û nexweşên psîkyatriyê li dû xwe hîştibûn..  Gelek pêşeng û maqûlên Kurdan ji bo rûmeta xwe û gelê xwe nexin bin lingan li wê zîndana ku li ser dinyê mînakeke weke wê ya din tune ye can dan.

Niha ji bo ev zîndan ji însaniyetê re wek mîrasek bimîne û ev îşkence û zulma vê zîndanê neyên ji bîr kirin, hewldan hene ku wek muze ji nû ve were restore kirin. Ev daxwaza gelê Kurd e. Ji bo vê daxwazê di 30-yê îlonê de li Amedê xwepêşandanek hat li dar xistin û bi hezaran kes bi ser zulma Roma Reş ve qîriyan.

 Lê Dewleta Tirk wek hercar, ji bo şopa zulma xwe veşêre dixwaze vê zîndanê xera bike û navê wê ji dîrokê rake.

Divê Zîndana Amedê xera nebe û Kurd îşkence û zulma dewleta Tirk tu carî ji bîr nekin.

Divê Kurd wê rûreşiya li ser Kurdan hat meşandin ji bîr nekin..

Divê Kurd Zîndana Amedê wek xaleke reş her tim bibîr bînin ku nifşên nû bizanibin çi hatiye serê gelê Kurd û bi wî awayî li siberoja xwe bifikirin.