Serrûpel 2012 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2012

Bi gefxwarin û înkarê pirsa Kurdî çareser nabe

Avestakurd – Parlementerê bajarê Mêrdînê Ehmed Turk diyarkir ku dema wan dest bi têkoşîna azadiyê kir her tişt danîne ber çavê xwe û her weha got ku bi gefxwarin û înkarê pirsa Kurdî çareser nabe.

Sefîn Dizeyî bû berdevkê hikûmeta Kurdistanê

AVESTA KURD - Wezîrê perwerdeyê yê berê Sefîn Dizeyî, bû berdevkê fermî yê hikûmeta Kurdistanê.

“Di rojeva me de çekdanîn tune ye”

AvestaKurd - Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, di hevpeyvîna taybet a ku da Stêrk Tv.yê de îfade kir ku, di rojeva wan de çek berdan tine ye û dixwazin zêdetir xwe biçekbûn bikin.

“Mewlûd Afend zilamê Îranê bû“

AVESTA KURD - Xwediyê îmtiyazê yê govara Îsraîl-Kurd Dawid Baxistanî îro ji Basnewsê re got bo wan eşkere bûye ku sernivîskarê govara wan Mewlûd Afend ser bi Îranê bûye û niha li wî welatî dijî.

Fezlekeyên BDP’yiyan pêşkêşî meclîsê kirin

AvestaKurd - Fezlekeyên ku ji bo rakirina destnedayîniya parlementerên BDPê hatiye amadekirin, pêşkêşî meclîsê kirin. Serokwezîr Erdogan jî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku wana wê destnedayîniya BDP'yiyan rakin.

Şahciwana Meksîkayî kuştin!

Avestakurd – Li bakurê Meksîkayê di encama pevçûna di navbera çeteyên madeya hişbir û leşkerên Meksîkî de şahciwana bi navê Maria Susana Flores Gamez kuştî hate dîtin.

Hevpeyvînek ligel Ciwan Haco

AVESTA KURD - Ciwan Haco, ji binemaleke navdar e. Hunermendekî li seranserê Kurdistanê hem naskirî, hem jî hezkirî ye.

Çareserî tunekirina Hêza Operasyona Dîcle ye

Avestakurd – Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyîd Teyîb diyarkir ku çareseriya rast a qeyranê, hilweşîna Hêza Operasyona Dîcle û vegera peymana sala 2009'ye.

“Emê destnedayîna BDP’liyan ji meclîsê rakin“

Avestakurd – Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîb Erdogan gef li parlementerên BDP'ê xwarin û diyarkir ku ew ê destnedyîna BDP'liyan rakin û mayî jî bi dadgehê ve girêdayî ye.

Kurdistan û Îraq: Divê Hêz vegerin cihên xwe yên berê

Avestakurd – Li gor daxuyaniyekê ji nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî, di civîna navbera Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê û Wezareta Îraqê de her du aliyan lihevkirine ku hêzên leşkerî vegerin cihên xwe yên berê û di navbera her du aliyan de civîn berdewam bibin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com