Min beriya çend mehan navê sernivîseke xwe „serxwebûn“ danî û bi nîyeta ez ê îro sibe nivîsê temam bikim, wisa ma li ser monîtorê.
Heta ku birayekî kevnepêşmergeyê bi navê Rewan Şêxîzedin Banî, nivîseke bi heman navê „serxwebûn“ di Avestayê da nivîsî.
Piştê nivîsa vî camêrî, min sernivîsê guhert, danî „Kanê serxwebûn?“ Ev sernivîs jî li xweşa min nehat, di vê demê da ku herkes mîna ji jinazirav bireve, wisa direve ji serxwebûnê. Ev sernivîs jî bêku were nivîsandin, ev demek e wisa ma.
Tawilê min biryar da ez vê nivîsê li jêr navê “serxwebûna min” temam bikim.
Çima “serxwebûna min”? Heke serxwebûn bi kêrê Kurdan neyê, ne di berjewendîyên Kurdan da be! Kêmtir be ji daxwazên din! Xwestina wê dê ji Kurdan ra bibe zirar! Bila zirarê bide min û bibe “serxwebûna min!”
R. Ş. Banî, gotineke Mela Mistefayê rehmetî bi bîr tîne:
“Heta ev tiving di destê min da bît, ez bi xwe xudanê xwe me û nabim peyayê çi hêz yan hikumetekî.”
Li vir mebesta mela Mistefayê rehmetî ne, şer, çek û xirecir e. Wek tê zanîn merivekî herî aştîxwaz û aram bû mela Mistefa Barzanî.
Mebest ev e; di nava ew dewletên ku mîna gûran Kurdistanê dagirtine de jîyaneke azad û serbixwe bê çek nabe. Tu bi çekdar bî, ya herî girîng vî çekî ji bo rizgarkirin û parastina welatê xwe bi kar bînî tu dê nebî peyayê ti dewletêke dagirker. Tu yê çarenivîsa xwe bi xwe destnîşan bikî.
Dijminên te bi sed hezar leşker tên ser te, tu dused hezar leşker derxe pêşberê wan. Bi mîlyoneke artêş gef bi te dide, tu artêşeke bi du mîlyonî damezirîne, bi heman çek û teknîkê. Heta jê jî zêdetir.
Helbet ev jî bi stranên “bijî pêşmerge, roj baş gerîlla” pêk nayê û çênabe. Ev herdu hêz di bin banekî da, di bin destûrekî da pêwist e bibin yek. Ji xizmetên partî û serokan derên bikevin bin hizmeta rêbazên neteweyî.
Artêşeke mezin û yekgirtî!
Ka binihêrin wê demê dê kes biwêre tilîya xwe dirêjê Kurdistanê bike?
Qey yekîtîyeke wiha xeyal e? Bawer nakim!
Jê ra dewlet pêwêst e, hêz û yekîtî pêwist e. Vana hemû rast in?
Belê rast in. Lê têr nake!
Tişta ku pêdivî ye ji vî îşê ra bîr û bawerîya serxwebûnê ye. Hişmendîya yekîtî û bihêzkirina parçeyên Kurdistanê ne, ji bo alîkarî û piştgirîyên hev.
Ne dûrketin ji van nirxan.
Yekîtîya hemû parçeyên Kurdistanê çênabe, dewletbûn û serxwebûneke giştî xewn e?
Baş e bila her parçe serbixwe be, reh û rûhên xwe ji dewletên dagirker biqetîne.
Heta kengê wê Enqere, Tehran, Bexda û Şam bibe paytext ji partî û siyasetmedarên Kurdan ra?
Ew paytextên ku heryek darbesteke ji bo milletê Kurd. Heta kengê em dê xwe bi xeyala Stenbol, Antalya û Îzmîrê bixapînin?
Heke welatekî, nexşeyekî bi navê Kurdistan hebe li vê cîhanê divê ew serbixwe be, alaya wî li nava alayên miletê cîhanê bi serbilindî li ba bibe. Neku heta vê gavê jî her alîyek alayeke xwe hebe!
Dîrok neteweyan çênake, netewe dîrokê çêdikin.
Dewletên dagirker û rojavayîyên piştgirên wan bi hezar plan û projeyê bitêra xwe Kurdan ji bîr û bawerîya serxwebûn û dewletê bi dûr xistine. Sibeyê mercên navneteweyî ji serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê ra amade be, tu were kurd bêjin me serxwebûn û dewlet nabê, em dixwezin bi paytextên mezin ra bijîn! Ewqas ku bi dûr ketine ji serxwebûnê!
Mebesta min ji kurdan; helbet partî, serokên wan partîyan, sîyasetmedar û rêxistinên Kurdan in, ku ewqas ji bîr û ramanên serxwebûnê bi dûr ketine. Tevlihev û ne zelal in di vê mijarê da.
Di nava sê serokên partîyên me yên mezin da Mesûd Barzanî hinek nêzîkê serxwebûnê dixuyê, ew jî ji “dostaniya sift” a bi dewleta tirk ra nikare xwe rihet bilivîne. Dostanîyeke wisa ku ev çendîn car in bi serokwezîrê tirk ra li Enqereyê bê alaya Kurdistanê dicivin. Serokê AKPyê, wî weke “serokê herêma federal a Îraqê” dinasîne û ew berdewam dimîne li wî kongreyê. Xwedî hişmendîyeke neteweyî yek sanîyekî jî nikaribû li wê kongreya partîyeke dagirker rawestîya.
Abdullah Ocalan ew bîr û bawerîya serxwebûn û dewletbûnê ku pê ra piçek hebû, wan jî di nava dîwarên girtîgeha kolonyalîst da hişk û pûç kir û wek tê zanîn niha mijûl e bi plan û projeyên “demokratîkkirina” dewleta kolonyalîst a tirk ra.
Celal Telebanî serokê dewleta Iraqê ye. Her ji vê pencereyê li Kurdistanê dinihêre û ne pêdivî ye ez li serê rawest im.
Sîyasetmedar û rêxistinên din jî li gorî van hersêyan ji hev cûda dibin û heryek li dayîreyên dora wan diçin û tên, nikarin jê derên! Ev bi salan e mîna aş digere.
Tam jî di vî noqteyê da demokrasî ji bo me pêwist e.
Jixwe hewce nîne ez behsa ew ên ku dibên “em Kurd in”, û nikarin xwe ji partî û dewlet û rêxistinên dagirkeran biqetînin! Ew pire ne. Heta nehilşên dagirker dê di ser wan ra derbas bibin û biçin, ji bo dagirkirinên nû.
Yek ji alayên me yên serxwebûnê mamosta Cemal Nebez bû, ku ez rêzdar im jê ra. Ew jî van rojên dawîyê dibêje: “Azadî girîngtir e ji serxwebûnê!”
Baş e qurban, herdem tiştek girîngtir bû li dijê serxwebûna kurdan; “umetîzm, enternasyonalîzm, demokratîzm, globalîzim û nizanim çi û çi.. Îcar niha jî azadî?
Azadî çi ye? Hun vegotineke têr û tije dikarin bidin min?
Ji roja ku meriv serê xwe bi vê têgihîna xweş êşandîye heta îro wê direngîne, hîn jî rengên dîtbar nedaye wê tabloya şaheser. Ji ber ku ew têgihîneke abstrak e. Meriv çiqas azad be, ewqas li azadîyê digere.
Li gorî we kîjan meriv azad e li cîhanê?
Jê bipirsin; ew dê dîsa azadîyê bixweze ji we…
Serxwebûn û dewlet pêngavên yekemîn in ji bo kurdan, ne yên dawîyê yan jî yên xeyalî. Encax piştên wan pêngavan, gelek tiştên ku em bikin hene, ji bo ku em xwe piçek bigihînin miletên din…
Neku sergêjî!