Serrûpel Nivîskar Biraderno Kurdên Sûriyê li cem we çi ne?

Biraderno Kurdên Sûriyê li cem we çi ne?

Belav bike

Min got çi ne, a ne kî ne? Ji ber ku ez hest dibim gellek Kurdên Kurdistana Tirkiyê û yê Êraqê weha li me dinihêrin. We gişkan di medyayê de xwend ku endamên PKK li Efrînê êrîşî jinan kir, li jinan xistin, û hinek girtin. Li Tilxezalê êrîşî gund kirin û sê kes kuştin. Li Amûdê êrîşe xwebêşandaneke din kirin, ji sisiyan heta şeşan kuştin.

Gelo ev gîş derket rast e, lê ya mejiyê min diçelqîne, ew nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, û akadimîk giş ên herdu parçeyên Kurdistanê di guhê gê de ne. Ka dengê wan, nêrîn û hestên wan, ka ew hevoka bedew “Çarenûsa Kurdan yek e”?

Min mehekê berê di rûpela xwe ya facebookê de nivîsî, ku sed salekî rewşenbîr, nivîskar, ramyarên Ereb digotin Ereb yek in, dagirkeran em parçeparçî kirin, û gereg em careke din bi yek bin. Lê di despêka sed sala yanzdan de piranî gîştin baweriyekê ku Ereb gîş ne yek in, bes zimanê wan yek e. Min di wê gotina xwe de got: Em,  reweşenbîr û nivîskarên kurd dê kîçax hişyar bibin: Ku em Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê ne yek in.

Ez zanim dê hineke pir êrîşe min bikin, wê min giran tewanbar bikin, wê min bikin xinizekî mezin, Lê ez ji vê gotina xwe venagerim, û xwe di hestên xav de nahêlînim. Ku tiştek me Kurdan bi hevdu de girêdide, ew berjewendiye.

Ez dikim du nemûnan ji biraderên xwe re bibêjim. Li Kurdistana Êraqê Tirk, Kurdên Tirkiyê di ser Kurdên Sûriyê re ne. Ji ber ku berjewendiya aborî di navbera Tirkiyê û herêma Kurdistana Êraqê gelleg xurt e. Ku ez di şûna hikûmeta Kurdistanê bûma, dê min jî weha bikira.

Siyasetmedar û nivîskarên Kurd ên tirkiyê wextekê em çûk didîtin, gava PKK kete Sûriyê û Kurdên Sûriyê bi can û malê xwe PKK xort kir. Em li cem wan bûn Kurdên gellek welatparêz, zîrek.

Lê ev Kurdên Kurdistana Êraqê û yên Kurdistana Tirkiyê çi ji me re kirin? Bi taybetî, siyasetmedar û rewşenbîrên wan.

Kurdên Êraqê aşkere gotin em ji Êraqa erebî cûda nabin. Kurdên Tirkiyê êdî ne fêdiraliyê, ne jî rêvebira herêmin xwe dixwazin. Lê çima ji me dixwazin em dijminatiyê bi Erebên Sûriyê re bikin. Çima bi me re dibêjin ev şoreşa Sûriyê ya Erban e ne ya Kurdan e? Çima ji me dixwazin em li hember şoreşgerên Sûriyê û rêjîmê bêalî bisekinin?

Birêz Mesud Berezanî û birêz Celal Telebanî têkiliyên xwe ne bes bi Erebên Êraqê re xurt dikin, belam bi dewletên erban giş re dixwazin vê têkiliyê xurt bikin. PKK dixwaze têkiliyên xwe bi Tirkan re xurt bike. Birêz Ebdella Ocelan di hebsa xwe de ev tişta xwest û got gellek pêwîst e. De cima gerek em, Kurdên Sûriyê li dervayî biratiya bi Erebên Sûriyê re bifikirin?

Viqas kujtarên mezin û hovî rêjîma Sûriyê kirin, Birayên me ên Kurdên Tirkiyê û Êraqê ti carî dengê xwe venedan, dijî van kujtaran derneketin, û hinek ji wan di guhên me kurdên Sûriyê de digotin: Bira hevdu bikujin çi ji we re?.

Gelo ev çi aqil e?, Çawa nivîskar, helbestvan, romannivîs û ramyar li ser însaniyetê, hezkirinê, wekheviyê dinivîsin, û li hember van kujtaran bêdeng in? Çima hîro li ser birakujiya li herêma Kurdên Sûriyê de dibiye, rûyên xwe didin aliyekî weke ku tiştekî nabihîsin, nabînin.

Ev çiqas şerm e biraderno?