Gava dawerên masê “time” yan jî dawîdem bibêje; dawera lîstikê jî ji bo dawiya vedora nîv bine weha dike;
Destpêka Vedora Duyemîn/Second Half
Gogagolê ligel du vedor ve tê lîstin, navbera vedor jî pênc(5) hûrdem e. Dawiya 5 hûrdemê pêşî 30 çîrkê danezanek bi dengî tê çêkirin.(Dawiya 30 hûrdemê)
Her tîm û yane dikare di navbera vedorê de werzişvanê xwe bigûherine. Wan gûherînan nayê nivîsîn lîsta dawerê masê re. Lêbelê dîvê ye rahêner û mamoste dawerê pêşbazî re bibêje. Heke nebêje cezayê derengxistina lîstikê tê dayîn. Ev jî penaltî ye.
Dawer jî di destpêka vedora duyemînê de yarîzanê tevlî lîstikê bûne û derketîne bi dengî danezanî(anons) dike.
Daweran mîna nû destpêka pêşbazî dikin sehêt û kontrola berçavkên yarîzan dikin.
Piştê sehêtên berçavkan dawer vedora duyemîn weha destpê dike;
Heke gûherîna lîstikvan nebe,
- “Vedora Duwem”
- “Tîma Hewlêr Hêla Rastê Min”
- “Yaneya Amed jî Hêla Çepê Min e”
- “Encama Vedora Yekem Yaneya Hewlêr 3, Yaneya Amed 2”
- “Fermo Bêdeng Bin”
- “Navend” û dûv re
- “Gogê Bavêje”
- “Bilîze”
Bi zimanê îngîlîzî jî weha tê gotin;
- “Second Half”
- “Hewlêr Team On My Right”
- “Amed Team On My Left”
- “The Skor Is Hewlêr Team 3, Amed Team 2”
- “Quiet Please”
- “Centre” and then
- “Throw Ball”
- “Play”
Dawiya Pêşbaziyê/Time
Masê dawiya pêşbaziyê sînyal û dengek derdixe û danezanî dike. Lîstika dawerê jî weha tevdigere;
- “Yek Fîq” lêdixe
- “Bi destên xwe ve dawiya lîstikê dike” û dûv re
- “Yaneya Hewlêr 6, Yaneya Bajarê Amed 5” (Encamê pêşbaziyê diyar dike.
Metîn Kewê DILXÊRÎ
Mamosteya Werziş û Pisporê Werzişê Çavnebînan
Nîşe: Ev nivîs ji Netkurdê hatiye amadekirin
Aktuelbûn: 2011-01-27 11:32:51
1 Mick McGuire, Dawerê IBSA Pêling 3(Level 3), Sîminarê Dawerêtiya Gogagolê, 25-27 Adar 2005 Enqere, Ji Îngîlîzî Werger ; C.Çoban, Amedekar. Metîn K.Dilxêrî
2Robert T’Hart, , Dawerê IBSA Pêling 3(Level 3), Sîminarê Dawerêtiya Gogagolê, 25-27 Adar 2005 Enqere, Ji Îngîlîzî Werger ; C.Çoban, Amedekar. Metîn K.Dilxêrî
3Mick McGuire, , Dawerê IBSA Pêling 3(Level 3), Sîminarê Dawerêtiya Gogagolê, 25-27 Adar 2005 Enqere, Ji Îngîlîzî Werger ; C.Çoban, Amedekar. Metîn K.Dilxêrî
4 Robert T’Hart, , Dawerê IBSA Pêling 3(Level 3), Sîminarê Dawerêtiya Gogagolê, 25-27 Adar 2005 Enqere, Ji Îngîlîzî Werger ; C.Çoban, Amedekar. Metîn K.Dilxêrî
5 Robert T’Hart, Dawerê IBSA Pêling 3(Level 3), Sîminarê Dawerêtiya Gogagolê, 25-27 Adar 2005 Enqere, Ji Îngîlîzî Werger ; C.Çoban, Amedekar. Metîn K.Dilxêrî
6 Mick McGuire, , Dawerê IBSA Pêling 3(Level 3), Sîminarê Dawerêtiya Gogagolê, 25-27 Adar 2005 Enqere, Ji Îngîlîzî Werger ; C.Çoban, Amedekar. Metîn K.Dilxêrî