Serrûpel Nivîskar Ziman û xwexapandin

Ziman û xwexapandin

Belav bike


Mîna gelekên din, di mijara ziman da jî em xwe dixapînin.

Heta Kurd ji alîyê gîyan, raman û bawerîyê va ji Tirkan neqetin zimanê Kurdî azad û rizgar nabe.

Ji bo vê jî misoger, pêdivî bi bihêzkirina gîyan û ramana neteweyîya kurdî heye.

Neku  jîyana bi hev ra ya bêyom a bi tirkan ra.

Wekî din hîç şansekî me nîne li hermber polîtîkaya pişavtin a dagirkerîyê. 

Dewleta tirk, bi vekirina TRT 6 (alti), „destûrdayîna” ji bo kursên kurdî, di dibistanan da kurdî „bi awaye dersên hilbijare!“ yan jî di zanîngehan da bi dayîna „dersên Kurdî“, pir bi plan û hîlle bi zimanê kurdî dilîze.

Yên ku dibên vana pêngavên girîng in ji bo azadîya zimanê kurdî, xwe dixapînin.

Ew gavine, ku ez wana wek pêlîstina zimanê kurdî dinirxînim, asteng in, kemîn in li pêşîya sîstema perwerdeya bi kurdî.

Heta dibistanên tirkî û sîstema wê ya asîmîlasyonê berdewam be li Kurdistanê, hun dibistanên Kurdî  jî vekin,  ji bilî çend awarte, Kurd dê zarokên xwe neşînin dibistanên kurdî.

Di rewşa dersên „hilbijarte“ de jî wisa bû, hemûyan zarokên xwe şandin dersa „hilbijarte“ ya jîyana hz. Muhamed!

Gelo hun bawer dikin li bajarekî Kurdistanê, li kêleka “ataturk ilkokulu“ yan jî „cumhuriyet ilkokulu“ dibistaneke Kurdî bi navê „dibistana destpêkê ya Ehmedê Xanî“ vebe, ku Kurd zarokên xwe bişînin vê dibistanê?

Ez bawer nakim! Belkî ez reşbîn im, nezanim?

Ji destpêka komara tirk heta îro Kurd bi têra xwe hatine pişavtin.

Dewleta dagirker bi sîstema xwe ya dagirkerîye bi têra xwe nivîskar, sîyasetmedar, doktor, endezyar, memûr û kadroyên dewleta xwe çêkirine û derxistine ji nav Kurdan.

„Tirkbûn“, „tirkî“, „hêza desthilatdarîya tirk“ bi tê ra xwe di nava gîyan û ramana Kurdan da bi cî bûye.

Heta ev gîyan û ramana qirêj neyê paqijkirin û qetîneke misoger ji dewleta kolanyal pêk neyê, em daxwaza mafê ziman û perwerdeya kurdî ji wî dewleta kolanyal bikin, em dê tenê xwe bixapînin.

Ew ê bişibe mîna ku tu dest, pê û çavên gulaşvanekî girê bidî û jê ra bêjî were bi min ra gulaşê bigire!

Ew dê çiqas dadwer be di nava sîstema dagirkerîyê da, daxwaza azadî û perwerdeya zimanê kurdî?

Bi salan e, tê xwestin. Çi guherîye, çi bi dest ketîye?

Çare: vekişîna artêşa asîmîlasyonê ye, bi tevê hemû sazî û dezgehên xwe va.

Ji binî va neçûyîna aşên asîmîlosyonê ye, derîdadana wan aşên dibistânên tirk e.

Windakirina yek rojek di wan dibistanan da, berdewama windakirina bi hezaran zarokên Kurd e.

Ji bilî vê çareyê, dirûşimên wek „Em zimanê xwe dixwezin!“, „Kurdî bixwîne, birame, binivîse!“ û nizanim çi, bi salan ne tên gotin lê naverokên xwe vala ne, pûç in, xwexapandin in.. 

Hela salê carekî pîrozkirina cejna zimanê kurdî ji bo du-sê rojan xwetatmînkirin, xwe tam xapandinek e. Tu ji sîstema dagirkerîya Tirk qetîya yî, te kurdî jê rizgar kirîye, ku cejna zimanê kurdî îlan dikî?

Ziman jîyan e. Ma cejna jîyanê dibe?

Ehmeqîyek e wiha tenê dewleta Tirk dikare bike. Nizanim kîjan Karamanogluyê Tirk, di kîjan salê da „cejna zimanê tirkî“ îlan kirîye, Tirkên îro jî her 14 ê gulanê vê rojê wek cejnê pîroz dikin.

Em jî radibin Tirkan teqlîd dikin!

Kengê me xwe ji teqlîdan rizgar kir, em dê hingî bikarin ber bi serkeftinê bimeşin.

Gelo ji bo îbretê alem be jî, nimûneyek heye ku Kurdekî jintirk, yan jî Kurdeka mêrtirk kurdî hînê hevjîna xwe kiribe, ji xweynê ji dil û can hînbûn û axaftina wî/wê ya bi tirkî?

We nimûneyek hebe bêjin, ez lêborîna xwe bixwezim.

Peyivîn û perwerdeyê dayînin li alîyekî!

Hezkirin,  seks, muzîk, xwarin, rabûn û rûniştin, jîyan bi tirkî ye!

Nivîskara/ê kurd e, kurdî jî dizane. Jê dipirsî, qurban çima bi kurdî nanivîsî?

Dibêje „kes kurdî naxwîne“ û şiqeşiqa wê/wî ye li tûşên tirkîyê dixe..!

Heta em vê heza tirkî ji gîyan û ramanên xwe paqij mekin, em dê xwe bixapînin!