Serrûpel Nivîskar Volibola Rûniştî

Volibola Rûniştî

Belav bike

 

 

Volibola Rûniştî bi englizî “Sitting Volleyball” e. Ev celebek volibol e ku bi gelemper bi aliya kêmendamên bedenî û kêmendamên lingan ve tê lîstin.

Ev werziş di navbera salên 50yan de ji bo leşkerên holendî rehabilîteya kêmendamên lingan hatiye çêkirin. Paşê wek werzişa kêmendaman hatiye hilbijartin.

Çawa Tê Lîstin

Kêmendamên lingan nikarin wekî mirovên normal li ser piyan rawestin. Lewre volibola wan jî rûniştî û danişî tê lîstin.


Pîleya Qada Volibola Rûniştî 10 mîtro dirêjahî û 6 mîtro jî firehî ye. Ev pîle hem ji bo yarîzanên mêran û hem jî ji bo yarîzanên jinan in. Bes lêbelê bilindahiya tor ango fîle cûre ye. Bilindahiya tora mêran 1.15 mîtro ye, ên jinan jî 1.05 mîtro ye.

 

Volibola Rûniştî birastî hema hema wekî Volibola normal e. Di çend xalan de cihê dibe. Divê di servîs avêtinê de beşek laşê mirov pêlî qada Volibolê bike. Di lêdana êrişê de jî heman weha ye. Û di blok û astengkirinê de jî divê beşek mirov pêlî şûna qada Volibolê bibe.

 

Volibola Rûniştî gelek salan e di “Lîstina Kêmendaman” ango Paralimpikan de tê leyîstin.

 

Metînê DILXÊRÎ

Mamosteya Werzişî