Serrûpel Magazîn Ganî Nar albumeke nû derdixîne

Ganî Nar albumeke nû derdixîne

Belav bike

Di daxuyaniyeke taybetî de ji bo AVESTA KURD , Ganî Nar got, navê albuma wî ya nû “JAN” e.

Di vê albuma xwe ya nû de, hunermend êş û jana xwe tîne ziman.

Ganî Nar, piştî 8 salan, di encama ked û xebateke dûr û dirêj de, bi zor û zehmetî albuma xwe derdixîne.

Albuma “JAN” ji 11 stranan pêk tê.

Gotin û muzîka albumê yên hunermend bi xwe ne. Di nava wan de helbesteke Baba Tahirê Hemedanî heye.

Ev albuma Ganî Nar ya 10. di dawiya çileya 2013 de derdikeve.

Album li studyoyên Almanya hatiye tomarkirin.

Aranjeya wê jî Fikret Dag û Ganî Nar kiriye.