Serrûpel Nivîskar Dejenerasyon

Dejenerasyon

Belav bike


„Gerdûn û ehmeqî bêdawî ne.“ (A. Einstein)

 

Dejenerasyon: ji peyîva „dégénération“ a frensî tê. Di wateya windakirina esil û bingehê da, yan jî ji bo xiravbûna wan bi kar tê.

Di kurdî da; bêkokî, bêbingehî û bêesilî vê peyîva dejenerasyonê pêşwazî dikin.  

Herçiqas bîhna erebî jê were jî pirtîr peyîva „bêesil“ tê bikaranîn di kurdî da.  

Organek, fenomenek, jîyanwerek, kesek di xwezayê da reh û kokên xwe winda û xirab bike jê ra tê gotin: Ew bêesil bûye.

Netenê windakirin û jê dûrketin, ew feomen û kesê kokwindayî û rehxiravbûyî zirarê dide û dibe dijminê reh û kokên xwe jî… Di radeya kûştin û tinekirinê da ji wê reh û eslên xwe rik û nefretê dike.

Wisaku êdî ne dikare vegere ser reh û kokên xwe û ne jî dikare were naskirin, ew tişt yan jî kesê kokxiravbûyî û dejenerebûyî.

Jixwe dema ku koka xwe winda kir, ji esil û astarê xwe derket, ew jî nema xwe nas dike, ji ber ku ew dejenere bûye.

Ji keseke/î wiha ra tê gotin: „Tu bêesil î!“

Di zanistîya bijîşkîyê da jî ev peyiva dejenerasyonê pir caran tê gotin.

Bi taybet di nexweşîya çav da. Dema tebaqeya retînayê xirav bibe, reşika çav bi spîlikê ra bikelije û spî bibe, mîna glokeke berfê diqerise û dejenere dibe. Nema êdî tê saxkirin yanê dimire ew çav.

Ew bêhejmar kevirên ezmanî, fezayî jî wisa ne. Hemû dejenerebûyî ne. Hemû jî di cî û zemanekî da parçeyek ji hesarek(stêrkek, planetek) bûne. Bi teqînê ra kokên xwe winda kirine û niha jî serserî serî digerin di fezayê da.

Em jî bi tirsa ka kengê çend ji wan serserîyan dê li cihana me jî bikevin, dijîn.

Salnameya Mayayan herçiqas dawîya vê sala 2012 an wek qîyameta dinyayê ragihandibû jî, qîyamet ranebû û me jî bêhnek hilda.

Hertişt, cî û jîyekî xwe heye di vê gerdûnê da. Dizê, dijî, kal û pîr û kevin dibe û bi awayekî dimire, ne cî dimîne û ne jî. Dixwezî bi rojan, dixwezî bi mîlyaran salan be jîyê wê/wî, ku dem hat diçe. Ev yasayeke dîyalektîk a gerdûnê ye.

Mîna ku A. Einstein jî gotîye; tenê du tişt abadîn in: Gerdûn û ehmeqîya mirov!

Netenê li ba qijikên Mayayan, hemahema li ba hemû dîn û bawerîyan bi awayekî rojeke û teorîyeke qîyametê hene ku bingeha xwe ji têkilîya dîyalektîk a jîn û mirinê werdigirin.

Çima ol, bawerî û dewlet ji roja ku derketine heya îro mirov efsûn û manûple dikin, û bi rê va dibin?

Yan jî çima meriv evqas angajeyê ol, bawerî û dewletê ne?

Birastî ji ber ku pêdivîya mirov teqez bi sîstemek wiha heye, yan ji ber tirs û berjewendîyê?

Sedem çi dibe bila bibe sîstemên ol, bawerî û dewletê mirov dejenere dikin û bi cûrbecûr awayan hêza afirenîrî ya ramanê bi qasê yasayên xwe ditixûbînin yan jî dikûjin.  

Feylesofan behsa guherîn û jixwebiyanîbûna mirov kirine.    

Tê da hinek guherîn û jixwebîyanîbûn hebe jî, dejenerasyon tişteke din e.

Ew nexweşîyeke bêderman û bimirin e.

Derfetên vegera ji guherîn û ji xwebîyanîbûnê hene.

Lê yên dejenerasyonê tine.

Di her çîn û tebaqeyên civakê da dejenerasyonek pêk hatîye.

Hema çi were bîra we: Ji burjûva, karker, sîyasetmedar, nivîskar, zanist, hunermend, burokrat, memûr ûwd.. heta dejenerasyona miletan.

Bi hêvîya ku ev nexweşîya dejenerasyonê ji me û ji miletê me bi dûr bikeve!

Sala we ya nû pîroz be!