Salih Bozan
SERGON: Tu zanî ku kalîtî ji me re bêlidike, ku her duhmeyek ji jiyana me ya mayî pir girîng e, û vê dema ma ya ji jiyanê maye gereke em tijî bikin.
DIZGÛN: Ev piroblema her miroviye. Kes nikare rastiyê fêm bike, îllem gava êdî nikare wê rastiyê di jiyana xwe de bikar bîne, û jê fêdê bike.
SERGON: Pir caran ez li dawiyê ramanên xwe perîşan disekinim. Û gava mejiyê min êdî nikare persivên pirsên min bide, ez dişemitim efsan û xwexapandinê.
DIZGÛN: Em giş dizanin ku dawiyek heye, lê em nikarin rastiya wê dawiyê fêm bikin. Loma li ser wê dawiyê endîşeyên me pir dewlemendin.
SERGON: Gava ez li vê kalbûna xwe diramim, hestek bi min re çêdibe weke ku ez niha ji ciwaniya xwe pihtir hewceyê evînê me. Evîneke ku ez pê re hawirdorên xwe jibîr bikim
DIZGÛN: Em di van salên xwe yên dawîn de bedewtiya jiyanê ji xortan bîhtir dibînindi, û evîn jî bedewtiya tewre pêşend e.
SERGON: Tu zanî, rewşa tewre dijwar dikalbûnê de ew e, gava em li hawirdora xwe kesekî nabînîn ji bo hezkirina xwe derxînin.
DIZGÛN: Belê. Loma gava di rewşeke weha de mirin tê ber deriyê me, hesteke bi me re çêdibe weke ku kesek ne hewceyî me ye, û bi mirinê em ji tenêtiya xwe derdikevin .