Ev her du nav ji bo I.Beşikçi adeta bûne pêşnav û paşnavên hev li „Tirkîyeyê“.
Meriv nikare van her du têgihînan ji hev veqetîne li wî „welatî“ ku bûye dojeha gel û kultûran.
Li hember dewleta kolonyal bi hev ra kelijîne ev her du gotin.
Kultur, welat, sermaye, evîn, armanc û gelek tiştên ku bên bîra we dikarin winda bibin, ji destên meriv derên. Meriv dikare wan dîsa bi awayekî bi dest bixe.
Lê dema rûmeta meriv ji dest derê, winda be; meriv dibe hîç, sifir!
Li wî „Tirkîyeya“ ku rûmeta meriv bi pênc pereyan nake.
Ew dewleta dagirker ku bi mîratên ji pêşîyên xwe girtine, rûmeta însên avêtîye bin lingan û kirîye hîç û pûç.
Bi taybet jî ya milletê Kurd û wî di nava bêçaretîyekî da hîştîye.
Ismail Beşikçi bi ked û berdelên giranbiha ên salane, rûmetê ji erdê rakir û bû sembola wî.
Wek kesekî tirk Î.Beşikçi bi behreya xwe ya zanistî hem îdolojîya fermî li erdê xist û hed û edeba dewleta dagirker nîşandayê, hem jî bû çira û ronahî ji bo hejarên Kurd.
Serûvena jîyana zanistîyê bi sê pirsên „ç“ dest pê dike: Çi? Çima? Çawa?
Beşîkçî jî bi van pirsan dest pê kir û di nava serûvek da gîha van rojan.
Zanistî çi ye? Rêbazên wî çi ne? Kurd çima bindest in? Zimanên hemû milletan serbest in, yê Kurdan çima qedexe ye? Dewletên hemû milletan hene, ya Kurdan çima tine? Kurd çawa dikarin xwe ji vê kambaxîyê rizgar bikin? „Demokrasî, aştî, biratî“ çi ne û çawa dikarin pêk bên? Rê çi ye?
Û bi sedan pirsên din…
Beşikçi bêrawestan û bi hemû dilnizimîya xwe bersivand wan pirsan.
Bi rêbazên zanistîyê wan gilokên pirsgirêkan ji hev vekir.
Çiqas ji hev vekir, tûran û tîran ewqas lê zulm kirin.
Çiqas ji hev vekir, rê ewqas li ber me ronahî bû.
Çiqas ji hev vekir, ewqas aram û sade bû, Beşikçî.
Biçûk û mezin; bîr, guh û çavê her Kurdekê/î ye mamosta..
Heke Kurd gihîştibin qonaxeke dîrokî di vî sedsalê da, hevîrê vê gihîştinê vestirîbe, ked û xwêdana Beşîkçî ya di vî hevîrê da li pêş e.
Lewma em hez jê dikin. Lewma mamosta û xoceyê me ye Beşikçi…
Li dawîya salên 1960 an Beşikçi hatibû mêvaniya me, li bajarokê Kopê yê bi ser Mûşê va. Ez zarok bûm. Wê çaxê “Nintendo” felan tinebû. Li şûna wê min pirtûkên Tomiks û Teksas yên bi wêne yên reş û spî dixwendin.
Ev Tomîks û Teksas pirtûkên amerîkî bûn û tê da kowboyan dipesinandin, Îndîanayên xwedîyên rastîn ên Amerîkayê jî biçûk, xirab û reş dikirin.
Mamosta Bêşîkçî ji bavê min ra gotibû: “Mela Remezan, nehêle bila Evdila van pirtûkên zirarû bixwîne! Berê wî bide çanda kurdî!”
Di salên 1975 an da weşanxaneya Komalê bi pirtûkên I.Beşîkçî dest bi weşanê kir. Ji bo min cîyê dilşayî û şanazîyê bû, ku ez jî biqasê teqeta xwe hewil û kedek bidim weşanxaneyê.
Di salên 1984 an da pêngava 15 Tebax a PKKê dest pê kir. Ez di zindana Amedê da bûm. Ev pêngav, bi tevê gelek pirs û geloyan, ji bo me girtîyan bû bîhneke kûr û fireh.
Mamosta Bêşikçi jî di wan salan da girtîbû û vê pêngava dîrokî mîna “gulleya yekemîn” ya Franz Fanon bi nav kir. Ew pirs û geloyên min jî, hema bêjim ji holê rabûn.
Di derbarê gotin û parastinên Abdullah Öcalan ên li dadgeha dewleta dagirker da kiribûn, dema ku Beşîkçî got; “A. Ocalan xeyalên min şikandin!” Ji hest û ramanên min ra jî bû tercûman.
Mina vana, di nava analîzên fireh ên mamosta Beşîkçî da şîfreyên ku meriv li serê bixebite pir in. Yek ji wan jî ew bû ku van mehên dawîyê gotibû “Heke Kurd ji bo xwe dewletê nexwezin, di wan da seqetîyek heye!”
Bêşîkçî ew kes e; ku di her rawestgehê da meriv guhê xwe bidîyê ka çi dibêje?
Helbet kêmasîyên wî jî hene û rexneyên min jî lê hene.
Wî kêmasîyek hebe dîsa bi rêbazên xwe sererast jî dike..
Yek ji wan pesnê prof. dr. Yalçin Kuçuk bû, ku yek ji mejîyê kûr ê dewletê ye. I.Beşikçi bi rexneyên xwe, vêyekê hinek sererast kir.
Ji bo min hê jî ne fêmbar e, ka çima mamosta destekê da referandûma yasaya bingehîn ya AKPyê, ku ji bilî întegreya Kurdan a bi sîstemê va ti armancek vê hukumatê tinebû.
Ecêbeke giran be jî, carinan tek û tûk tirkek tê ba min ku kurdî hîn bibe. Ez ji wan ra dibêm;”Hun dê hîn nebin!” Dibêjin çima?
Dibêjimê; “Kesayetekî mîna Beşîkçî ku jîyana xwe terxan kirîye ji bo azadîya Kurdan, kurdî hîn nebû, hun ê qe hîn nebin!”
Mamostacan qurban!
Îcar em ne zêde pênc deqe te serbest berdin, ji xeynê „roj baş û Tu çawa yî? Tu dê çend hevok li pey hev saz bikî gelo?
Dema hêja Dilbixwîn Dara ji min ra têlefon vekir, got Beşikçi xoce li Hewlêrê ye, ez gelek heyîrîm û ewqas jî şa bûm.
Heyirîm, çimkî mamosta digot; “Heta ku Kurd nebin yek û dewlet, ez naçim Kurdistanê.”
Gerçî mamosta berîya başûr çûbû Dîyarbekirê. Gelek jî baş kir û bû moralek mezin ji bo millet.
Şa bûm, belkî Beşikçî rêveberên me yên wê derê hinekî bihewisîne di meseleya serxwebûnê da, ku her carê dihêlin li hêvîya Newrozekê…
Çûyîna Beşîkçî ya Kurdistanê surprîzek bû ji bo min.
Mamosta netenê şîfreyên dîrokî dide, surprîzên dîrokî jî çêdike carinan…