Serrûpel Nivîskar Merwan Bozan mir

Merwan Bozan mir

Belav bike



Di odeyeke rût de. Dest bi peyala avê girti bû, li ser textekî hesinî, komek hestî û çermekî tenik, bê kes, bê hêsirên jinekê, bê germahiya dilê dayka berî bist salan berê miri bû, bê girî û qîrîn Merwan mir.

Gava bi mirina wî hesiyan, kesekî nizanibû kîçax miriye. Tixtor hanîn ser, got berî du katijmêran miriye.

Sêniyê gond li dor odeya wî civiyan, bav, bira, xûşk, ap, pismam, dotmam…, lê kesekî nizanibû çi bibêje, yan ên di dilê xwe de kere bikin.

Piraniya mirovan dixwazin li ber mirinê ne bi tenê xwe bin. Dibe ku ji tirsa sama mirinê, dibe ku ji bo çavên xwe li ser evîndarên xwe qurç kin, dibe ku jî, dixwazin çend duhmikên xwe yên dawîn tijî jiyan bikin .

Gava dinya di sûretî însanekî, ku tu jê hezdikî, di çavên te de vemire ne wek ku di sûretî dijminekî, yan mirovekî xiniz de vemire.

Hinek mirov hene dixwazin rû bi rû li hember mirinê bisekinin,  ji bo aşkere, bê tirs, bê fedî, bi mirinê re baxivin. Em jiyana xwe giş dijîn û dîtina mirinê bi me re dijî. Hinek mirov dixwazin li hember mirinê bigirîn, lê ku kes li dora wî hebe xwe digirin, û di hundirî xwe de digirîn. Hinek mirov dixazin jiyana xwe di ber çavên xwe re hêdê hêdê derbas kin, bê qirecira kesekî. Ji xwe re li gupegupa dawiyê ya dilê xwe guhdarkin.

 Dibe ku Merwan ji wanî kesên dixwast bi tenê xwe koçdawî bibe.

Merwên di jiyana xwe de dilê kesekî telîz nekir, û nedixwast di mirina xwe de jî dilê kesekî birîn bike. Wi dixwast ji vê cihanê derkeve, bê ku giriyê kesekî ser xwe de bibihîse. Erê bi tenê xwe li hember mirinê sekinî, û weke ku jê re got: “Ez û te li dawiyê gihîştin hev. Ez û te niha tenê di vê odeyê de ne, tu dikî êrîşe min bikî, lê ez ji te natirs im. Tu mirina minî, hevalê minî ji roja bûyîna min. te jiyana min hêdî hêdî ji min dizî. Ez û te hîro di hevdîtna dawiyê de ne. Kesek li dor me tineye. Pir kêfxweş mebe,.gava ez bimirim, tu jî bi min re dimirî. Hebûna te bi hebûna min de girêdaye. Em ê herdu ji vê cihanê derkevin. Lê tu yê bi gora min werî bîra xelkê. Tu jî weke min dizanî, li derên ku mirov tineye, tu jî tineyî. Bê min tu netiştekî.”.

Merwan zêdeyî du mehan ji nexweşxaneyekê dibirin nexweşxaneyekê. Tixtoran caba wî da. Ro bi ro melûl dibû, dicivilî. Herdu çav di kortê de wenda bûn, rî yê wî yê boz ser sîngê wî bê xwedî dimexelî.

Çel sal weke mûmekê vemirîn. Çel salên ku kes ên li hawirdora wî tiştewk jê fêm nekir.

Hinekan digot ew mirovekî dîwaneye. Hinekan digot nexweş e. Hinekan jî digot li rêya Xwedê ye.

Bi ro û şev nimê dikir. Tizbiyeke dirêj di desta de  bû, û berdewam navê Xwedê zikir dikir. Bi çolê diket. Li ser axê nimê dikir. Yekcaran demeke dirêj ji ser sicdeyê ranedibû. Hinekan digot me li çolê dî ax bi ser serê xwe de dikir.

Tiştên dikir, giş yên dîwaneyan bûn. Çûk û mezinan tembe lê dikir. Jê re digotin: “Îslam ne wehaye, weke ku tu li axiretê difikirî, li dinyayê jî bifikire. Law bizewice. Maleke xwe avabike. Bira tu bi germahiya heza jinê hest bibî, dê jine te ji vê zindana tu tê de derxîne, rengekî din ê cihanê bi te naskirin bide”.

Li gişkan guhdar dikir, kes nedêşand. Nirxên wan qebûl dikir. Lê biryara wî di hundirî wî de bû. Raza xwe ji kesekî re ti carî aşkere nedikir.

Di dibistanê de şagirtekî jîr bû. Di sala siftehîn de Bekeloriya stand. Kete unîvêrsîtê . Lê zû deşe xwendina unêvêsîtê kir.

Gellek pirtûkên marikisî xwendin. Gor xwe di mariksiyê de çareseriya doza civatê nedî. Gellek pirtûkên din jî xwendink lê negihîşte ti baweriyê. Bê ku bi kesekî re bibêje pirtûkek nivîsî. Di vê pirtûka xwe de, gor nêrînên xwe, bingeha civateke aştî, û bextewerî danî. Civateke bê ceng, bê piroblemên aborî, siyasî û civakî. Lê weke hemû xeyalmendan (otopiyan) ramanên wî dervayî demê bûn. Kesekî guh neda pirtûka wî.ji ber ku tijî endîşe û xyal bûn.

Koçî Libananê bû. Xwast bixebite ji bo karibe serbixwe bijî. Lê ew ne yê ku bi nig û lepan bixebite.

Hinek gotar di rojnameyên libnanî de weşandin. Gotarên wî li ser civat û siyasetê bûn. Di van gotaran de nêrînên jîr hebûn, nirxên hêja, û têbînên kûr.

Li hember dijwariya jiyanê, li hember piroblêmên civatî yên bêçareserî berdewam dibin kete rewşeke perîşan. Ev civata ku ji despêka hebûna mirovan li ser nakokiyê ava bûye. Wî nikaribû fêm bikira, çima mirov dijî mirove, çima sebema tiştekî bi çûk jiyana hevdu wêran dikin?. Çawa dê were fêmkirin ku mirov yeke yek, girûp girûp, û gel bi gel re dikevin çengên hovîtî, û başê li ser wan hezar û hezar goran jiyana xwe berdewam dikin.Bi van ramana re jiyan wî şkest. Gava ti çareserî ji civatê re nedî, ew ji rêyekê çû rêyeke din. Ji nişkava hemû raman û helwestên xwe terikandin û bi dîn de girt. Tiştekî lojîkî di jiyana wî de ew nedajot vê rêyê.Ti carî ji kesekî re şîrovenekir ku çi çareserî di dîn de dî.

Ên hawirdorên wî giş ji xwe re texmîn dikirin. Hinekan digot, wî di jiyana xwe de çewtiyên mezin kirin, derfetên li hember xwe giş bi destê xwe wendakirin.Tembeyên kesekî qebûl nekirin, û gava gihîşte vê rewşa bê hêvî, wî bi vî kerasî dîndarî xwest çewtiyên xwe veşêre. Hinekan digot, ew di tecribeya jiyana xwe de gihîşte encamekê ku hêza raman û lojîka wî li hember dijwariya jiyanê şkest, û gihîşte encamekê, xeyne wî kesekî ev encama nedidî.

Bi rastî dîndariya wî û dîbûn bi hev re dimeşiyan. Kesekî nikaribû biryar bida ku ew mirovekî dîndar e yan dîn e. Ên ku digotin dîn e ji yên ku digotin dîndar e pirtir bûn.

Dibe ku tiştekî din di mejiyê wî de hebû, kesek negihîştê. Gava wî weha bi her destan bi dîn girt, wî Quran gellek caran xwend. Û dî ku tiştek li vê cihanê bê fermanê Xwedê nabe. Ew kûr li ser mesela “Qeda û Qeder”ê rawestiya. Wî dî ku hêza Xwedê tenê heye. Lê civata mirovan giş di zilmê de ye. Çiqas pêxember hatin, çiqas lehengên dîrokê, kirin ku vê zilmê li ser milê mirovan rakin, û zilim ranebû, belam bi hawayekî kor berdewam e. Civata mirovahî bi zilmê re dijî, û dîrok bi xûnê hatiye nivîsîn, û hîn tê nivîsîn. Piraniya mirovan ev rastiya qebûl kirîye, û bi vê rastiya reş re jiyana xwe berdewam dikirin. Lê kesna hene, dil zelûl in, hest tenikin, nikarin bi vê rastiyê re bijîn. Hinek ji van bê tirs û bi mêrxwesî xwe bi xwe dikûjin. Gelekan ji wan li paş xwe name hîştin. Di van nameyan de aşkere gotin: ” Em jiyaneke weha qebûl nakin, û nikarin bijîn. Hinek ji wa, bi awayekî xwe dan aliyekî, û bêdeng jiyana xwe berdewam kirin. Dibe ku Merwan ji van sinfên dawîn bû.

Wî didî ku ev zilma, ev nakokiya di nav mirovan de li pêş çavên Xwedê dibiye. Ew mirovên jê hez dike zêde li vê cihanê dêşîne. Ew hêzeke bê hempaye, çi ku dike li ber kesekekî ne berpirsyar e. Wî bajarê Lût rakir û serûbin kir. Jin, zarok, kal giş di cida mirin.

Li hember hêzeke weha dilê wî lawaz bû, mejiyê wî pergende bû. Loma hemû xwestekên cihanê terikand, û li ber Xwedê geriya ji bo hêza xwe ser wî de nebarîn, wî neke hedefa xişma xwe.

Merwên ti carî li ser cinetê şor nedikir. Lê êşkenceya ku Xwedê di Dojehê de li mirovên gunehkar dike, berfireh digot û şîrove dikir. Wî di vê cihanê de Xwedê yê hêzdar û mirovê perîşan, û bêçare kes nedî.

Di bin sama xwedê de, ew ro bi ro lawaz dibû, çûçik dibû. Gihîşte nêrînekê, ku li hember Xwedê ew ne tişteke, ew kurmikeke. Weke ku Xwedê ew ji tinebûnê çêkir, kare wî di tinebûnê de wenda bike. Bi kurtî ew gihîşte rastiya Xwedê, û nikaribû weke xelkê bi Xwedê re bazaarê bike, Xwedê di berjewendiya xwestekên xwe yên vê cihanê ke.

Merwan, hêdî hedî ji vê cihanê vekişya. Xwe di hundirî xwe de kire zindanekê, û derî li ser xwe girt. Di vê zinda xwe de, bi Xwedê yê xwe re heta mirinê kete danûstandinê. Loma bê tirs, bê girî û qîrîn mirina xwe pêşwazî kir.

Kî hîro çi ser Merwên bibêje, em nikarin bibêjin ew rast dibêje yan çewt. Lê gava hebûna mirovekî ji tinebûna wî dijwartir be, dêmek ev mirova ne bes jiyaneke, belam ew dozeke mirovahiye.