Serrûpel Nivîskar Xwezî min nedîtibane

Xwezî min nedîtibane

Belav bike

Ew 3’ê roj bûn befir dibariye. Ji sirabayê cemedê kesek nedikarî derkeve derve. Xinêre bûbû welatê befirê û aşûtan. Best, newal, gelî, gir û kaşên çiyayên Xinêre radestî befirê bûbûn. Teyr û çûk weku di qefesekî de zîndankiribin bê deng, wendayî bûn. Ji barîna befira zêde û bilindbûna wê gelek dar binbefir bûbûn û tenê serê wan darên bejn bilind xuyadikir. Lê car car dengê gurên derketbûn nêçîrê bê dengiya heyî xerab dikirin. Caran jî dengê aşûtekê gurmînî bi asîman û erdê dixist. Di hişê min de jî raman li pey ramanê pêşbaziya hev dikirin. Geh hêvî dibû tac geh jî tariyekê ez bi xelekên zîncîrên xwe ve girêdidam û darbesta min li milê min dikir. Wê rojê ez bi tenê di navbera çar dîwarên kelpîçî de mabûm, ji nişkave çek hate bîra min, ew 10 rojbûn min çeka xwe paqij nekirî. Min çixareke titûnê ji xwe re pêça û hêdî hêdî parçeyên çeka xwe vekir, li dema min çek paqij dikir bi dengê ‘roj baş heval’ serê min ji ber xwe bilind

bû û çavê min zîq çûne ser derî. Dema min derî vekir, got:

“Roj baş heval, hevalê Bawer li vire?”

“Na heval, îro dora wî û ya hevalên din a nanpêjiyê ye, çûne nan çêkin. Fermo heval, dikarim çawa alîkariya te bikim?”

“Sipas, av nayê, emê xwarinê çêkin, pêdiviya me bi avê heye. Ez dibêm av qerisî ye”

“Heval, av qerisî be jî gelek zehmete, dibe ku sûnde (xertûm) bûbe qeşa. Lê çûna ser kaniyê mitirsiyek mezine, nabe kesek di vê rewşê de biçe wir. Heval ez nû te dibînim?”

“Raste, mane navê te heval Zinar e”

“Belê”

“Ev 10 roj in em komeke heval ji Qendîl hatîn. Navê min Gulîzere”

Hevala Gulîzer xatir ji min xwest, çû. Nizanim çend demjmêr derbas bûbûn, hevalê Bawer hilke hilk li ser dila şikel derbasî hundir bû:

“Hevalê Zinar, zû rextê xwe girêde, em biçin”

“Çi bûye hevalê Bawer, çi ye?”

“Hevala Gulîzer”

“Ê”

“Ev du demjmêrin tu agahî jê nîne”

“Çawa?”

“Ev çend roje heval hatiye vir, heval dikin û nakin çarê jê nakin û dibêje ‘divê ez avê berdim’ û derdikeve, nema vedigere”

“Heval, hate vir, pirsa te kir û ji ber çûna ser kaniyê min ew hişiyarkir”

Em heta êvarê lêgeriyan, me çend heval xwe bi şûtikan girêdabû û lêgerîna me berdewam bû. Berî reşî bikeve erdê, me cendikê hevala Gulîzer li ber darekê dît. Dema çavê min pê ket, ez di cihê xwe de cemidîm; bejna wê ya dirêj, her du keziyên reng genimî, çavên wê yên şîn û beşişîna ser rûyê wê li ber çavê min zindî bûn. Li wir, ez ker û lal bûm, nema ji min dihat gotinekê bêjim, ev çi bû? Çima weha dibe? Çawa ev gula bi serê xwe buharek bû çû? Xwezî min nedîtibane û bila niha darbesteke li ser milê xwe bame. Ji wê rojê were dilê min bûye zivîstaneke bê dawî.

Demhat Dêrikî