Serrûpel Nivîskar 1. Navnetewiya Pêşbirka Gogagolê Duhok-Kurdistan

1. Navnetewiya Pêşbirka Gogagolê Duhok-Kurdistan

Belav bike


 

Ev pêşbazî an navek din fistival di navbera 14-15 Adarê 2013ê de li Duhokê hate kirin. Fistival li ser werzişek çavnebînan pêk hat. Goalball(Golbol). Anku Gogagolê. Werzişa çavnebînan e. Werzişek taybet wan e û olompîk e. Girêdayê Komîteya Paralompî ya Navnetewî ye.

 

Paralompiya Kurdistan jî girêdayî vê Komîteya Paralompî ye û bi vê navê xebatek girîng ji bo gelê xwe nemaze ji bo çavnebînan re destpê kiriye. Yekemîn Nêwnetewiya Pêşbirka Gogagolê Duhok-Kurdistan.

 

Ez û Tîma Amed(Sê Yarîzan, Serokê Tîmê M.Emin Baran, Berpirsiyarê Werzişên Kêmendam a Şaredariyê Bişar İçli û Vahab Saçakli) jî beşdarî vê pêşbirkê bûn.

 

 

Organîzasyon anku sazûmaniya vê pêşbirkê gelek dirûst û birêkûpêk hate çêkirin. Plan û bernameyên organîzasyon wek deqe û deqe hate bicîhanîn. Birêz Serokê Paralompîka Kurdistanê Zaher Raşîd û li gel hevkarên wî birêz serokê Federasyona Gogagolê Dilêr Çawişlî, birêz Seyda Hemîd, birêz Wehîd Çîço di bicîhanîna bernameyê de gelek mandî bûn.

 

 

Di dîroka 14.03.2013ê de sibê demjmêr 10:00ê merasîma vekirina pêşbirkê hate kirin. Dûv re di demjmêr 10:30ê de jî pêşbirk destpêkir. Heta dana êvarê çar pêşbazî hate kirin.

 

 

Di bernameya Paralompîka Kurdistanê de ji bo danasîna her cûre kelepûra Başûrê Kurdistanê jî nehatiye jibîrkirin. Di xwarinan de jî bi taybet xwarinên deverî û heremî pêşkêşî  mêvanan kirin.

 

 

Di 15.03.2013ê katjmêr 10:00 de jî du pêşbirk hate kirin.

 

Dayîna merasîma xelatan jî gelek birêkûpêk hate bicîhanîn. Endamê parlaman Dr. Hemîd Bavî, Qayîmkamê navenda Duhokê jî amade bûn. Paralompîka Kurdistanê bi arîkariya mêvanan xelatan pêşkêşî xwedanan kirin. Nemaze tîma mêvan Amed re jî diyariyên taybet hate dayîn.

 

Di roja 16.03.2013ê de li gor bernameya Paralompîka Kurdistanê de gerîn û seredana Barzanê gora nemîr Mele Mistefa Barzanî jî hebû. Me di demjmêr 07:30ê de ber bi riya Barzanê  çûn. Di nêzî devera Barzanê demjmêr 11:00ê de me tirêmbêla xwe rawestand û ji bo şehîdên Helebceyê 5 hûrdem dev ji karê xwe berdan rêz girtin.  Piştre me xwe gihand gora nemîr.

 

Spas ji bo birêz Xelat Barzanî ku me li ber gora nemîr pêşwazî kir û gelek baş û bi dil û can têkîliyên me bû. Seredana gora Mele Mistefa Barzaniyê Nemir ji bo me gelek girîng bû. Em gelek hestiyar bûn. Min ji dil û can li ser gora nemîr Fatîha û dûa xwend. Ey Xwedayê Gewre û Mihrîban! cîhê Mele Mistefa Barzanî bihûşt bike û pêşiya vê Kurdistana azad veke û tevê sê parçeyên Kurdistan jî azad bike û yekîtiya wan çêke! Amîn. Xwedê jê razî Zaher Raşîd re ku vê seredaniyê xistiye bernameya vê fistîvalê.

 

 

Encam

Vê pêşbirk û fistîvala werziş a çavnebînan bû sedema werzişkirina camêriyê, hestên manewiya birayetî û têkîliya danûstandin a kelepûr û çandên her aliyê. ango li gel wan pêşbazî gihaşt armanca xwe.

 

Li gel vê yekê me biryar da ku;

Yek, duyemîna vê pêşbazî bête kirin.

Du, ji bo gazîkirina her sê tîmên gogagolê ya Kurdistanê Amed re hate kirin.

Sê, ji bo hemû kêmendamên çar parçeyên Kurdistanê re(heta Kurdistana Sûrî azad be) olompiyadek bêtekirin.

 

 

Amadekar:

Metînê Kewê DILXÊRÎ

Mamostay Werzişî û Pispotê Gogagolê