Me ji bo Kurdistana Iraqê li ser werzişê çavnebînanê çend proje pêşkêşî kiribû. Projeyên me nemaze li ser werzişa gogagolê/goalballê bû. Ew proje ji çend beşan pêk dihat. Perwerdeya yarîzan, perwerdeya rahêner û hekeman(dawer), pêkanîna pêşbaziyên gogagolê ya heremî, pêşbaziyên gogagolê ya navneteweyî û damezrandina federasyona werzişa çavnebînan an kêmendaman bû.
Wêne: Tîma Gogagolê di Parêzvanî de ye
Birêz Zaher Raşîd “Rêvebirê Olompiyada Kêmendaman ya Kurdistanê” bi qasê ku dibînim û dişopînim û dikolim kesekî hizmetkarê kêmendaman e. Xwe weqf kiriye. Birastî gelek dixebite. Xwedê jê razî be birêz Zaher Raşîd girîngiya vê projê dibîne û bernameyek amade dike û gaziya me dike. Vexwendnameya fermî amade kiriye û şandiye me. Dubare pîroz dikim û her serkeftî be înşeallah.
Wêne: Zaher Raşîd xelatên werzişa kêmendaman dide
Hêja Zaher Raşîd bernameyek ji bo 14ê Adarê li Duhokê amade dike. Hûn jî dizanin 14ê Adarê rizgarbûna Duhokê ye û rojbûna birêz rehmetî Mele Mistefa Barzanî ye jî. Di vê bernameyê de çend beş hene. A yekî hevnasîn û taybet civîn, ê din pêşbaziyek hîma pêşbaziya navneteweyî ku tê de tîma Amedê, tîma Hewlêr û Silêmanî û Duhokê hene. Ên dawî jî seredanên fermî û danasîna gogagolê ji bo rojnamegeran.
Wêne: Yarîzanên Gogagolê û Rahêner
Bername herî kêm pênc roj bidome. Armanca bername hîm û binyada naskirin û hezkirina gogagolê ye û bicîhkirina vê pêşbazî ye. Ji ber vê yekê bername bi giranî li ser nasîn û hezkirin û perwerdeyî bihûre. Paşê înşeallah bi yarmetiya Hukumete Kurdistanê jî ew bi cîh bibe û dergeha pêşbaziya navneteweyan veke û bibe beylelmîlel.
Di cêbecîkirin û pêkanîna pêşbaziyan de ez û ligel min du hekem û dawera goalballê kargeriya pêşbaziyan bike. Hevalek ji heremî û hevalek jî ji Erebî bibe. Min du wêne hekemtî ji bo we parve dikim.
Wêne: Hekemtiyek Ji Gogagolê
Wêne: Hekemtiyek Ji Gogagolê
Bi îzna Xwedayê Gewre em ji Turkiya serê sibê roja 13ê rê dikevin û diçin ber bi riya Deriya Xabûr û Îbrahîm Xelîlê. Spas ku birêz Zaher
me(Tîma Amed û Serokê wan Emîn Baran û belkû Omer Baran) ber derî pêşwazî bike.
Amadekar:
Metînê K.Dilxêrî
(Metîn Ayhan)