Serrûpel Nivîskar Hêvî

Hêvî

Belav bike

Hêvî nanê xizanan e, hêvîşkestî nebin. Dibe ku demsal zivistan be û hûn bê war û wargeh bin, lê dîsa jî hêviya xwe xurt bikin, stareyeke germ û doşegeke  nerm mafê we ye jî, her çiqas tenê bikaribî xeyal bikî jî, hêviya xwe wenda neke, hêvîdar be… Hêvî nanê Kurdan e, bê hêvî nemînin Kurdîno. Dibe ku welatê we, ta di kal û bavan de kiribin çar parçe. Li her parçekî dibe ku jiyana we bi dagirkerên  mafnezan re di nav têkoşînê de derbas dibe. Dibe ku ji bo we pesna herî bi rûmet, “Kurdê herî baştir yê mirî ye” be jî. Şaşiyên wisa dibin, ew her çiqas  li ser gewriya we bin jî, brayên we yên misilman in îdare bikin, bila mezinahî a we be. Îcar ne ew brayên we yên misilmanin ku li bajarên we  girtîgehên herî mezin çêkirine, ma hûnê vê jî înkar bikin, şerm e loo, qet nankorî ma ji Kurdan tê. Carekê li rêyên bajarên xwe binêrin. We dît hemû  duble ne, ma hûn karin vê jî ji nedîtî ve bibînin, yanê çi dibe ku zêdetir wesaîtên leşkerî ji wan rêyan de derbas dibin, ma ewqas jî hesûdî nabe loo. Ma qet  Kurd hesûd dibe, şerme wele, him weleh û him jî bileh. Li Bakur bê hêvî jiyan nabe. Ji xwe jiyana hêvîşkestî ji me re nabe. Dibe ku hûn li Doxu û Guneydoxu Anadolu Bolgesiyê, di siya tank û topan de, bi xizanî,  bi nezanî û bi potansiyelekî terorîst bijîn. Ma çi bi vê tê loo. Çima kêfa te bi tank û topên te nayê. Ji xwe xêra Xwedê ye, li kîjan bajarê din ewqas top û tank hene, hîn jî tu dibêjî, em ji butçeyê têra xwe sûdê wernagrin, şerm e weleh, him weleh û him jî bîleh. Îcar ji Xwedê bitirse, her roj bi dehan  balafirên şer ku hemû son model in, ji Amedê ranabin û venanin. Hûn karin bibêjin ku ew efonaltiyana ber bi zarokên me ve naçin? Na weleh,  carekê be jî çavên xwe vekin, ewqas tank û top û toma û panzer û hezar quzirqurt, heta hezar qusurkurd bes nake, son model efonalti jî ma qet çavên we  têr nake, şerm e heyran, ma qet ji Kurd ev tê payîn. Dibe ku zimanê te kiribin tirkmancî, çi dibe yanê, ziman ziman e, ha kirmancî ha tirkmancî. Mêze  sala pêş me, zimanê me dizê, wezîr bi xwe eşkere kir loo, çawa derew e. Ma tu bi çavên xwe nabînî, kirmancî ducanî ye, sala bê bi îzna Xwedê wê  bizê û em ê navê wî jî zazakî lê bikin. Na heyran, wezîr bi xwe got, sala bê zazakî dibe zimanekî cuda. We zimanek dixwest, a ji we re du ziman. Hûn hîn jî  xwe teslîma hembiza sicak a dewletê nakin. Xêra Xwedê li hemberî comerdiya dewletê rêzê bigre loo. Heta tirkmancî jî saymîş kî aha ji te re 3 ziman. Ev çi  dewlemendiye hevalno, brawo ji me re.  Dibe ku li dibistanan perwerdehî bi zimanê te nebe. Dibe ku li dadgehan tu nikarî xwe bi tirkmancî be jî biparêzî. Dibe ku di zindanan de bi deh  hezaran girtî hebin. Yanê ewqas qusur di Qadî Kizinde de jî heye qurban. Îcar binêrin wekhevî jî di nav girtiyan de pêk anîne. Mêze, him şaredar,  him parlementer, him parêzer, him proleter, him jin, him zarok, him nexweş û bextreş, yanê herkes bi hev re, di nav hev de, li girtîgehên germ dijîn mîna  gul gibi. Xwedê hebînî, vê zivistanê rêx li derve heye ku derkevine derve. De rehet bikin loo, mêze niha faîlî meçhul tine ne, di bin çavan de wendakirin  tine ne, yanê bûndan îyîsî Şamda kayîsî lê weleh rewşa Şamê jî qet ne îçler açici ye, neyse ew mijareke din e. Me çi dogot heyran, haa, ma dubendî dibe loo.  Dibe ku her roj serdegirtinên malan çêbin. Ma çi dibe, mêvanên Xwedê ne, çima hûn serdana wan şaş fehm dikin, her tişt bona weye weleh, him weleh û him jî bîleh. Çi dibe yanê ku di nav birokratan de Kurdek be jî tine be. Hele carê bipirsin çima? Çimkî birokrat zêde diwestin, ma emê çawa qimîşa Kurdan bibin, na weleh  Kurd hemû axa ne, ma zêde xebitandin, towbe towbe, ma qet em layiqa brayên xwe dibînin loo. Îcar baş seh bikin, hûn dibînin li leşkeriyê xwekuştina Kurd  serbest e. Kontenjana li leşkeriyê xwekuştinê a herî zêde dane Kurdan. Ji sedî 90 kontenjana xwekuştinê a Kurdan e, ji sedî 10 jî mafê yên din e. Hîn jî dibêjin “qurban herêma me paşda maye, ji me re pozîtîf ayrimcilik.” Kûrê ji vê wêdatir pozîtîf ayrimcilik çawa dibe, şerm e loo, ma qet nankorî ji Kurdan tê. Çavên  xwe vekin carekê bona xatirê Xwedê heyran.  Rojava, mala te ava, tu di du salên borî de dergîstî bûyî, heta salekê tu yê bibî zava. Dibe ku zavatiya te di çentê de ne keklîk be. Dûra nebêje   te ji min re negot, loma jî ez bi brayên xwe; çi Esed dibe, çi Öso û bi temamî bi brayên xwe yên misilman xapiyam. Te jî kerema xwe ji dîroka bav û kalên xwe  ders bigirtana heyran. Hesabê xwe baş bike. Xuyaye ku Esed rêwî ye. Yanê ku tu baxlemîş bikî jî Ebbas yolcî ye. Ku surprîzekê bike û bimîne jî ti xêra ku ji wî were tine, me ew berê dîtibû, de bila biceh.., towbe towbe, de bila here loo. Rojava, tam jî di vir de hesabê xwe baş bike. Dibe ku Öso’yê îro bibe Huso’yê Iraqê yê ku  ax li ser xwe kir û ben şidande qirika xwe. Lê heta wî benî ew qirika şidand, çi enfal û Helebçe li pey xwe hîştin. Ha Huso ha Öso, hesabê xwe baş zanibe loo. Dûra  nebêje negot ha. Aha ez niha dibêjim, ne ez jî weleh, bi hezar salan berê bapîrên me gotine, nehfa çavê rast bi yê çep re tine qurban.