Serrûpel Nivîskar Axaftina dawî ya Ocalan

Axaftina dawî ya Ocalan

Belav bike


Bêguman A. Ocalan wê hîn pir biaxive: Heta ku desthilata tirk di nav mercên dîlgirtinê da destûr bidiyê ji bo bihêzkirina dewleta dagirker a tirk.

Ew dewleta ku milletan, şaristanîyan ji holê rakirîye. Ew dewleta ku ev heştê sal in xwîn daye vereşandin bi gelê Kurd.

Heman dewleta ku di van sîh salên dawîyê da li hember berxwedana tevgera têkoşîna azadîya gelê Kurd hate ser çokan. Ev tevgera di bin rêvebirîya PKKê da ku serokê wî yê “abadîn” hîn jî A. Ocalan e.

Heman Ocalan, ji roja ku hate girtin, heta wê axaftina xwe ya dawî ya Newroza 2013 an a li Amedê, car bi baskên turk-kemalîst, car bi baskên turk-îslamîst a dewletê ra di nav hewldanê da ne ku wê dewleta ketî, ji ser çokan rakin.

Ocalan çend sal berîya ku li Îmralîyê were girtin jî, pir caran behsa biratîya Tirk û Kurdan kiribe û tixûbên “Tirkîyeyê” parastibe jî, lê qenebe derîyekî wî bi alîyê rizgarkirina Kurdistanê va nîvvekirî bû.

Bi wê axaftina xwe ya bêyom a dawîyê ra vê derîyê bi destên xwe girt.

Li gorî we dikare hê wek serokekî “abadîn” be. Lê li gorî min ew ji nav rengên kurdî derket. Ji rêgeha doza azadî û serxwebûna Kurdistanê derket, ket rêgeheke din. Ket rêgeha “bi hev ra” jîyana bêyom a bi dagirkeran ra.                  

Ji reng û kultura Kurdî derket Öcalan. Bibe nebe ew mijareke din e, lê ew bi wê axaftina xwe careke din întegreya Kurdan bi sîstema dagirker va, deklere kir. Lewma dibêjim ew axaftina Ocalan a dawîyê bû. Bi awayeke fermî ji doza Kurdistanê îstifa kir Ocalan.  

Tê çi wateyê nizanim: Ew niha serokê “modernîteya demokratîk e!”

Yek ji gunehên min ê ku ez hîç nikarim bibexşînim, ji gotinên min ên beredayî ku ez hîç nikarim tê bigihîjim ev e, ku min demekî gotibû: “Apoîzm îlim e!”

Kîjan dem bû ew? Dema ku ew ji Surîyeyê derxistibûn û wî jî gotibû. ”Em ji Enqereyê derketin bûn partî, çûn rojhilat(Surîye) bûn artêş, ji rojhilat derketin (dema ku cî “tinebû” li Ewropa bima) em dê bibin dewlet.”

Ev gotina wî, mîna gelek kesên ku dîlên dilê xwe ne, kelecanekî da min û ez hizirîm belkî li hember kemalîzmê bibe bend, min wê gotina beredayî “Apoîzm îlim e!” nivîsî. Min xwelîya heft sergoyan bi serê xwe da kir, bêku kêlîyek biramim “îzm” bixwe, dij îlim e. Bêku hinek bi aram bim, daku bibînim hemû “îzm” li dawîyê digihîjin hev…

Bîhn li min çikîyaye. Bêaram im. Nikarim xwe bibexşînim.

Ez di bêdengîya xwe da veşartîme, ji roja ku Ocalan hate girtin û got: “Ez ji xizmetê ra amade me!” Ji bo min “Apo” ji roja 15yê sibata 1999 qedîyaye. Ew parastina wî ya ewil ku dabû DGM yê (dadgeha ewlekarîya dewletê) ne têda, (ku wê jî heta dawîyê nekarîm temam bikim.) ne pirtûkên wî dixwînim, ne nivîsên wî yên ku ji xeynê sergêjîyê kêrê tiştek nayên. Ne jî diçim meş û şayîyên PKKyê ku dirûşimên tên qêrîn ji bo Ocalan, hetka meriv dibin.

Peyama Ocalan ku di Newroza Amadê da hat xwendin, wek tê angaşte û empozekirin ne destpêkeke nû, berevacî dehbare berdewamkirina jiyana Kurdan a di bin nîrê dagirkerîyê da ye. Di nava bi her cûreyî sîstema dagirkerîyê da berdewama mendele û helandina çarenivîsa kurdan, mafên civakî û neteweyî yên Kurdistanê ye.

Navê vê sîstemê „ummetîzm“, „enternasyonalîzm“, „globalîzm“, „demokratîzm“ çi jahr dibe bila bibe, Kurd heta xwe û welatê xwe azad nekin û rabin behsa biratî, wekhevî û parvekirinê bikin bi kolonyalîstên xwe ra, wê tenê xwe bixapînin! Ev rastî bi olê jî were biriqandin, kirasên kevnare ên Îbrahîm, Îsa, Muhammed jî lê were kirin, bi sedan salan e çawa bindest mane, ew dê dîsa bindest bimînin bi van çavgirtin û dûayan. Eynî mîna Cumo Kenyatta wê her tenê pirtûkeke pîroz bimîne di destê wan da!

Yên ku ji vê axaftinê ra dibêjin destpêkeke nû ye, Tirk in. Endezyarên wan ên jeopolîtîk, psîkologê wan ên civakî û rojnamevanên wan, lingekî wan li Wanê yek li Amedê, yek li Qendîl, yek li Hewlêrê bişev û biroj dixebitin, daku „Tirkiye“yê li Kurdistanê û li rojhilata navîn rakin ser lingan û mezin bikin. Tirk in, ên bi Ocalan dane gotin „Ev destpêkeke nû ye!“ Heta yek ji wan rojnamevanên Tirk ku ji dema Ozal vir da “stratejîstîyê” dike nivîsa xwe bi sernivîsa kurdî “Ev serdemek e nû ye!” belav kiribû.

Hîlle çi ye? Ev e: Ji bo “mezinkirina Tirkîyeyê” dîsa bikaranîna Kurdan. Kemîn evqas besît e û ji Îdrîsê Bedlîsî vir da jî bi têra xwe zemîn heye ji bo danîna vê kemînê. “Me bi hev ra şaristanî ava kirîye, parlament û dewletan damezirandîye!” Hîlle ye, kemîn e!  Tirk vê kemînê dema dikevin serçokan datînin, dema radibin serlingan radikin û dibêjin; her tişt ên mene.

Qewmên barbar û benîyên bindestên wan kengê xwe ji barbarî û benîtîyê rizgar kirin, dikarin şarîstanîyan ava bikin. Ew qewmine her barbar û benî bimînin û bibin sedemê ji holê rabûna şaristanîyan û di ser da rabin bibêjin me şaristanîyan ava kirine, tenê dê bibe derew û demagojîyeke dîrokî.

Tirk di vî îşê da jî êpêy hosta ne. Par bi helkevta 50 salîya hatina tirkan a Almanyayê da, konsûlata tirk li ser bildboardên Berlînê wiha dabû dinîsandin: “Wir haben suzammen Deutschland gegründet! (Me Almanyayê bi hev ra damezirand!)” De îcar binihêrin ev îşê “bi hev ra damezirandin” ber bi ku va diçe!

Alman belkî vê ”bihevrayîyê” ciddî negirin û pê bikenin.

Lêbelê çend awarte rêbazê xirab nekin jî, mixabin ji bo mîr, beg, şêx, sîsetmedar, “serok” û rewşenbîrên “kurd”, hevkarî û bihevrayîya bi tirkan ra stratejîk û qeder e!

A.Ocalan vê qederê bi navê parastina “mîsaqê millî”, bi rûhê meclisa tirk a 1920 an bi xeteke stûr û stratejîk di peyama xwe da deklere kir. Ji alîyê xwe va fermîyetek da wê mîsaqê mîllîya Tirk a 1920 an!                   

Û bi vê stratejî û fermîyetê aveke sar bi ser agirê Newroza 2013 an da rijand.

Herçiqas di plana USAyê da lêxistina Îranê hebe û bixweze dewleta Tirk di vê planê da bi kar bîne, pê ra ew deklerasyona Amedê jî bi awayekî bû sedem ku Îsraîl lêborîn bixweze  ji Tirkîyeyê di pirsgirêka keştîya Marmarayê da. Yan jî ew deklarasyon bixwe yek ji teferûatên plana USA ya rojhilata navîn e. Belkî jî entegrekirina hemû parçeyên Kurdistanê bi Tirkîyeyê va yek ji bendên vê planê ye.

Ji ber ku “yan jî” û “belkî” ne, em yan jî û belkîyan dayînin alîyekî.

Çi ye mîsaqê millî ya tirk? Sond û peymana meclisa tirk a 1920 an ne, ku dixwest Mûsil, Kerkûk û Helebê jî dabigire û tevlê tixûbên “Tirkîyeyê” bike. Mîna ku dagirtina Kurdistan, rojavayê Ermenistanê, deryaya reş, Enedoliya, Ege, Trakya têr nekiribe!

Gelo ev “Tirkîye” bûye, jîyan û gulistana şaristanî û kulturan, yan mirin û goristana wan?

Piştê vê pirsê êdî ne pêwist e, meriv li ser teferûatên peyama Ocalan rawest e.

Ev yekem car û dawî ye ku yekser di derbarê A. Ocalan da dipeyivim.

Derd ne Ocalan û ne jî peyam û deklerasyonên wî ne. Derd çarenivîsa milletê Kurd e, azadîya Kurdistanê ye ji dagirkerîyê. Kesayet, ziman, kultur, aborî, bi giştî jîyan azad nabe, di nava jîyana bi hev ra ya bi dagirkerîyê ra. Di bin sîya ala, tang, top û leşkerên wê da, azadî yê tenê di xewê şîrîn da xwe nîşan bide.  

Doza Kurdistanê ne bi Ocalan dest pê kirîye, ne jî bi PKKyê, Ne bi Barzanîyan dest pê kirîye, ne jî bi PDKyê. Ne jî bi serok û kes û partîyên din…

Hun dixwezin bixeyîdin, yan jî tore bin li ser vê gotina min: Derd her ew derd e ku mîr, beg, şêx, rûspîyê eşîran, rewşenbîr, serok û partîyên wan bi dînamîk û mecên derva ra bûne bend û kosp li pêş çareserîya doza Kurdistanê.

Çi navê lê dikin bila lê kin. Dixwezî bila bêjin mercên jeopolîtîk a cîhanê wisa ferman dide, ev zaneyîya huner a sîyasetê ye! Ev kom û giregirên civakê dev ji statû û berjewendîyên xwe yên “heyî” bernadin û bûne reh û demarên xitimî yên civaka Kurd.

Yanê: “Zingar gîhaye mejî lew dîn dikin bahane!”

Çi bêsiûdîyeke tarî û reş, çi qedereke pîs a bêbext? Li şûna ku mora terorîstîyê li dewletên dagirker bikeve, bûye para me Kurdan. Li şûna ku ew ji welatê me derên û doza aştî û mirovayîyê bikin, em bûne parsekên “aştîyê” û me bi mîlyonan terka welatê xwe kirîye, bûne koçber!

Çi bûxtaneke kirêt? Li şûna ku ew werin darizandin ji ber gunehên xwe yên dagirkirin, gelkûjî û jiholêrakirina şaristanîyan, me gunehkar kirine, bi me zîndanan tije kirine û em tên darizandin!

Çi dad û demokrasîyeke sextekarê derewker? Li şûna ku ew li hember ziman, kultûr, sembol û alaya me rêzdar bin, banga rêzdarîyê li me tê kirin!

Qet bila kesek ranebe ji bejna xwe qirasetir galegalan meke! Ên ji zimanê xwe sar û xeyîdî zarokên me ne! Yên li ser sergoyan li parîyekî nan digerin zarokên me ne û yên pêşeroja xwe winda kirîye em bixwe ne!

Bila ew rêveberên dewleta tirk ên vê dawîyê qet xeman mexwin: Heta ev heza mîsaqê mîllîya tirk, rûh û xewn û xeyalên „reveberên“ civaka kurd bixemilîne, ne tenê bi destek, dê bi her du destên xwe alayên tirk li ba bikin di Newrozên pêş me da ew „sîyasetmedarên“ rûh mîsaqê millî!

Ew kesayetên bi nav û deng ên bi etîketên rewşenbîrî û sîyasetmedarîya kurdî wê ji kerba bibiecin, heke ku rojek derneyên TRT 6 (alti), yan jî têlevîzyon û rojnameyên din ên tirkî û li wir bi têra xwe behsa modernîya xwe, û behsa mezinkirin û demokratîkkirina „Tirkîyeyê“ nekin!

Qey daqurtandina bakûrê Kurdistanê têr nekirîye, ku dewleta tirk ji aborî heta perwerdeyê têkilîyên wisa kûr û hûr bi rêveberîya başûrê Kurdistanê ra danîye, qet ne dûrê aqilan ne, ku Silêman Nazîfekî din li Mûsilê bike walî!

Dewleta tirk bi bikaranîna çeteyên El-Qaîde ra bi hemû hêza xwe dixebite ku rojavayê Kurdistanê negihîje azadîyê. Her çiqas polîtîkaya dagirkerên Enqereyê li Sûrîyê di herîyê da be jî, lez dan xwe ku jê derên. Nemaze piştê serdana Obama ya Îsraîlê ku li wir hin planên nû ketin dewreyê û îro jî dema ku min vê nivîsê dinivîsî, kuştina Bişar Esad belav bû di hin rojnameyan da…

Desthilatên rojavayîyan ji bo guherînên li rojhilata navîn pê li gazê kirine. Ew xewn û evîndarîya mîsaqî mîllî ya tirkan, (ku cewhera peyama dawî ya Ocalanî jî bû) ji gorê derket û cebanî bû.

Di van guherînên dojehî yên di rojhilata navîn da, Kurd dîsa li ser pireya selatê ne.

Ji bo ku çend sed salên din jî wek gunehkaran di dojehê da neşewitin, pêdivî bi vîna neteweyî heye, ne bi ya serok û sîyasetmedaran ku bi salan e millet xistine labîrenteke tarî û tê da digevizînin.

Meriv xwe demokrat û mezin neke, helbet dê bibe enstûrmantên mezinkirin û demokratîkkirina dewlet û yasayên hêzeke din!

Yasayek, peymanek hebe ku hemû parçeyên Kurdistanê xwe pê bigire. Biçûk û mezin her kes li hember wê yasayê wekhev be, daku em bikarin ji dojehê bifilitin.

Bi vekirina reh û demarên xitimî yên sîyaseta kurdî ra em ê xwe bigihînin yasa û peymanên neteweyî.

Ne bi xewn û xeyalan û belkîyan.

Ez ne di xewn û xeyalan da me.

Beyanî ji şevê dipişkive…