Serrûpel Nivîskar Min bin ax mekin!

Min bin ax mekin!

Belav bike


Dayik Berfo, yek ji dayikên windayîyan, yek ji bi mîlyonan dayikên dilşewitî yên Kurdistanê.

Dayikên ku di şûna melhemê da kevirekî girêdane ser birînên kezebên xwe.

Dayikên ku celladên dîyar ên dewleta kolonyal, nivê kezebên wan rakirine û birine ji nava dil û hinavên wan. 

Berfoya dayîk a Cemîl Kirbayirê ku beriya bi 33 salan li bahespê siwar bû, ku here ji me ra qemçekî azadî bîne, tîbûna me pê bişikîne.

Mîna bi hezaran siwarên din, li hespê bayê siwar bûn û çûn.

Gelo hun dibên qey ew venagerin?

Heke hun wiha biramin, şaş in: Di her gûjîna bayê da vedigerin ew.

Û di her gûjînê da bîhn û nefeseke teze tînin ji me ra.

Ev nefes e toximê direşîne li ser gulan, tîne li binê daran dizîlîne, zînde û qewîn dike wan.

Lewma dayîka Cemîl Berfo wesîyet kir:“Dema ez mirim, min bin ax mekin!“

Ev wesîyet strana M. Şêxo ya “Dema ez mirim, min veneşêrin wek we hemûyan!“ Anî bîra min. Strana ku tê da êş û kedera xizanî û bindestîyê diherike.

Dayîk Berfo dizanibû nîvê kezeba wê Cemîl siwarê hespê bayê ye. Heke wê bin ax nekin, veneşêrin, dayînine cîyekî bilind ew ba dê misoger xwe bigihînê.

Ew sembola dayîkên şemîyê û wê tenê bi dilê xwe yê dayîk 33 sal li berxwe da û tim nûçeyek pa ji Cemîlê xwe.

Ew tenê dê bû, bi dilekî tazî! Li ser kevirên hişk û sar.

Berfoyê bi hesreta nûçeyek, parçeyekî hestî di 105 salîya xwe da koça dawî kir.

Çav vekirî çû Berfo. Xwezî nehata binaxkirin.       

Ji bo carekî ew yasa û toreyên civakî nehata bicîanîn.

Termê wê di nava darbestekî servekirî da mesela li gundê wê, li serê darekî bilind bihata hildan. Wê ji teyrûtûran ra jî bûbûya hêlîn û stargeh ew darbest.

Çûkên serên daran wê çîroka Berfoyê abadîn nivş bi nivş bixwendana.  

Qey çîya tinenin li Kurdistanê? Li lûtkeyeke yek ji wan bihata bilindkirin darbesta servekirî ya dayîk Berfoyê. Li cîyeke dîyar ku çav wê giloka êşê her bidîta.

Siwarên bayê dê hestîyên Cemîl bigîhandanê.

Êş divê were saxkirin! Ya bi dermanê, ya bi nişterê.

Neku bê veşartin. Veşartin belkî êşê hinekî bibire, ji bîr bibe, lê ji holê ranake.

Lewma Berfoyê digot: “Min veneşêrin!”

(Heta ku êşa min sax nebe!)

Wê xwest vê mesajê bigîhîne me yên ku em hînê veşartina êşên „saxnebûyî“ bûne!

Xwest vê bêje dayîk Berfoya ku her hucreyekî, qirmûçekekî rûyê wê rûpelek bû ji dîroka civaka hejar a benî.

Serdana nûnerên partîyên dewleta qatîl a tirk a meresima cenazeyê bêsincî û bêhurmetîyeke pir mezin bû ji bo dayik Berfoyê.

Tam jî bêehlaqîyeke li gorî dewleta tirk: Hem dikûje, hem vedişêre.

Û heta em qatil ji nava xwe paqij nekin û dernexin, ne hestîyên windakirîyên me dertên holê û ne jî aştî û dad tên vî welatî!