Serrûpel Nivîskar Serxwebûn

Serxwebûn

Belav bike

Bi navê Yezdanê mezin û dilovan, wek pêşmergeyek ji pêşmergên Kurdistanê, ku jiber erkê serdem yê pêşmergayetî ji çiyayên bê hemta yên Kurdistanê dur mame li deşta Hewlêr, min çend peyv yê heyîn di sînga xwe da wekî hesreta çiyayên Kurdistanê ji çiyayên Hewreman heta çiyayên Dersîm, ku hez dikem bêjim, bi hêviya ku ev peyv hindî hebeka tozê bi wate bin di nav rêz û refên pêşmergên Kurdistanê da.

Û aniha dibînim, 75 sal piştî şehîdbûna Seyîd Riza û 110 sal piştî jidayikbûna Mele Mistefa Barzanî,  Kurd evro gehîştin qonaxeka bi grîngiya jiyanî û bi barûdoxekî nazik: Netewa me ya mezin ku ji nav du şerrên cîhanê derbas bû , bêyî ku bibe dewleteka serbixwe,  niha li pêş dergeheka dîtir ya serxwebûnê da tevdigerît. Belê vê carê şert û mercên hewldan û pêkhînana têgeha serxwebûnê hatine guhertin. Welatên bi hêzên serekî yên cîhanê jî têda, di wateya sedsala 20an da, çi welatekî serbixwe nemaye li ser rûyê cîhanê. Ji ber şewazên nû yên peywendîdarbûna netewên cîhanê, sînorên dewletan bi hêzên wan ên aborî, hêzên ramankarî û heta hêzên hewalgiriyê ve dihêne diyar kirin û ev jî hemû caran nabîte xeteka ciyografî,  belê gelek caran dibîte sînorekî karîgeriyê li ser dewrûberên nêzîk û dur. Bi kurtî, babeta serxwebûnê nek babeteka diyarkirina sînoran e, belê ew babeta berfirehkirina sînorên karîgeriyê ye di nav malbata netewên cîhanê da.

Dirust e ku evro Kurdistaneka serbixwe ku di wateya sînorên cografî u siyasî da hatibe terîf kirin nîne, belê Kurdên serbixwe yê heyîn. Çi kes neşê bibêje ku ev pêşniyaz ne ya dirust e, jiber tiştekî gelekî aşkira ye ku  karîgeriya Herêma Kurdistana Eraqê di gorepana navnetewî da zêdetire ji karîgerbûna hikumeta Bexdayê. Dema em behsa destkeftiyan diken, destkeftiya herî mezin jî ev e ku Kurd bi serwer û pêşewayên xwe di gorepana siyasî da şiyanên xwe û hêza xwe pêşxistiye di asta dewletekî serbixwe da. Ev destkefte ji hemî destkeftiyên aborî û leşkirî girîngtire, eve şerteka destpêkê ye bo aramî û bextewariya netewa Kurdistanê û bi seqamgîrbûna serweriya Kurdistanê, ayîndeya Kurdistaneka zêdetir bihêz û pêşkeftî jî mimkun dibît.

Dibêjin “rovî bi gelek fêlbaziyan dizane, belê jûjî bitenê rêbazeka mezin heye.” Cîhana evro ku em têda jiyan diken, rovî li dewrûberê me gelekin u bi gelek fêlbaziya dizanin. Li beramber wan, me hizreka mezin ya heye ku hêzên serdest yên berê çi plana hizir diken bila biken, me hizreka mezin ya hey: Em bi xeta mezinbûna Kurd û Kurdistanê dizanin û serokê Kurdistanê li beramber pirsa kovara “L’Essentiel” ya wekî “Eger hêviyeke we hebê ji bo paşeroja Kurdistanê, çi hêviyek dibê: Federaliyeka zêdetir, serxwebûn yan geşbûn û pêşketinên zêdetir?” bersiva xubaweriyeka mezin didet: “Hersê jî…”

Bersiva serok Barzanî, bersiveka bê hemta ye di herêma Rojhelata Naverast da ku roviyên rejîmên kolonyalîst têda hêj berxwe diden da ku berdewam bin bi şewazên dîktatoriyê yên têkçûyî.

Ev demekî dirêj e ku li herêma Kurdistanê behsa serxwebûnê dihête kirin ku serok Barzanî diyar diket, mafekî siruştî yê Kurdan e. Dema ew wesa dibêjît, ne ku evro ew serxwebûnê îcad diket anku ji tinebûnê dadihênît, belê ew nerîteke bizava Barzanîye, xudan bingehên saxlem e.  Egera wê çendê ku evro serxwebûna Kurdan di rojevê da ye, bingehê xu di kesayetiya General Barzanî yê nemir da jî dîtibû ku dibêje: “Heta ev tiving di destê min da bît, ez bi xwe xudanê xwe me û nabim piyawê çi hêz yan hikumetekî.”

Ev peyvên serwerekî bi şexsiyeteka serbixwe ne. Gelek taybetmendiyên wî hene ku wî ji her serwerekî ji rêzê cuda diken: Ew wekî serwerekî pêşmerge ji hemî pêşmergeyan zêdetir li sengerên pêş şer diket û dibît nimune ku hemî serwerên girêdayî wî jî wî fêr biben. Berî hemî tiştekî, wekî xaleka destpêkê ya jiyanê, ew bi destên xwe, bi tivingê xwe, bi kesayetiya xwe bawer diket û amadeye vê bûna xwe bi tevayî biket qurbanî bo netewa xwe. Serwer wesa çêdibît.

Dema tiving, anku hêz, xaleka bi girîngiya jiyanî ye, berî wî babeta têgehîştinê anku famkirinê dihêt, ku serwer têbighêjît, ka ew kî ye, di barudoxekî çawa da tevdigerît, hêza wî çawa ye û çawa dikare hêza xwe ya têgehîştin û pêşkeftin û serkeftinê zêdetir biket. Dema mirov digel têgehîştina xu, têgehîştina cîhana dewruberî jî dirust neket, ew nabîte têgehîştineka tewaw. Jiber ku mirov îlle wekî beşek ji cîhana mirovan dibîte xudan wate û dibîte mirovekî tewaw. Di gorepana pêşmergayetî da, pêşmergê ku bitenê bi xwe têdighê û ji bûn û kiryarên dost û dujminên xwe agadar nîne, ew nabîte pêşmergekî tewaw. Ew ne bitenê pêşmergekî nîv e, belê herwesa mirovekî nîv e jî.

Bitenê kesayetiya serbixwe ya pêşmergayetî jî, di cîhana evro da çi caran bes naket ku netewek xwe bigehîne serxwebûnê. Di cîhana evro da, kesayetiyeka ne rêkxistî, nikare xu bigehîne heqîqetê û wate nikare bibîne ka kelem û astengiyên li pêş me çi û çawa ne. Pêşmergeyek çendîn tewaw û gehîştî û mêrxas bît, bê rêkxistineka gehîştî nikare xu bigehîne asta wateya bûna pêşmerge di vê serdemê da.

Em Kurd xudan hemî pêdviyên serxwebûnê ne û hêza me heye. Kêmasiya me, hunera rêkxistin, rêvebirin û  pêşxistina vê hêzê ye. Hêza me ya serekî, bo serdemê evro, ev hêz e ku em xudan serwerekî wekî Mele Mistefayê Nemir in.

“Heta ev tiving di destê min da bît, ez bi xwe xudanê xwe me û nabim piyawê çi hêz yan hikumetekî.” Wekî di vê rêza peyvên general Barzanî da diyar dibît, du hokarên bingehî hene ku dibin bingehên serxwebûna kesekî yan netewekî: ji wana yek tivinge, anku hêze, ya diduwa pêşmergê kesayetiyeka serbixwe ye ku xudan hunera bikarhînana wê tivingê ye, anku xudan hunera rêvebirina hêza jiyanê ye.

Serxwebûn weke serxwebûna kesayetiyên bihêz dirust dibît û ew berî her tiştî serxwebûneka fikr û ramanî ya takekesane ku netew ji wan pêktê. Eger nifşekî nikare serbixwe bifikire, ew çend xudan hêzekî teknîkî û siyasî be jî, nikare serxwebûna netewekî birêve bibe.

Divê çi car nehête jibîrkirin ku înkarkirina Kurdan nek bitinê armanceka hêzên serdest yên herêma Rojhelata Naverast bû, belê ew herwesa projeyeka hêzên Ewrupa bû jî. Wate, li Kurdistana Eraqê bingehê kolonyalîzmê nek bitenê Sedam bû, belku ew bes amêrê pêkînana dagîrkeriyê bû. Evro jî ev sîstemê navdewletî hêşta ava ye û kes nikare bibêje ku wan dest ji wê sîstemê berdaye ku têda milletê Kurdan ji mafên xwe yên netewî bêpar e. Wate, asteng û kelemên li pêşiya Kurdan, nek bitinê rejîmên serdest yên wekî Baesî yan Kemalîst bûn. Ji bo rakirina dagîrkeriya ser Kurdistanê û gehîştina mafên netewî yên sirûştî, pêwîst e Kurd têgehîştina  xwe bigehînin hêzên cîhanê yên serdest û serkeftî yên piştî herdu şerrên cîhanê.

Mebesta min ev e ku diyar bibît, heke em egerên paşman û bindest bûna welat û netewa xwe tênegihêjîn, çareseriya em bibînin jî nabîte çareseriyeka serkeftî. Babeta girîng li vê derê, têgehîştineka giştî û tewaw e.

Herçend em piştrast bin ji rêbaza serwer û pêşewayên Kurdistanê, gelek pêdvî yê heyîn ku divê em cêbecê biken wekî takekesên Kurd. Bi taybetî rêkxistinkirina rêbaza Barzanî wek rêbazeka netewî, di biwarê Kurdistanê û di biwarê cîhanê da, erkê herî pêşe li ser şanên me. Bi taybetî ev erke barê gencên Kurdistanê ye ku li ser bingehê mêjuyî cîhana serdem têbighêjîn, hizr û ramana netewî bikin rêkxistineka cîhanî û bi vî rengî piştgir bin li rêbaza serwerên xwe, ku netew jî, wesa dirust bît û her bijît.