Gotina kesekî ji neteweya desthilatdar“ez ji dewleteke neteweyî dibihurim, hewl didim bibuhirim” watedar e. Bi vê gotina xwe, bi vê hewldana xwe, dixwaze bide famkirin ku mafê neteweyî yên gelên di bin zora dewleta wî de ne diparêze. Wek mînak helwesta Fransayîyek ku bibêje ez li hember dewleta xwe ya Fransayê me, yanî ez alîkarê Cezayîriyan me ku ji bin zilma Fransayê derkevin.
Di dema mêtingehkarîyê de cihgirtina kesekî fransayî li cem cezayîrîyên ku tekoşîn dikin, piştevanîkirina wî ji wan re, rexnekirina polîtîkayên mêtingerî yên dewleta xwe bi wate ye.
Lê gotina”ez ji dewleta neteweyî bihurîm”, a kesekî ku mensûbê netewekî hemû mafên wê î neteweyî, demokratik hatine xesbkirin, daxuyanîyeke biproblem e. Çunku ev kes hîn, ne xwedî mafeke ku ji alîyê neteweya desthilatdar, ji aliyê dewletê ve hatibe naskirin e. Zimanê wî qedexe ye, welatê wî di bin zor û dagirkeriyê de ye. Bûye hedefa polîtîkayeke asîmîlasyona pir mezin. Asîmîlasyon didome. Tekoşînên wî î bo wek xwe jîyanê bi astengên pir mezin re rû bi rû dimînin. Di rewşeke wiha de, gotina kesekî”ez ji dewleta netewî dibuhirim” tê wateya ev hemû ne girîng in. An tê wateya ji tekoşîna bo van mafan direve.
Bi bihurîna ji mafê dewleta netewî ya kesê mensûbê netewa desthilatdar, di saziya dewleta ku ew mensûb e de tu guherîn çênabe. Ew dewlet, wek ku berê heye, bi hemû saziyên xwe î bingehîn jiyana xwe didomîne. Lê ew kes li hember dewleta xwe têdikoşe. Bo mafê neteweya bindest têdikoşe. Bi gotina kesekî ku hemû mafên wî yên neteweî-demokratik hatine xesbkirin, “ez ji dewleta netewî dibuhirim” zor û zilma li ser kêm nabe. Lê, ev kes, êdî bi van mijaran re ‘eleqe nake, wan piçûk dibîne. Bi rastî ji van mijaran direve. Di vê rewşê de bihurîna ji dewleta netewî, dibe ketina bîrên bêbinî î ku dewletê amade kiriye.
Herdem Serokê PKKê Abdullah Ocalan, PKK/BDP, dibêjin ku em dewleteke serbixwe naxwazin, tu pirsgirêkên me bi sînor, welat û alê re tune ne. Dibêjin“Em dewleteke cuda naxwazin, bi sînoran re problema me tune ye. Bi ala tirkan re problema me tune ye… ” Li ser têgihîştina“welatê hevpar” radiwestin.
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, herdem têgihîştina “ Tek dewlet, tek welat, tek al, tek milet, tek ziman” dubare dike. Abdullah Ocalan, PKK/BDP jî vê têgihîştinê, vê tekîtîyê bi îfadeyên wek “dewleta demokratik, welatê demokratik, neteweya demokratik” derdixin holê. Têgihîştina serokwezîr a ku bi gotina “tek… tek…tek…”ê tîne ziman, Ocalan, PKK/BDP jî bi gotina“demokratik… demokratik…demokratik…”ê îfade dikin.
Di 13ê Kanûna Paşîna 2013an de, li Stenbolê, sempozyumek ku ji aliyê“Platforma Bo Aşîtîyê Ji Ocalan Re Azadî” ve hatibû lidarxistin hebû. Sempozyuma bi mijara“Di pêvajoyên çareserî û mizakereyan de rola lîderan”, Mebûsa BDPê Emine Ayna û Prz. Eren Keskin organîze kiribûn. Di danişîna bi mijara “Bihurîna Neçariyê: Tekoşîna Azadiya Kurdan”a vê sempozyumê de, min di axatina xwe de hewlda ku ez vê têgihîştina Abdullah Ocalanî, PKK/BDPê rexne bikim.
Hêzên ewlekarî bi panzerên bial dikevin gundan. Malan yek bi yek hildiweşînin. Malên hilweşandî paşê dişewitînin… Gund wêran dikin. Li gund kê bibînin desteser dikin. Bi zorê, bi lêdan û sixêfan dibin qereqolê. Li girtiyan îşkenceyên mezin têne kirin. Girtîyên li qereqolan hin jê bi îşkenceyên lêpirsînê tên kuştin. Hin jê tên revandin, bêserî û berate tên wendakirin. Ger di rewşeke wiha de jî dewleteke serbixwe nefikirî, seqetîyeke te heye.
Di pêçiyên tîmên taybetên ku bi panzeran tên de, gustîlkên bi al xemlandî hene. Kember û kumên bial xwelandî li wan in. Di rewşeke wiha de jî ger bi ala tirkan re pirsgirêkeke te tune be, seqetîyeke te heye.
Ev bû nêzîkî du salan e, jiber bûyerên li Sûrîyeyê, di çapemeniyê de navê sê dewletan dibihure. Ev sê dewlet bi hev re tên bîranîn. Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Qeter. Ev sê dewlet bo rêveberiya Beşşar Esed hilweşînin her cure derfet bi kar tînin. Artêşa Hur a Sûrîyeyê, Birayên Misilman, el-Kaîdeyê biçek dikin. Rewşeke din ya ku ev sê dewlet dixwazin pêşî lê bigrin jî heye. Ew jî li bakurê Sûriyeyê, yanî li cihên ku kurd lê dijîn, li Kurdistanê, pêşîlêgirtina xweseriya kurdan, xebata hilweşandina otonomiya kurdan e. Ev rewş nîşan dide ku ev dewlet dixwazin li hember dîyarkirina dahatûya kurdan rol bigrin û nehêlin kurd xwe birêvebibin.
Li Rojhilatanavîn ji 40 milyonan zêdetir kurd hene. Berî mehek, di nûçeyek çapemeniyê de, dihat nivîsîn ku Abdullah Ocalan, “Nexşe riya bo 50 milyon kurdan” amade dike. Li gor qen’eta min li Rojhilatanavîn kurd ji 50 milyonan jî zêdetir in. Lê, di pêwendiyên navnetewî de, ne xwedî statuyeke piçûçik in jî. Divê Rêveberiya Herêmîya Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê cuda bê nirxandin.
Qeter dewleteke ereban xwedî serjimareke sê sed hezarî ye. Qeter, endamê Yekîtîya Ereban a xwedî 22 endamî, endamê Konferansa Îslamî ya xwedî 55 endamî, endamê Netewên Yekbûyî ya xwedî 193 endamî ye. Di pêwendiyên navnetewî de navê kurdan tenê bi bêjeya”teror”ê re derbas dibe. “Em dê terorê tune bikin, bipelçiqînin”, “Em li hember terora kurdan e”hwd.
Qetera 300 hezarî, li ser dahatûya 50 milyon kurdan xwedî mafê gotinê ye, dixwaze dahatûya kurdan diyar bike, ev nîşan dide ku nîzama navnetewî çiqasî nîzameke neheq a li dijî kurdan e. Ev nîşan dide ku nîzama navnetewî, nîzameke pir neheq a li hember kurdan e. Eger, tu bêjî “min dewleta netewî bihartiye”, “ez ne neteweperwerê kurd im”, wê gavê tu nagihîjî hişmendiya goreya bilanet a di salên 1920an de,di serdema Cemiyeta Miletan de ku xistin serê kurdan. Bi negirîng dîtina van bûyeran, tu nagihîjî hişmendiya van neheqiyan. Hûn vana hêjayê lêkolînê nabînin.
Hal ev e ku, di 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de, ev operasyona ku pêk hat, operasyona herî mayînde, herî berfireh, herî kûr a hêzên emperyal e ku li Rojhilatanavîn pê anîne. Zelal e ku operasyoneke pir serkeftî ye jî. Dîsa dîyar e ku operasyoneke xwe veşartiye jî.
Xwe veşartîye. Çunku, heta roja me, li kîja aliyê Kurdistanê, ku kurdan dest bi tekoşîna mafê netewî kirine, çepgir, rastgir, lîberalan… bi hev re ji kurdan re gotiye “rûn li nanê emperyalîzmê nekin”, “ev helwdanên we bi kêrî emperyalizmê tên”, “ev cihêwazî ye”. Hal ev e ku hêzên emperyalî, li hember kurd û Kurdistan a ku di nava Rojhilatanavîn de cih girtine, cihêwazîya herî mezin bikar anîne. Kurd û Kurdistan, di serdema ku mafê xwe bi xwe diyarkirina dahatuya netewî herî bêtir dihat nîqaşkirin de, hatibû dabeşkirin, perçekirin û parvekirin. Her du hêzên emperyal î serdemê, Birîtanya Mezin û Fransa û du dewletên bikok ên Rojhilatanavîn, bi hev re, bi awakî organîze li ser serê kurd û Kurdistanê hatibûn xezebê. Îro di Konseya Ewropayê ya xwedî 47 endamî de, di Konferansa Îslamê ya xwedî 55 endamî de, di Yekîtîya Ewropayê ya xwedî 22 endamî de, di Netewên Yekbûyî ya xwedî 193 endamî de, dewletên ku xwedî nifûsa 10-15 hezarî, 50 hezarî ne jî hene. Ew, di dîyarkirina dahatûya kurdan de xwedî rol in. Lê, kurdên ku nifûsa wan ji 50 milyonan zêdetir e, nexwedîbûna wan a statuyeke sîyasî li hember van pêwendiyan rewşeke balkêş e.
Tê gotin ku “sînor ji holê radibin, Beşikçi, hîn behsa çêkirina sînoran dike”, Beşîkçî bi neşopandina geşedanên sîyasîyên dawî tê rexnekirin. Ev, dîtineke ku divê bê rexnekirin.
Di bîst salên dawî de bi nêzî 30 dewletên nû hatine avakirin. Yekîtîya Sovyetan belav bû 15 dewlet derketin holê.(Estonya, Letonya, Litvanya, Belarus, Moldavya, Ukrayna, Gurcistan, Ermenistan, Azerbaycan, Kazakistan, Tirkmenistan, Ozbekistan, Tacikistan, Kirgızistan, Federasyona Rûsya)
Yugoslavya belav bûye. 7 dewlet derketine holê.(Slovenya, Hirvatistan, Bosna-Hersek, Makedonya, Kosova, Karadag, Sirbistan)
Çekoslovakya di nava xwe de bûye du dewlet.(Slovakya, Çekya)
Komara tirk a Bakurê Kibris, Cibuti, Eritre, Kaledonyaya nû, Sûdana Başûr, Dewleta Filistin a ereb…
Du meh berê, di 30ê Çiriya paşîn a 2012an de, Netewên Yekbûyî bo Filistinê statuya “dewlata çavdêr a neendam” qebûl kir. Ev biryar, li Tirkiyeyê ji aliyê rastgir, çepgir, lîberal û her kesî ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. PKK/BDP jî di navê de. Rewşa kesên ku ji kurdan re dewletê naxwazin, li hember derdikevin, bi çepikan pêşwazîkirina wan a dewleta Filistinê rewşeke balkêş e. Parastina vê têgihîştinê ji aliyê çapemeniya tirk, ji aliyê nivîskarên tirk, ji aliyê çepgirên tirk ve xwezayî ye. Lê parastina kurdan jî xwezayî ye gelo?
Dîtina“sînor ji holê radibin, sînorên nû avakirin bêwate ye” dîtineke ku ji bo heşê kurdan lihevxistinê, hatiye holê ye. Bi tevî vê, dê her kes bi nasnameya xwe beşdarê yekîtiya bênetewetî bibe. Ew kurdên ku hîn nebûne xwedî nasname, ku nikarin wek kurd bijîn dê çawa cih di van yekîtîyan de bigirin?
“Em qet ne miliyetperwer in”
Di 24ê Kanûna paşîn 2013an de li meclîsa tirkan(TBMMê), qanûna“parastina bi zimanê dayîkê” hat nîqaşkirin. Di dema vê nîqaşê de, di navbera mebûsa CHPê ya bajarê İzmirê profesor Birgul Ayman Gulerê û BDPîyan de nîqaşên tûnd derketin. Profesor Birgul Ayman Guler, di cihekî axaftina xwe de got, hûn nikarin“miliyetperweriya kurd” wek “pêşverûtî”, “serxwebûnheztî”bi min bidin qebûlkirin. Got “hûn nikarin bi min neteweya tirk û miliyeta kurd wekhev û hemrûmet bidin qebûlkirin.”
BDPîyan, li hember vê wiha bersiv dan“em qet ne miliyetperwer in, hûn neteweperest in. Em dê we ji enternasyonala Sosyalist bidin qewirandin…” Divê li ser vê bersivê, vê helwestê hinek bê rawestin.
Divê berî her tiştî bê pirsîn, “hûn çima ne miliyetperwer in?” Ziman qedexe ye. Bi zimanê kurdî perwerdehî nayê axavtin. Tu nikarî navê welatê xwe bibêjî. Zarokên kurdan her sibe li dibistanan dibêjin”ez tirk im, rast im… hebûna min ji hebûna tirkan re biqurban be” Piştî ew qas tekoşînê, hîn navên ku tê de herfên W, X, Q hene nikarin li zarokên xwe kin. Nevên nivîskar û welatperwerên kurdan, bi hinceta “ne li gor çand û rûmetên tirkan e”, nahêlin li park û bexçeyan bêne dayîn. Parêzger û qaymeqam, biryarên wiha yên meclîsên şaredariyan, napejirînin, bo betalkirina wan doz vedikin. Navên cih û warên erdnîgariya Kurdistanê bi navên tirkî re hatine guherîn… Tu bo politikayek mezin a asîmîlasyonê bûyî hedef… û asîmîlasyon didome, wateya qedexekirina perwerdehiya bi zimanê dayîkê ev e… Tu li hember vê dernakevî, tu dê li hember vê dernekevî? Dema tu vê bikî jî ji te re miliyetperwerê kurd tê gotin. Ji bo kurdan helwesta herî bi rûmet jî ev e. Helwesta ku ji kurdan re dahatûyek erênî we’ed dike jî ev e.
Her kes dizane ku derdekî kurdan ê wek asîmîlekirina gelên cîran, wek dagirkirina axa gelên cîran tune ye. Her kes dizane ku kurd, bo rakirina zilm û zora li ser gelê kud, ziman û çanda kurd, bo ku ziman û çanda xwe bi hemû saziyên xwe bijî, bo ku bi tirk, faris, ereban re bibe wekhev têdikoşin. Diyare ku tekoşîna li hember zilm û zorê jî gerdûnî ye.
Çepgirîya tirkan çepgirîyek miliyetperest e. Wek di mînaka Profesor Birgul Ayman Guler de bû piraniya çepgirîya tirkan jî bi hemû wateya xwe nijadperest e, cihêwaz e. Divê em baş bînin bîra xwe li Bulgaristanê, di navbera salên1985-1988an de, li hember operasyonên navê bulgaran li tirkan kirinê helwesteke çawa çepgir û rastgirên tirkan nîşandan…
Divê dîsa li ser gotinên Profesor Birgul Ayman Gulerê bê rawestin. Ger bal bê dayîn, profesor Birgul Ayman Guler, dibêje ku kurd û netewa tirk ne wek hev in, kurd “miliyet”in, yanî ne xwedîyê şertê netewetîyê ne. Tê xwestin ku ‘miliyeta kurd’ bi neteweya tirk re bijî. Ev jî, di 1930an de, wek “mafekî bi tenê bo kesên ne tirk heye: Mafê xizmetkarîya tirkan e.” hatibû zimên, gotinên wê jî dubarekirina wan gotinan ya îroyîn e.
Çepgirîya tirkan, çepgirîyek miliyetperest e. Bi piraniya xwe nijadperest e. Serkeftineke girîng a vê çepgirîya miliyetperest, nijadperest ew e, bi kurdên ku nikarin bi zimanê xwe biaxivin, nikarin navê welatê xwe bibêjin dide gotin “ez ne miliyetperwer im”, “em qet ne miliyetperwer in”, bi vê awayê hinek kurdan ji eslê wan dide bidûrxistin.
Abdullah Ocalanî, heta sê-çar salan berê daxuyaniyên wek“Ez ji Marxî bihurîm“, “Ez ji Hegelî bihurîm”, “Ez ji Gandî bihurîm” dida. Divê ev wek hewldaneke entelektuel bê nirxandin. Lê, tu sûdekî van “bihurîn”an jî ji tekoşîna îroyîn a kurdan re tune ye. Dema ku tekoşîna îroyîn li ber çavan bête girtin kesê herî girîng ê ku divê jê bête bihurîn, Mistefa Kemal Atatirk e. Ev jî bi hogirîkirina Kemalîzmê ji PKKê, BDPê û kurdan re nayê bihurîn.
Wergera ji Tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.