Serrûpel Nivîskar Sosyal şovênîstên tirk

Sosyal şovênîstên tirk

Belav bike


Çileqe û çenebaz, yanê „geveze“ ne. Ji alîyê teorîyê va teqlîtvan û eklektîk in.

Çepên tirk bi salan teorîyên „şoreşên“ Sovîyet û Çîn ji ber û teqlît kirin. Wan teorîyên jiberkirî anîn ku li mercên „turk-kemalîs, turk-îslamîst  Tirkîyeyê“ biceribînin. Çend rêberên xwe berdel jî dan û nekarîn. Têk çûn.

Tevgera 68 an ya xwendekarên cîhanê teqlît kirin, di wir da jî hetikîn.

Ew teqlîtkar û eklektîk bûn. Raman û programên wan ji rastîya civakê dûr bûn.

Ji ber vê jî, piştê her civînek dibûn du-sê, gurub. Piştê her kongreyeke partîyek ji wan, dibûn du-sê partî. Di salên 80 an da êdî wisa pir bibûn û ji hev zabûn, ku meriv nedizanî kî ji kê ye. Malbata Lenînîst-Stalînist, malbata Maoîst her yek bibû 10-15 partî.

Partîyên çepên tirk û „teorîsyenên“ wan, bi wê çileqeyî û çenebazîya xwe, gelek ciwan û xwendekarên Kurd jî xapandin hildan bin bandor û xizmeta xwe.

Gerçî ji destpêka salên 1970 heta 1990 an, gelek ciwan û xwendekarên Kurd ji wan qetîyan. Gurub, rêxistin û partîyan ava kirin. Tevlê pêvajoya tevgera azadîya Kurdistanê bûn.

Heta yek ji wan PKK îro di dereceya yekem da giranîya xwe heye di vê tevgera azadîya Kurdistanê da.

Ev kes, gurub û partîyên Kurd, ku çîroka destpêka wan hemûyan ji nav çepên tirk dest pê dike. Ji alîyê teorî û pratîkê va hema bêjin bibûn sîmetrîya çepên tirk.

Çepên Tirk ên cîhanê teqlît dikirin, ên me jî çepên Tirk.

Diz ji dizan dizî, erd û ezman tev lerizî.

Çepên Kurd wan hemû nexweşîyên çepên Tirk, li gorî çap û qudreta xwe, wek vîrûs anîn di hiş û bedena tevgera azadîya Kurdistanê da jî bi cî kirin.    

Ev vîrûs dem bi dem ditevize, dem bi dem bi hemû agir û kûjerîyê xwe dide der.

Yek ji wan ên ku qet natevize mijara heza zimanê ji tirkî ye, ku bi hemû yên ji nav çepên tirk hatine ra heye. Yên ku nizanin û naxwezin kurdî hîn bin. 20-30 sal in di nava tevgera Kurdî da ne, kurdî hîn nebûne. Û di ser da zarokên xwe jî dişînin dibistanên asîmîlasyona Tirk!

Meriv ji dil be, dikare di nava selek û du salan da zimanekî hîn be. Hela ev zimanê dê be, divê pozê meriv hinek bişewite. Soz didin dibên em ê hîn bin, hîn nabin. Ne ji dil in!

Ên kurdî dizanin, ew jî tirkî bi kar tînin. Dema ji wan tê pirsîn çima? Dibên „Kes kurdî naxwîne, fêm nake(!), lewma em tirkî diaxifin, dinivîsîn…“ Hema rêya wan bi Stenbol û Enqereyê bikeve nivîs û pirtûkên xwe yên bi kurdî di yekem keys û firsendê da vedigerînin tirkî! Xwe digihînin zimanê xwe yê fermî! Ne ji dil in! Karesateke seyr û sosret ku nehatîye serê ti milletê. Ev mijara kurdên ji nav çepên tirk hatine mijareke kûr e, pê da biçîm ez dê nikaribim jê derêm.

Em vegerin ser sosyal şovenên tirk.

Çi dema ku daxwazên rewa yên demokratîk ên netewaya Kurd geş bûye, çepên tirk bi „neteweperwerîya paşverû“ (ilkel milliyetçî), bi „dûvêkê emperyalîzmê“ sûcdar kirine.

Di bin maskeya „sosyalîzm“ û „demorasîyê“ da bi nijadperestîyeke tund, bi sosyal-şovenîstîyeke resen turk rawestîyane li hember azadîya gelê Kurd.

Eynî mîna M.Kemalê rêberê xwe ku bi xwe dûvikê emperyalîzmê bû û ji bo veşartina rûyê xwe, vê navê li tevgerên azadîya Kurdistanê dikir.

Dema ku dagirkirina Kurdistanê temam bû, zanist û profesorên bi meaş ên M. Kemal bi cildan pirtûkên îdeolojîya fermî yên derew û mendeleyê derandine holê û xîmên „zanîngeh“, sazîyên „dîrok“ û „zimanê“ tirkî,  û „çapemenîya“ tirkî, ku heta îro jî bi giştî di bin fermana îdeolojîya dewletê da ye, hatin avêtin.

Dema ku Ilhan Selçuk di salên Heftêyan da M.Mistefa Barzanî û Turkeşê xwe yê faşîst wekhev dîdît û dixwest bi vê wekhevkirinê li ciwanên Kurd ku di wan salan da bi girseyî ji çepên tirk vediqetîyan, bandorê bike û nehêle ew nêzîkê tevgera azadîya li başûrê Kurdistanê bibin, ku ew tevger xwe nepekîne bakûr jî..

I.Selcuk xwe xapand. Tevgera azadîya Kurdistanê li bakûr gurr bû. Ciwan, gurub û partîyên Kurd ên bakûr, ji alîyê rêxistinê va bi tevayî û qisimen jî, ji alîyê ramanê va ji sosyal şovenîstên tirkan cûda bûn.

Sosyal şovenîstên Tirk di pêsîrên wan da rozetên beton Misto ên bi kum ên Kocatepeyê û di destê wan da pirtûkên Marx û Lenîn, Stalîn, yan jî Mao heta Enwer Xoceyê Alban, diketin nav lec û gengeşeyê bi ciwan, gurub û rêxistinên Kurd ra. Ev gengeşe carinan vedigerîya ser şer û pevçûnan.

Bi sedan têbinî dianîn, digotin; „Marx, Lenîn, yan jî Stalîn di vê pirtûkê, felan rûpelê da wiha gotîye: `divê milletên bindest ji sosyalîzmê, ji enternasyonalîzmê veneqetin!`“

Hêçku divê meseleyê da jî derew dikirin. Di pirtûkên mafên çarenivîs yên Marx û Lenîn da digot: “Herî li pêş mafê veqetîn û dewletê, hemû mafên neteweyên bindest hene ku çarenivîsa xwe destnîşan bikin.“ Eynî mîna prensîbên UN (neteweyên yekbûyî) ku hê jî nirxeke xwe nîne û tenê teorî ye ji bo Kurdistanê.    

Tehemûl nedikirin ku Kurd çima rêxistinên xwe çêdikin û ji wan vediqetin. Ew miletperwerên pêşverû bûn. Em ên paşverû. Ew demokrat bûn, em kevneperest.. Eynî mîna dewleta xwe ya Tirk, mafê veqetîn û dewletbûna Kurdan bi îxanetê gunehkar dikirin.  

Keçelo kumê min li serê te!    

Dema ku Azîz Nesînê serokê nivîskarê tirk, ji Mamosta I. Beşîkçî ra digot:  „Çavên wî şîn e, bi guman im, ku ew ne tirk e, herhal sixûrê îngilîzan e!“ Tevgera azadîyê pêl bi pêl ji çîyan ber bi bajaran va dihat.

Dema ku profesorê bi gelek şanenav Y. Kuçuk di MEDYA TVyê da jehra jîyana bi dagirkeran ra berdida rêhên milletê Kurd û paşê jî di doza ergenekonê da li xwe mukur hat, ku ew ji bo bekaya (pêşeroj) dewleta Tirk çûye MEDYA TV û Bekaayê û ev Y. Kuçukê pir bi şanenav ji bo hukumeta federal a başûrê Kurdistanê jî digot kuklayê imperyalîzmê, di wê demê da ku serhildana azadîya gelê kurd bi pêsîra Enqereya gunehkar girtibû dihejand.

Reel sosyalîzm hilşîya, Çîn sosyalîzmê di nava kapîtalîzmeke nû da defin kir.

Her gel dewleta xwe damezirandîye û li pey berjewendîyên xwe yên neteweyî ye.

Ew hemû sîstem û „îzmên“ berê rehma yezdanên jêr û jorîn lê..

Ti milet, ti  dewlet bi „izm“ û „mîzman“ naxape êdî, ji xeynê me Kurdan. Ûmetîzm, înternasyonalîzm (niha bi kirasê globalîzm û bi hezar maskeyên  „demoktarîzmê“) tenê li Kurdistanê pere dikin. 

Çend romantîkên nostaljîk ne tê da hemû komûnistên kevn ên cîhanê yan bûn memûr û şiwirmendên dewleta xwe, yan partîyên bi navê “sosyal” û “kesk” damezirandin û xwe radestê sîstema global kirin. Yan jî sed û heştê derece tewîyan bûn dîndar. Ew komûnîstên kevn mîna resimên Marx û Lenîn bûne eşyayên turîstîk di bazarên kapîtalîst da.

Çep û komûnîstên Tirk û sîmetrîya wan ên Kurd jî, kêm zêde di rewşa ev ên cîhanê da ne.  

Lêbelê sosyal şovenîstên tirk hê jî li ser kar in. Hem jî bi awayeke zindî di nava tevgera azadîya gelê Kurd da. Zemîn guncaw e, bi têra xwe çirisîne navê.

Di vê dema ku di dîrokê da yekemcar Kurdistana parçekirî digîhê hev û nîvbinîv keysa dewletbûna Kurdistanê derketîye holê. Sosyal şovenîstên tirk, ji bo mayîndeya dewleta xwe ya serdest, di nava sîstema kapîtalîst û globalîst da, di nava partîyên wan ên ku pêşgirek “sosyal” bi xwe va kirin da, tamgaz teorîyên dijber diafirînin, daku ev mafê rewa a milletê Kurd pêk neyê.

Niha jî bi sifetê parlamenter di partîyên tevgerên Kurd da, di bin navê nivîskarîyê da di rojnameyên wê da û nizanim di binê çi navê da, di çi sazîyên wê da bi awayeke vekirî sosyal-şovenîstîyê diherikînin reh û demarên tevgera azadîyê.

Sosyal-şovenîstên tirk ji roja ku derketine heya îro hê jî bi heman rik û hîlleyê, milletperwerîya faşîst a serdest a xwe, bi milletperwerîya bindest a demokrat a Kurd ra didin ber hev, daku pêş li dewletbûna Kurdan bigirin.

Yek ji wan çileqe û çenebazên sosyal-şovenîst êpêy xwe êşandîye ji bo gunehbarkirina milletperwerên Kurd. Bi wan çend nivîsên xwe yên eklektîk xuya ye daye ser rêya mamostayên xwe I.Selcuk, A. Nesîn, Y.Kuçuk û yên din.

Ev nivîskar (heman demê nivîskarê Yeni Ozgur Politikayê-YOP ye jî) ku hê nehatîye asta mamosteyên xwe, navê wî li vir binivîsim.

Çend nivîsên wî yên ku li rojnameyên YOP, Gelawêj û Alternatîf Sîyaset bi ber çavên min ketin, bi ser nivîsên xwe wiha ne:      

“Şaşîyên dîrokî yên Ismail Beşikci, netewedewletxwazên Kurd û lêgerînên alternatîf ên sîyasetê”

“Neteweperwerên Kurd û Abdullah Ocalan”

 “Neteweperwerên Kurd û Kurdistan”

Analîz û jihevpişkavtina nivîsên vî kesî ne mijara vê nivîsa min e û hinek ne îşê min e jî. Bi hêvî me ku ji alîyê hin pisporên vê karê va were rexnekirin û ji hev pişkavtin.

Li dawîyê dixwezim çend gotin di derbarê nivîsa wî ya “Neteweperwerên Kurd û Kurdistan” da bêjim ku cewhera hemû sosyal-şovenîstên tirk dertîne holê: Navborî dibêje “kanîya ku desthilatdarên Tirk û neteweperwerên Kurd jê vedixwin yek e, ev jî; “îdeolojîya bûrjûva ye.” 

Jixwe pirsgirêka me bi we sosyal-şovenîstan ra jî ev “îdeolojîya bûrjûva“ ye.

Baş e, kengê bûrjûvaya Kurd çêbûye, ku ji heman kanîya desthilatdarên we Tirkan vebixwe?

Ji ber hêrîşên dewleta we ya dagirker, îdeolojîya wê ya turk-kemalîst, turk-îslamîst û turk-înternasyonalîst, we taybetmendîyên mîllî hîştine li ba Kurdan?

Heke bûrjûvaya Kurd heba, çîn û tebaqeyên wê saxlem li ser lingên xwe bimana, hişmendîyeke wê ya neteweyî heba, niha deh caran dewleta xwe ava kiribû.

We yê bi tevê dewleta xwe va, hem li bakûr û hem jî li başûrê Kurdistanê  hîç derfetek nedîta ku vê vîrûsa “jîyana bihevrayî” berda rehên sîyaseta Kurdî!

Herwiha dê dawî li vê gengeşeya bêwate ya bi we sosyal-şovenîstan ra jî bihata, ku 30-40 sal in hêj didome!

We xwe xistîye bin sîwanga A. Ocalan û şûrê wî yê “konfederalîzma demakratîk” dihejînin li ser neteweperwerên Kurd ên “bêhêz û bêteqet.”

Dev ji vî durûtîyê berdin û tilîya xwe bikişînin ji nav kar û barên Kurdistanê. Bêdadî û şaşîtîyên wan hebe li wir, ku heye biqasê çîyan, bihêlin bila Kurd çareser bikin, hun fitne û fesadîyê mekin!

Hun sosyal-şovenîstên tirk ên bêîflah ku dibêjin me ewqas Marx û Lenîn xwendine!

Baş e, li gorî teorîya Marxist ku hun ji xwe ra wek kemîn bi kar tînin; heke du burjûva li hember hev çêbûbin, ji heman kanîyê vedixwin, yan kanîyan li hev par vedikin?

Şerên li cîhanê ji parvekirina van kanîyan pêk nayên?

Heke hun evqas nezan mane, dev ji lobîkarîya dewleta dagirker a tirk a di nava rejim û partîyên alman da berdin, herin xwe li “Grundschule”yeke (dibistana destpêkê) Almanyayê qeyid bikin.

Hun bi van teorîyên xwe jahrî, dixwezin vî miletê careke din bixin xewa mirinê!

Ev milletê ku hê nû çavên xwe vekirîye li jîyanê…

Dev ji wan teorîyên xwe yên teqlît û jiberkirî berdin!

Bila ev gotina min a dawî bibe guhar ji guhên we ra:

Teorîyên jiberkirî, ji bîr diçe û xwedîyê xwe jî bi xwe ra dibe çopxaneyên dîrokê…