Serrûpel Nivîskar Tirkiye feraseta xwe wenda kiriye

Tirkiye feraseta xwe wenda kiriye

Belav bike

 

Li ser mirina mirovan gellek gotin hatine kirin. Her civak li gorî kevnejopî û baweriya xwe wateyekê didine mirinê. Çimkî mirin, rawestgeha

herî dawîn e û her çiqas pirr tiþt tê gotin û tê zanîn jî, nepenî ye, ji holê rabûn e, tinebûn e û çûyîneke bêveger e. Ji ber vê ye ku, her bawerî

bi rengekî û zanebûnekê nêzika mirinê dibe.

Mirov,  ku çawa dimire bila bimire, tenê ji bo wî “mirin” e, yanê dawiya hertiþtî ye. Lê ji bo mirina mirovekî kesên ku li pey wî mane, ev mirin

tê gellek wateyan. Helhal ev jî hinekî bi teselîbûn an xwe xapandinê ve pihêt eleqedar e. Kesê ku miriye, rastiyeke wî tenê heye: Êdî ew tine ye.

Kesên ku li pey mirî mane, ji bo wan mirina mirî; þehîd, leheng, cîhad, fedaî, rûmetiya herî bilind, xilas bûn, derbasbûna jiyaneke nû, destpêka

axîretê, bilindbûna qatê Xwedê û pirr wateyên bi vê þêweyê.

Ji destpêka jiyanê heta vê seeta ku em têde ne, bi mîlyaran mirov mirin lê, ji wan yek be jî, kes venegeriya. An dinyaya ku em li ser dijîn, ji ew

derên ku mirî diçin pirr rezîl û rusvatir e, ku kes venagere, an jî veger ne pêkan e û derbasbûna qonaxeke din e. Ancax a rast ev e ku, di mijara

mirinê de ti kes û zanistî nikare bibêje “mirin, teqez ev e.” Lê em karin vê rastiya teqez îfade bikin: Mirin ji vê dinyayê çûyîn e, tinebûn e.

Niha em bêne ser mijara gotarê. Gerînendeyê Ewlehiyê a ku teze tayîna wî derketiye Amedê Recep Guven, li ser pirsgirêka Kurd û mirinên

mirovan, çi Kurd dibe û çi Tirk, çend gotinên gellekî mirovahî kirin. Wî, bi çavekî din, ji mirinan mêze kir. Ez texmîn dikim, bilî ezberên ku di

devê her nijadperestî de ye, bi feraseteke gellekî normal, mirovahî, dilovanî û rasteqîn, li mirinan nêrî.

Di daxuyaniyên Guven de, wesfê yê ku jiyana xwe ji dest dane qet ne girîng e, a girîng mirin e. Ji xwe ev feraseta, di ola Îslamê de jî heye.

Difermîne ku, ji miriyan re rêz bê girtin. Yanê kî, çi, çawa, li kuderê, bi çi rengî dibe bila bibe, dema mirin pêk tê, ev termê ku di destê me de dimîne,

hêjayê rêz girtinê ye. 

Daxuyaniya Recep Guvenê ku gotibû, “mirovên ku bi mirina gerîla negirîn, ev ne mirov in”, ji aliyê, bi gelemperî rayagiþtiya Tirkiyê û bi taybet jî,

ji aliyê rêberên partiyên siyasî ve, bi zimanekî tûj hate rexnekirin. Binêrin di vê mijarê de serokên partiyan çi gotine:

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan : “Em, ji bo “terorîstên” ku tên kuþtin negiriyane û em nagrîn jî.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu: “Malbatên þehîdan ji bo vê wê çi bibêjin. Ne hewceye ku gerînendeyên ewlehiyê daxuyaniyên bi vî rengî bidin.”

Oktay Vuralê MHPyî: “Tu mîna meriya bi “terorê” re têbikoþe, ne karê te ye ku tu xwe þîrîn nîþana rêxistinê bidî. Dema tu “terorîstekî” dibînî

tu difikirî ku ez ê dûra bigrîm û ji ber vê jî ez wî nekujim. Gelo tu þûrê kê hêldikî?”

Polîsekî ku karê xwe, karekî çekdarî ye û her tim mirin têde ye, rastiya “mirin”ê baþ seh kiriye.

Siyasetmedarên ku karê wan, karekî, jiyaneke hîn baþtir ji civakê re amade kirin e û ji bo vê hene û ji bo vê, di nav xebatên sivîl û civakî de rista

xwe dilîzin û li gorî mantalîte û îdeolojiya xwe, jiyaneke baþtir, dewlemendtir, aramtir, wekhev û adîlane ji civakê re wed dikin, “mirin” seh nekirin e.

Gelo ji vê tabloyê, aþîtî, bratî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet û çareserkirina pirsgirêka Kurd derdikeve? Mixabin, nirç.