Serrûpel Nivîskar Sakîne

Sakîne

Belav bike


Awirmanîdara min!

Tu

gula berxwedanê!

Tu

dengê serhildanê!

Tu

sembola serxwebûnê!

Tu

nûçeya nehatî ji yarê!

Wê çawa be, bê te halê me?

Bêje!

Bihêle, destûrê bide, bi îzna te hez û evîndarîya xwe bavêjim bin lingên te.

Tu

afrodîta me!

Bê te wê çi be halê me?

Bêje!

Tu

hêvîya me!

Tu

hewara Dêrsimê!

Min hez kir ji te mîn a gulek li peravê munzûr!

Min hez kir ji te mîna berfîna lûtkeya Agirî!

Bê te wê çawa be halê min?

Bêje!

Çavreşa nazdar a rind!

Bextê te me, min rizgar bike ji vê tengasîyê

Tu hewara KURDISTANÊ!

Leyla, Fîdan, Sakîne!

Delalino!

Berfînino!

Hun

dengên sêwîyan!

Hun

hewarên bêkesan!

Hun

nefesên daqûrtandî!

Nebî hun reş girê bidin!

Çi zanim; şînê bikin, yan jî bikevin behîyê!

Eman ha!

Bûkên dest bi hine, ser bi xêlî!

Miraznedîtino!

Ka carek serê xwe rakin binihêrin:

Dîcle û Ferad, Munzûr û Avaşîn çawa bûne derya û ji Nûh vir da, keştîya Nûh dibin ber bi hêvîyan…!

Bihêlin bila çend mûrdar biewitin li dû we!

Bila ew biewitin ku cîyên kûjerên we careke din bixûyê li wan paytextên bêyom ku bedena we parî kirine!

Sakîne, tu!

Tûfê çavên Esad Oktayê sergardîyanê zalimê zîndana Amedê.!

Tu

Ku, ti kes bi wêrekî tûfê wî rûyê erjeng nekir û te tûf kir wî rûyê newêrekê êşkencekar!

Çavzera delal!

Ev sed sal in li derman digerim!

Tu qet nabêjî dermanên derdan li cem min in.

Min rizgar bike ji vê derdê koletîyê.!

Wê çi be li dû te halê min bêje!?

Derda li ser derdan!

Çîya spî bûn ji berfê…

Wê çi be bê te halê min bêje!

Berfîna lûtkeya çîyayan!

Tu nevîya Seyîd Riza,

Tu keça Zerîfe û Elîşîrê leheng!

Derda li ser derdan!

Tu keça serhildêr a Dêrsimê!

Ez dê bê te çi bikim? Bêje!

Guh mede wan newêrekên ku li dû te, bêedeb çend gotinan dikin!

Bihêle, desatûrê bide, çend tîlîlîyan bikîşîniim li dû te…

Çend tîlîlîyên serhildan û teqez ên serkeftinê.!

Tilîlîlî lîlîîllîî lîîîîlllîîî lîîlllîî…….

Eynî mîna wan tîlîlîyên zîndana Amedê yên li pey Mazlûm û Xeyrîyan..

Li pey Ferhad û çaran!

Li wan qorîdorên tarî û bêdawî yên xof,

ku mizgînîya vê serkeftinê dan.

Me gîhandin van rojan…

Bûkino!

Wê çi be bê we halê me bêjin!

Sakîne!

min rizgar bike ji vê halê sakînê! 

Binevşino!

Ketim ber bextê we, bihêlin, destûrê bidin çend gotinan bêjim:

Ew stûyên newêrek ku bi ser we da hatin bila bişikin.!

Ew dest û tilîyên hejok ku we kûştin bila bixelin!

Xwe davêjim ser lingên we!

Min bibexşînin, ku min soz û peywira xwe bi cî neanî!

Ez derewkerê herî mezin ê dîrokê…

Min bibexşînin!

Dexîlê we me, sosinino!

Sakîne!

Kejê, porsora kurd!

Destûr bide!

Hêstirên xwe yên newêrek paqij bikim û çend têbinîyan bidim dîrokê.

Çend têbinîyên misoger:

WÊ KURDISTAN BI SER KEVE!

HUN ABADÎN IN!

EVÎNA WE NEMIR E!

ŞÊR ŞÊR E, ÇI JIN E, ÇI MÊR E!

HUN DENG Û SAKÎNEYÊN KURD!

 

Berlîn, 12.01.2013

E. Dirêj